Diyarname
Di bernameya "Her Înê Sînemaya Nû" de vê hefteyê û hefteya li dû fîlmên derhênerên kurd tê nîşandayîn.
Tevgera Sînemaya Nû û Şaredariya Beşîktaşê ji sala 2012'yan de bi sernavê "Her Înê Sînemaya Nû" hin fîlmên neqandî, fîlmên nekarîne bikevin vîzyonê, yan bi têra xwe temaşevanan nedîtine nîşan dide. Fîlm li Navenda Çanda Leventa Stenbolê têne nîşandayîn. Bernameya vê payîzê bi nîşandayîna fîlmê Îlksen Başarir "Erkek Tarafi Testosteron" (12-18 rezber) dest pê kir û dê bi fîlmê derhênerê kurd Ferit Karahan bidome. Fîlmê Karahan "Derkirina ji bihuştê" dê di navbera rojên 19-25'ê rezberê de tê nîşandayîn. Hefteya piştî vê fîlmê derhênerekî din ê kurd Omer Leventoglu "Mavî Rîng" (di navbera 26 rezber, 2 kewçêrê de) tê nîşandayîn. Piştî vê dîrokê Cejna Qurbanan li dar dikeve ku wê hefteyê nîşandayîn nîn e û dûre bername bi vî rengî ye:
- 7-23 Kewçêr, "Ozur Dîlerîm", dDerhêner Cemil Agacikoglu
- 24-30 Kewçêr, "Meryem", derhêner Atalay Taşdiken
- 31 Kewçêr-6 sermawez, "Silsile", derhêner Ozan Açiktan
Her fîlm roja înê saet 19.00'an de dest pê dike, piştî nîşandayînê bi derhêner û lîstikvanan re sohbet li dar dikeve. Kîjan fîlm hatibe nîşandayîn piştî roja înê wê hefteyê di rojên duşem, sîşem, çarşem û pêncşemê saet 14.00 û 16.30 de heman fîlm tê nîşandayîn.


