ENQERE
CîgirêSerokê Giştî yê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu ji bo daxistina benda hilbijartinê ji sedî 10 ji bo sedî 3’yan pêşniyara guhartina Zagona Hilbijartina Parlementeran da.
Tanrikulu di sedema teklîf pêşkêşî Serokatiya Meclisê kir de wiha got: “Li welatê me di sîstema nûneriya nîsbî a benda ji sedî 10’ê ya hilbijartinê de tê bikaranîn, li pêş mafê gel yê nûneriyê astenga herî mezin e.”
Tanrikulu: “Ji bo diyarkirina bendekî hilbijartinê a adil ku nûneriya hemû aktorên jiyana civakî dike divê bend bibe sedî 3. Wekî ku tê dîtin nêzikatiya ku pêşî girtina li partiyên siyasî yên biçûk a desthilatdariya siyasetê nehatiye guhertin û li welatekî ku benda hilbijartinê a ji sedî 10 heyî de, qala demokrasiyekî rast kirin ne mijara gotinê ye.”


