logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Kurd wê li salona Neteweyên Yekbûyî konferansek li dar bixin
  2. Komeleyan got: Ji bo wekheviyê ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerdehiya bi kurdî divê
  3. Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê
  4. Mamoste û xwendekaran bang kir: Vê biryarê rawestînin
  5. Li nav kurdan rewşa tîmên fûtbola jinan
news-details

‘Ben O Degilim’ bi ser ket, kurdî hate rojevê

Serketiyê festîvalê bû “Ben O Degilim”. Kazim Oz ku du xelat girtin bi kurdî axivî û banga wergera ji bo kurdî kir.

  • Dîrok: 19/04/2014
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz

Di merasima xelatdayîna Festîvala Fîlman a Stenbolê de “Ben O Degilim” bû fîlmê herî serketî. Derhêner Kazim Oz ku xelata juriyê girt, kurdî anî rojevê.

Ji bo merasima xelatdayîn û dawîlêanîna 33’yemîn Festîvala Fîlman a Stenbolê li Cemal Reşit Reya Stenbolê şevek hat lidarxistin. Di şeva ku lîstikvan Tulin Ozen pêşkêşvaniya wê kir de ji bo 85 saliya bûyîna nivîskar, rexnegir, werger û dîrokzan Giovanni Bcognamillo plaketek dan wî. Seroka Federasyona Rexnegirên Fîlman a Navneteweyî û Seroka Siyadê Alin Taşçiyan plaket da Scognamillo. Scognamillo ku bi kursiya tekelîn hat ser dikê sipasiya xwe kir û hêviya xwe ya ku hê dê gelek caran ew bên ba hev anî ziman. Temaşevanan li ser piyan ji bo wî li çepikan da.


Yilmaz Guney hat bibîranîn

Her wiha di merasimê de Marin Karmitz jî Xelata Rûmetê ya Sînemayê ji destê dîrektora festîvalê Azize Tan girt. Karmitz ku heta niha gelek fîlm kişandiye, ji bo gelekan productorî kiriye di girtina xelata xwe de wisa got: “Bi vê xelatê ez gelek hestewar bûm, ez dilşad bûm. Vê yekê ez deyndarê derhênerên mezin im. Bi vê yekê jî ez dixwazim Yilmaz Guney bibîr bînim.”

Di şevê de careke din bal kişandine ser parastina Sînemaya Emekê, her wiha biryara +18 ya Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê ku ev yek wekî sansurek li ser fîlman tê dayîn jî hat rexnekirin. 


'Diyarî hemû kesên îşkenceyê dikişînin'

Di şevê de fîlmê derhêner Tayfun Pirselimoglu bi fîlmê xwe “Ben O Degilim” (Ez ne ew im) xelata Fîlmê Herî Serketî, Senaryoya Herî Serketî û Muzîka Herî Serketî girt. Pirselimoglu piştî xelatgirtinê wisa got: “Par gelek zarok mirin. Par senaryoyeke pir xirab hatibû nivîsîn bû. Ez hêvî dikim îsal dê senaryoyeke baş bê nivîsîn.”

Lîstikvan Vadeyi Percin ku bi rola di “Ayhan Hanim” de Xelata Lîstikvana Herî Serketî girt ev tişt aîn ziman: “Ez vê xelata xwe diyarî hemû kesên li hemû dinyayê, li welatê me eziyetê dikişînim, îşkenceyê dibînim dikim.”

 

Marquez hat bibîranîn 

Derhêner Kazim Oz ku bi fîlmê xwe “Hebû Tune bû” “Xelata Juriyê ya Fibresci” û di beşa Laleya Zêrîn a Neteweyî de Xelata Juriyê ya Taybet girt,bi kurdî dest bi axaftina xwe kir û wisa got: “Min dixwest kurdî bi domînim lê wergêr nîn e. Ji bo îngilîzî werger heye lê ji bo kurdî nîn e. Qîmeta me bi qasî îngilîzî jî nîn e?” Oz ku pêşniyara wergera ji bo kurdî di festîvalên bê de kir, xelata xwe diyarî nivîskar Gabriel Garcia Marquez kir ku çend roj berê wefat kiribû.

Di şevê de ji bo Laleya zêrîn ya Navneteweyî 25 hezar Euro (10 hezar ji bo Fîlmê Herî Serketî, 10 hezar ji bo şîrketa belavkar û 5 hezar jî ji bo Xelata Taybet a Juriyê), di Pêşbaziya Neteweyî de 150 hezar TL dan Fîlmê Herî Serketî, 50 hezar TL jî dan derhênerê Herî Serketî. 60 Hezar TL î dan ji bo fîlmê ku Xelata Taybet a Juriyê girt. Ev 60 hezar TL Anadolu Efes girt ser milê xwe ku ev xelat li ser navê Onat Kutlar ji bo bîranîna wî tê dayîn. Her wiha li ser navê Seyfi Teoman jî Xelata Fîlmên Pêşî didin derhênerek ji Tirkiyeyê. Xelata vê beşê ji bo pênc salan Cem Yilmaz girtiye ser milên xwe ku fîlmê bê xelatkirin bi 30 hezar TL tê xelatkirin. Ji bo xelata FACE’yê jî 10 hezar Euro tê dayîn.

