Diyarname
Îro Roja Serjimariya Dinyayê ye. UNFPA plansaziyeke li ser jinan pêşkêş kir. Lê rewşa dayikên kurd?
Fona Serjimariya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) ji bo di 11'ê tîrmehê Roja Serjimariya Dinyayê de mijareke diyar dike û wê salê li ser wê mijarê disekine.
UNFPA'yê îsal bi sernavê "Plansaziya Malbatê ji Mirinê Rizgar Dike" plansaziyeke amade kiriye û li ser çima di dema welidandinê de jin dimirin disekine.
Li gor agahiyan li Tirkiyeyê her sal 387 dayik ji ber bêtevdîrî di dema zarokanînê de dimirin. Li dinyayê jî her deqe dayikeke dimire. Her wiha ger tevdîr bê girtin ji sisêyên yekê van dayikan dê nemirin. UNFPA dibêje ger li ser plansaziya malbatê bê sazkirin dê bikaribin pêşî li nîvê van mirinan bê girtin.
Dîrektorê Birêvebirina UNFPA'yê Ehmed Obaid dixwaze hemû hikumet li ser plansaziya malbatê tiştên ku divên bînin cih û di sala 2015'an de hemû dinya bibe xwedî îmkanên welidîneke bitendurist.
Di welidîna jinan de hin talûke:
- Jinên ku berî temenê 18'an an piştî 35'an bibin ducanî (biheml) rîskekê di nava xwe de dihebînin.
- Jinên ku zarok bînin dinê, piştre bêyî du salên wan temam bibin zarokek din jî bînin xwedî rîsk in. Her wiha yên ku ji çar zarokan zêdetir bînin jî.
Li ser jinên kurd heta niha îstatîstîkên berbiçav nîn in. Kes nizane di nav kurdan de her sal çend jin ji ber welidînê jiyana xwe ji dest didin. UNFPA diyar dike ku jinek ji çar zarokan zêdetir anîbe dinê rîska mirinê pêre heye, lê dayikên kurd heta niha du qadê çaran anîne dinê, ev dê çawa be, yan jî îstatîstîkên UNFPA'yê bi kêrî dayikên kurd tên an na ew jî nediyar e.
Yek ji xalên Roja Serjimariya Dinyayê jî serjimariya gelan e. Di vê rojê de kurd hem ji vê plansaziyê bêpar in, hem jî di vê rojê de sedî sed nizanin hejmara wan çiqasî ye.
Foto: Adem Sonmez (ji ademsonmez.com hatiye girtin)