Diyarname
Festîvala Fîlmên Karkeran a Navneteweyî îsal 4'emîn car li dar dikeve. Di festîvalê de 50 fîlm dê bêne nîşandayîn.
Festîvala Fîlmên Karkeran ji aliyê hin rêxistinên kedê û sendîkayan ve tê lidar xistin. Di nav saziyên ku piştgirî didin festîvalê de Halkevleri, Sine-Sen, Dev Saglık-İş, Birleşik Metal-İş, Hava-İş, Petrol-İş, Ses, Sendika.Org û TTB hene. Festîval îsal di navbera 1-7'ê gulane de bi diruşma "Dinyayeke din mimkûn e" li dar dikeve û di festîvalê de dê 50 fîlmên li ser qeyrana aborî, betalî, kedê û têkoşîna kedkaran bêne nîşandayîn.
Festîval li Stenbol, Enqere û Îzmîrê di heman demê de li dar dikeve û fîlm bê pere têne nîşandayîn. Li Stenbolê li Navenda Çanda Kazim Koyuncu û Navenda Çanda Fransiz, Sînemeya Yeşîlçam û Halkevî; li Enqereyê li Naenda Çanda ALman û Navenda Hunerên Hemdem; li Îzmîrê jî li navenda Dr. Selahattin Akçiçek û Navenda Çanda Alsancakê û li Halkevleri yên li Gultepe û Çigliyê dê bêne nîşandayîn.
Şeva vekirina festîvalê li Stenbolê dê li Navenda Yeni Melekê li dar bikeve. Şeva vekirinê dê ji aliyê Bennu Yildirim ve bê bi rê ve birin û belgefîlmê "Sedhezar kes bûn" yê li ser meş û greva Zonguldakê ya sala 1990-91'ê bê nîşandayîn.
Hin fîlmên van derhêneran dê festîvalê de bêne nîşandayîn:
Behmen Qubadî: Heyama Hespên Sermest
Ken Loach: Vaye Dinyaya Azad
Aki Kaurismaki: Ariel
İshak Işitan: Brukmanli Kadinlar
Robert Guediguian: Şehir Sakin
Ozcan Alper: Sonbahar
Yavuz Ozkan: Demiryol
Şerif Goren: Almanya Aci Vatan
Çagri Kinikoglu û Gloria Rolando: Nazim'in Kuba Seyahati
Ji bilî fîlman dê atolye, panel û gotûbêj li dar bikevin.