logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Rêwîtiya peyvan:  Reqabet
  2. Bandora 'Odysses' li ser zimanê yewnanî û pirtûka wê
  3. Zimanxane ji bo dersên kurdî li benda serîlêdanan e
  4. Kodên Naziyan şikandibûn, bingehên Hişên Çêkirî danîbûn; Alan Turing çîrok jî nivîsiye
  5. Amadekariyên pîrozbahiya sedsaliya Qamişloyê tên kirin
news-details

Îdîa: Hevpeymana PDK-MÎT’ê li ser xendekan

Rojnameya Hawlatî ya ku li Herêma Kurdistanê rojane tê çap û belavkirin, belgeneyeke nepenî li ser kolandina xendekan be

  • Dîrok: 27/04/2014
  • Beş: Nûçe

HEWLÊR (DÎHA) 

Rojnameya Hawlatî ya ku li Herêma Kurdistanê rojane tê çap û belavkirin, belgeneyeke nepenî li ser kolandina xendekan belav kir. Li gor wê belgeyê, xendekên di navbera Rojava û Herêma Kurdistanê de bi peymanekî di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û MÎT’a Tirkiyê de hatiye kolandin.

Rojnameya Hawlatî di hêjmara xwe ya îro de nûçeyek bi manşeta: “Li gor belgenameyeke nehênî ya Wezareta Derve ya Tirkiyê ji bo balyozxaneya welatê xwe ya li Hewlêrê: PDK û MÎT li ser kolandina xengan rêkeftine” belav kir. Di despêka nûçeyê de wiha tê gotin: “Tirkiye wê ji bo bihêzkirina PDK’ê ya li hundir û derveyî Herêma Kurdistanê kar bike. Ev jî li gor belgenameyeke veşartî ya wezareta derve ya Tirkiyê ye ku di nav de rêkeftina MÎT û PDK’ê ya li ser kolandina xendekan navbera Rojava û Herêma Kurdistanê de berdewam bin.”

Hawlatî di berdewama nûçeya xwe de radigihîne ku kopiyeke wê belgeyê ketiye destê wan, pileya wê ya nepenî (veşartî) heye û di bin navnîşana ‘Çend biryar ji bo bihêzkirin û xwe cih kirina Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê’ û bi awayekî ‘Taybet ji bo cihê peywendîdar’ pêşkêşî balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê hatiye kirin. Hawlatî radigihîne ku tevî dîroka şandina wê belgeyê ne diyar e, lê naveroka wê ron û eşkere ye.

Li gor wê belgeyê, misteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan li Hewlêrê ligel berpirsên PDK’ê civiyaye û bi rêya komîteya dualî ve 3’ê biryar girtine. Rojname behsa xalên wê biryarê dike; “Me di civîna sibatê de biryar girt ku di kolandina xendekên li ser sînor de berdewam bin. Ji bo em bi rêya wan xendekan rêya kesên rûbirûyê Tirkiyê dibin bigirin û ger pêwîst jî bike, di navê de mûdaxele bikin.”

Hawlatî radigihîne ku li gor wê belgeyê xalekî din jî taybet li ser wê yekê ye ku zextê li Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bikin û li sînorê “Rêveberiya bakûrê Iraqê (Herêma Kurdistanê) û Sûriye hêzek bi navê Cebhet el-Nusra heye û hewl bê dayîn ku xebatên wan ên ji bo baskê leşkerî were zêdekirin û hêsanîkirin.”

Divê YNK were lewazkirin. 

Li gor heman rojnameyê, di xala dawî de tê gotin ku divê PDK’ê têbigihînin ku partiyên kurdî yên li herêmê nabe bi ti awayî li dijî neteweya Tirk bin û bi taybet jî YNK; “Hikûmeta ku sibe were avakirin jî, pêwîste em di nav de wisa li YNK’ê bikin ku bikeve di rewşeke wisa de nekare dijberiya nirxên Tirkiyê bike.”

Di beşek din a wê belgeyê de wiha tê gotin: “Li bakurê Iraqê hinek tiştên girîng hene, me bi rêya dewleta xwe û di çarçoveya nexşerêya me de ye. Despêkê bihêzkirina partiya Barzanî li navxwe û derve. Ligel vê yekê jî partî, aliyên siyasî û muxalifeta ku li dijî nirxên neteweya Tirkiyeyê yên li Iraq û Sûriyê werin bê bandorkirin.”

Di wê belgenameyê de tê eşkere kirin ev yek wê diyar bike ku karê balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê çalak e û wiha tê gotin: “Rêkeftinên me yên ligel partiya Barzanî, derfetê pêşketina xebata me ya siyasî ya li herêmê (Herêma Kurdistanê) pêş dixe.” 

Li ser rewşa Sûriyê jî di belgeyê de wiha tê gotin: “Rêveberiya bakurê Iraqê bi awayekî giştî û aloziyên Sûriye bandorekî nerênî li ser kurdan dike. Ev jî armanca me ya yekemîn e.”

Di belgeyê de derbarê Herêma Rojava de jî wiha tê gotin: “Li wê derê hinek rêveberiyên nêzî PKK’ê hene. Divê di warê dîplomasî û sîxuriyê de bibin armanc û bên lawazkirin. Wan îdareyan (mebest kantona Efrîn, Qamişlo û Kobanê) li navxwe û derve, em bi destlêwerdanê lawaz bikin û ji nav bibin. Ger çi aliyek jî piştgiriya wan bike, em ji nav bibin.”

Rojnameya Hawlatî di dawiya nûçeya xwe de radigihîne ku wan nekarîne bi temamî rastiya wê belgeyê piştrast bikin û tevî ku ji gelek aliyan ve hewldane. 


Parve Bike

Youtube Me

diyarname podcast#H.KovanBaqî# #diyarname #3deqe#nivîskar#

news

diyarname podcast# #diyarname #3deqe#diyarnamenûçe#nivîs#nivîskar

news

Bandora vî fîlmî li ser pirtûkan û li ser ziman

news

diyarname podcast #diyarname #football #3deqe #deng #recitimlmrekullueshemlkuranit #nivîs #futbol

news

Tifaqî = Hezkirin

news

diyarname podcast#diyarname Nivîskarê navdar Daniken mir #booktok #pirtûk #pirtûkênkurdî #books #

news

DILDAya Selahattin Demirtaşî

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

Omer Dilsoz: (di)yekrêzî

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

Diyarname Podcast shorts#booktok #kovar#nûbihar# #pirtûkênkurdî #diyarname

news

Omer Dilsoz: Ka “şîva miriyên vê fûarê!”

news

Diyarname Shorts sernivîs nûçe #podcast#nûçe#çandhuner

news

Roja Tiwaletê

news

"Em neviyê Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Meleyê Cizîrî ne; em rêhevalê Baba Tahirê Ûryan in"

news

Dixwazin zozaneke din a kurdan talan bikin

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Dilşêr Bêwar: Tava li belekiyan bişirî

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 30 07 2026

Amadekariyên pîrozbahiya sedsaliya Qamişloyê tên kirin

news
  • 29 07 2026

Zimanxane ji bo dersên kurdî li benda serîlêdanan e

news
  • 27 07 2026

Neviyê Şêx Seîd Hasan Basrî Firat mir

news
  • 26 07 2026

Serdan çêbû; Deriyê Nisêbîn-Qamişloyê wê vebe? 

news
  • 25 07 2026

Di bernameya Yenî Partî de li ser kurdî çi nivîsîne?

news
  • 24 07 2026

Partiyek din beşdarî siyasetê bû: Yenî Partî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes 

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
Ev jî hene
ad

Batmanê tîmek mezin Goztepe Spor têk bir

ad

Muzaffer Îzgu wefat kir

ad

7 sal ceza li şaredarê BDP'yî birîn

ad

Êdî jin û mêr dikarin ji hev veqetin

ad

Nifûsa kurdên li Bakur çiqas e? TUÎK'ê eşkere kir

ad

Peykerê Lenîn xira kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Rêwîtiya peyvan:  Reqabet

  • 29 07 2026
news

Bandora 'Odysses' li ser zimanê yewnanî û pirtûka wê

  • 29 07 2026
news

Zimanxane ji bo dersên kurdî li benda serîlêdanan e

  • 29 07 2026
news

Kodên Naziyan şikandibûn, bingehên Hişên Çêkirî danîbûn; Alan Turing çîrok jî nivîsiye

  • 30 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname