Diyarname
Hunermend Ganî Nar li bajarê Troisdorf (Siegburg) duh bi şev qeyrana dil derbas kir û ew rakirin nexweşxaneyê.
Ozan Ganî Nar piştî ketina qeyrana dil rakirin Nexweşxaneya St Josef a li Troisdorfê. Dixtoran da zanîn ku hinek din dereng bimana dê jiyana wî biketa talûkeyê. Ganî Nar ji mirinê filitî û niha di nexweşxaneyê de di bin çavdêriyê de ye.