Diyarname
Di Lîga Super a Tirkiyeyê de tîmên dikevin diyar dibin. Piştî 27 salan yekemîn car tîma Entabê têk diçe û ji lîgê dike. Tîma Rihayê "Şanliurfa Spor" jî têk çû. Ew jî ji Lîga 1'emîn ket lîga duyemîn. Di Lîga PTT'ê de maçên play-offê diyar bûn. Her wiha di basketbolê de Fenerbahçe dê fînala Euro Lîgê bilîze. Vane ji maçan hin nûçeyên derketin pêş...
Entab têk çû
Tîma Entabê "Gazîantep Spor" îro ligel Çaykur Rizesporê lîst û bi 2-0 têk çû. Bi vê encamê berî lîg bi dawî bibe bi du hefteyan teqez bû ku ji Lîga Super a Spor Totoyê ya Tirkiyeyê ket
Gazîantep Spor ev 27 sal in di Lîga Super a Tirkiyeyê de dilîze û yekemîn car e dikeve.
Teknîk Dîrektorê Gaziantepê Bulent Uygun bû ku di salên borî navê wî jî di nav kesên şîke kiribû de bû. Her wiha Uygun kesek nijadperest bû, bi vê helwesta xwe derketibû pêş. Di Lîga Super de hefteya borî Edene jî ketibû. Tîma sêyemîn ku dê bikeve hefteya pêşiya me dê diyar bibe.
Li Rihayê gel şaredarî şermezar kir
Maçên dawî yên Lîga 1'emîn ên PTT'yê îro hatin lîstin. Yek ji wan jî a tîma Rihayê "Şanliurfa Spor" bû. Tîmê Elezîz kir mêvan, bi 2-1 ew têk bir lê dîsa jî bi averajê ji lîgê ket. Li ser vê yekê temaşevanên Şanliurfayê li sehayê diruşm avêtin, îstîfaya rêveberî û mebûsên Rihayê xwestin. Her wiha temaşevanan çûn ber Şaredariya Rihayê (di destê AKP'ê de ye) pasolîgêr xwe şewitandin, şaredar şermezar kirin û ketina Şanliurfayê şermezar kirin.
Şanliurfa Spor sala bê dê di Lîga 2'yemîn de bilîze. Berî Şanliurfayê Bandirma û Mersin Îdmanyurdu jî ketibûn.
Li Lîga 1'emîn Play-off diyar bû
Di Lîga 1'emîn a PTT'yê de Yenî Malatya bûbû şampiyon û piştî wê Sivas bûbû duyemîn. Her du tîm derketin Lîga Super a Tirkiyeyê. Ji bo tîmê sêyemîn diyar bibe tîmên di rêzên 3,4,5 û 6 de dê bi hev re maçên play-offê bilîzin. Tîm û dema lîstina van maçan diyar bû. Li gor vê yekê roja 25'ê vê mehê dê Gîresun ligel Eskîşehîrê (saet 19.00) û Goztepe ligel Boluyê (saet 21.30) bilîze.
Maçên duyemên jî 29'ê mehê dê Eskîşehîr û Gîresun, Bolu û Goztepe bi hev re bilîzin. Her du tîmên bi ser bikevin dê bi hev re fînalê bilîzin û yê serketî dê derbasî Lîga Super bibe.
Fenerbahçe û Olympiakos fînalê dilîzin
Di EURO Lîg a basketbolê de tîma Tirkiyeyê Fenerbahçeyê Real Madrîd bi 84-75 têk biribû û derketibû fînalê. Fenerbahçe bi vê yekê bû du caran derdikeve fînala Euro Lîgê. Di Euro Lîgê de reqîbê Fenerbahçeyê Olympiakos e ku maç 21'ê mehê li Salona Sinan Erdem a Zeytînbûrnûya Stenbolê tê lîstin. Di maçê de wê yekemînê Euro Lîgê diyar bibe.