Vane fîlm û kesên ku di şevê de xelat girtin:


Pêşbaziya Laleya Zêrîn a Navneteweyî:

- Fîlmê Herî Serketî: “Blind / Korî” (Derh. Estil Vogt)

- Xelata Juriyê ya Taybet: “Papusza” (bi navê “Taş Bebek” hat nîşandayîn, derh. Razvan Radulescu)

Pêşbaziya Laleya Zêrîn a Neteweyî:

- Fîlmê Herî Serketî: “Ben O Değilim” (Derh. Tayfun Pirselimoglu)

- Derhênerê Herî Serketî: Onur Unlu (İtirazim Var)

- Xelata Taybet a Juriyê: “He Bû Tune Bû” (derh. Kazim Oz)

- Lîstikvana Herî Serketî: Vahide Perçin (Bi rola di Ayhan Hanim de)

- Lîstikvanê Herî Serketî: Serkan Keskin (Bi rol adi İtirazim Var de)

- Senaryoya Herî Serketî: “Ben O Degilim” (derh. Tayfur Pirselimoglu)

- Derhênerê Dîmenê yê Herî Serketî: Ahmet Sesigurgil (Bi fîlmê Silsile)

- Muzîka Herî Serketî: “Were Dengê Min” (Ali Tekbaş, Serhat Bostanci, A.İmran Erin) û “Ben O Degilim” (Giorgos Komendakis)

- Vesazkirina Herî Serketî: Claudine Avetyan “bi vesazkirina “Şarki Soyleyen Kadinlar” a derh. Reha Erdem)

- Xelata Seyfî Teoman a Fîlmê Pêşî: “Nergiz Hanim” (Derh. Gorkem Şarkan)

Xelata FACE ya Konseya Ewropayê

- Fîlmê Herî Serketî: Trans X İstanbul (Derh. Maira Binder)

Xelata Fibresci

- Fîlmê Herî Serketî di Beşa Navneteweyî de: 20.000 Days on Earth (derh. Jane Pollard)

- Fîlmê herî Serketî di Beşa Neteweyî de: Hebû Tune bû (Der. Kazim Oz)

Xelata Radikalê ya Gel

- Fîlmê Herî Serketî di Beşa Navneteweyî de: Tom a la ferme (derh. Xavier Dolan)

- Fîlmê Herî Serketî di Beşa Neteweyî de: Were Dengê Min (derh. Huseyîn Karabey)

- Xelata Cineuropa.org: Were Dengê Min (derh. Huseyin Karabey)

 

 ***  

Nûçeyên li ser Festîvala Stenbolê ya Îsal:

- Di festîvalê de du rojên dawîn 

- 'Hebû, tune bû' li wir çîrokek hebû 

- Di festîvalê de belgefîlmên li ser kurdan 

- 10 deqe paşê dê Parîs têk here! 

- Di vekirina Festîvala Fîlman de ji bo Yilmaz Guney silav şandin 

- Şahiya fîlman: Bernameya Festîvala Fîlman a Stenbolê eşkere bû 

- Serokê Juriya Laleya Zêrîn diyar bû 

- Festîvala Stenbolê li benda fîlman e       

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news

Gelo Gift Orban wê îsal 20 golan biavêje?

news

Festîvala Fîlman a Silêmanî didome #diyarname #deng #audiobook #recitimlmrekullueshemlkuranit #live

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 15 09 2026

Emmy hamey vilakerdişî

news
  • 13 09 2026

Festîvala Fîlman a Silêmanî didome

news
  • 12 09 2026

'Practical Magic 2', 'The Umnknown' û yên din

news
  • 08 09 2026

Festîvala FîlmAmedê hat taloqkirin

news
  • 07 09 2026

Li Hesekê şevbuhêrkek helbestan

news
  • 02 09 2026

Ji bo kurtefîlman dema serîlêdanê ye

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Siyasetmedar Hemîd Kiliçaslan wefat kir

ad

Zana Farqînî: Li ser kurdî bandora neyînî ya tirkî*

ad

NY: 176 hezar kesî koç kir

ad

Kurmê darê ji darê ye

ad

Sirri Sureyya Onder çû Zeytînbûrnû cihê bûyerê

ad

Lîsteya Demokrasiyê: Tirkiye di rêza 103'yan de ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Kurd wê li salona Neteweyên Yekbûyî konferansek li dar bixin

  • 15 09 2026
news

Komeleyan got: Ji bo wekheviyê ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerdehiya bi kurdî divê

  • 14 09 2026
news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

  • 14 09 2026
news

Mamoste û xwendekaran bang kir: Vê biryarê rawestînin

  • 14 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname