logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Amedsporê bi 5 golan tîma Başakşehîrê bi paş ve şand mal
  2. Li Girtîgeha Kobanî şewat çêbû: 9 kes mirin, 17 birîndar hene
  3. Parêzgarê Hesekê bi şêx û rûspiyên Qamişloyê re civiya
  4. Festîvala Fîlman a Silêmanî didome
  5. 'Practical Magic 2', 'The Umnknown' û yên din
news-details

Berhemeke dîrokî ya wêjeya kurdî: Terenumên Kurdî - Îlahiyên Dêran hat weşandin

  • Dîrok: 11/09/2025
  • Beş: Berhem

Diyarname
Berhemeke yekta û dîrokî ya wêjeya kurdî ya Mesîhiyan bi navê Terenumên Kurdî - Îlahiyên Dêran ji Bêndera Mesîhiyan hat weşandin. Ev pirtûk di sedsala 19'an de ji aliyê Keşe Muelim Melkî yê Qilitî ve hatiye amadekirin. Tê de 120 terenum (kilam-terane) û îlahiyên bi zimanekî edebî ku bi kurdî ne hatiye honandin. Berhem ji aliyê lêkolîner Mele Birhanê Tarînî ve ji bo çapê hatiye amade kirin ku wekî xezîneyeke veşartî ya wêjeya kurdî tê binavkirin. 

Yekîtiya berhemê
Mele Birhanê Tarînî li ser hesabê xwe yê tora civakî li  ser girîngiya vê berhemê wisa gotiye: “Nimûneyên vê berhema yekta di edebiyata kurdî de heta niha tune bû. Îlahiyên erebî, suryanî, ermenî, îngilîzî û latînî di nav Xiristiyanan de navdar bûn, lê ev cara yekem e ku berhemeke bi vî rengî ya bi kurdî tê dîtin.”
Pirtûk ji 120 îlahî û diayan pêk tê ku Keşe Muelim Melkî bi zimanekî edebî, menzûm, bi wezîn û qafiyeyeke rêk û pêk nivîsandiye. Mijarên pirtûkê lavakirina Xwedê, pesnê Mesîh-Îsa, guneh, axret, exlaq, şivanê qenc, weten û Orşelîm (Quds) in ku bi awayekî wêjeyî hatine honandin. Berhem li herêma Tor-Abidînê, li gundê Qilitê yê Mêrdînê ku sê mezhebên Mesîhî (Katolîk, Protestan û Ortodoks) lê dijiyan, beriya pirtûka Lawija Mor Basilyûs Şemûn derketiye holê.

Derbarê Keşe Muelim Melkî
Keşe Muelim Melkî li gundê Qilitê yê Mêrdînê ji dayik bûye û ji malbata Bêt Fetrosan e. Heta salên 1910'an li Midyadê ji bo malbata Bêt Hurmuz keşetî kiriye. Piştre, derbasî Beyrûta paytexta Libnanê bûye û li wir koça dawî kiriye. Melkî bi zimanên erebî, kurdî, suryanî û tirkî baş dizanibû. Lêkolîner Mele Birhanê Tarînî li ser jiyana wî hîn xebatên xwe didomine. Tarînî bang malbat û neviyên Keşe Melkî kir ku ji bo agahiyên berfirehtir da ku bi dest bixe, xwest bi wî re têkiliyê deynin.

Mela Birhanê Tarînî: Vejînerê Xezîneya Wêjeya Kurdî
Lêkolîner û nivîskar Mele Birhanê Tarînî ku perwerdeya xwe di medreseyan de qedandiye û du dîplomayên lîsansê bi dest xistiye, bi keşifkirin û weşandina gelek berhemên winda yên klasîk ên kurdî tê naskirin. Berhemên wî yên wekî “Xutbeya Mînberî”, “Tecwîda Kurdî”, “Dîwana Şêx Evdilqadirê Hezanî”, “Sîmatnameya Şêx Mihyedîn” û pirtûka li ser medreseyan, di warê wêjeya kurdî de çavkaniyên girîng in, hatine çapkirin û belavkirin. Tarînî herî dawî bi Terenumên Kurdî xezîneyeke din a wêjeya kurdî li qada edebiyata kurdî zêde kir.

Banga xwendinê û piştgiriyê
Mela Birhanê Tarînî dibêje ku ev berhem ne tenê ji bo civaka Mesîhiyên Kurd, lê ji bo hemû xwînerên wêjeya kurdî jî xwedî girîngiyeke mezin e. Ew bang li xwendevanan dike ku vê berhemê bixwînin û piştgiriyê bidin xebatên keşifkirina berhemên winda yên kurdî.

- Terenumên Kurdî - Îlahiyên Dêran / Terenum (kilam-terane) / Keşe Muelim Melkî / Amadekar Mele Birhanê Tarînî / 176 rûpel / 2025  

Parve Bike

Youtube Me

Gelo Gift Orban wê îsal 20 golan biavêje?

news

Festîvala Fîlman a Silêmanî didome #diyarname #deng #audiobook #recitimlmrekullueshemlkuranit #live

news

Hecî Bûbê

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 03 09 2026

Danasîna pirtûka 'Ez Çawa Bûm Pirek' hat kirin

news
  • 28 08 2026

Pirtûkek helbestan ‘Serêkaniyê’

news
  • 27 08 2026

E-Pirtûka “Gotinên Derûnkolerî” derket

news
  • 22 08 2026

Romanek û çîrokek, du klasîkên din ji bo kurdî hatin wergerandin

news
  • 20 08 2026

'Azadî: Bîranîn 1954-2021'

news
  • 13 08 2026

Ji Îrfan Amîda vê carê pirtûka çîrokan 'Dînolog' hat

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Yekîtiya li ser parçebûna başûrê Kurdistanê

ad

Çûyîna TUSÎAD’ê ya Hewlêrê hate talûqkirin

ad

Vê carê Bollywood di grevê de ye

ad

'Ew dimirin, hûnê hê çiqas bêdeng bimînin?'

ad

Şehîd Bêrîvan û Cizîra agirê berxwedanê

ad

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Amedsporê bi 5 golan tîma Başakşehîrê bi paş ve şand mal

  • 13 09 2026
news

Li Girtîgeha Kobanî şewat çêbû: 9 kes mirin, 17 birîndar hene

  • 12 09 2026
news

Parêzgarê Hesekê bi şêx û rûspiyên Qamişloyê re civiya

  • 12 09 2026
news

Festîvala Fîlman a Silêmanî didome

  • 13 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname