logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

10 deqe paşê dê Parîs têk here!

  • Dîrok: 10/04/2014
Wisa bifikirin: 10 deqe paşê bajarê ku hûn lê dijîn, em bibêjin Amed, bajarê dîrokî, yê ku hûn gelek jê hez dikin dê bi bombeyan bi hewa bikeve; temamê bajar wê têk here û pêre jî mîlyon û nîv mirov... Hûn dê çi bikin?

Sala 1944. Ji mehan, meha gelawêjê. 2'yemîn Şerê Cîhanê yê Dinyayê hê didome. Hîtler hê li ser kar e lê diyar e ku dê êdî ber bi têkçûnê ve here. Di demeke wisa de biryareke wisa digirin: Parîs dê bê tunekirin! Biryar teqez e û deh deqîqe paşê General Dietrich von Choltitz dê fermana xwe bide û êdî li ser rûyê dinyayê dê ciheke bi navê Parîs tune be. Ji bo vê yekê hemû pir, avahiya operayê, garên trênan, avahiyên dîrokî, her der... Bombeyan dixin bin her derê û li benda biryarê ne. Biryar jî dê di nav deh deqîqeyan de bê dayîn. Tam wê demê Mutefîk ber bi Parîsê ve ketine rê. Generalê alman Dietrich von Choltitz dê biryarê bide. Tam di dema li benda biryardayînekê ne balyozê Swêdê Raoul Nordling dikeve hundir û ligel Von Choltitz dikeve nîqaşa ku hêrs, kîn, rehm û bêrehmî dadikevin û bilind dibe... General biryara xirakirinê bide dê bajar têk here, biryara xwe betal bike dê zarokên wî li Almanyayê bêne darizandin, belkî bêne kuştin... Di dawiyê de dev ji biryardayînê ber dide û bajar li ser piyan dimîne.
Derhênerê navdar Volker Schlondorff ku xelata Palmiyeya Zêrîn jî di nav de bi fîlmên xwe gelek xelat girtine, li ser vê bûyera rastîn fîlmê bi navê "Dîplomasî" kişandiye. Fîlm yekem car di çarçoveya Festîvala Fîlman a Berlînê de hat nîşandayîn û niha jî bû mêvanê Festîvala Fîlman a Stenbolê.
Nîqaşa di navbera Dietrich von Choltitz (Niels Arestrup) û Raoul Nordling (Andre Dussollier) de û lîstikvaniya wan hêjayî temaşekirinê ye.

Fîlm ligel bêrehmiya biryara dîktatorek, di heman demê de fenekiya dîplomatek, pêre jî fikirîna têkçûna bajarek bi awayekî serketî nîşanî temaşevanan dide.

***
Festîvala Fîlman a Stenbolê 5'ê mehê dest pê kir û heta 20'ê mehê dê bidome. Min heta niha ji bilî Dîplomasî li fîlmên "PHILOMENA" (Derhêner: Stephen Frears. Wekî  "Li dû hêviyê" wergerandine) û "Vegera li Humusê"(Derhêner: Talal Derki) jî temaşe kir. Ez dikim ku heta dawiya festîvalê li dor 15 heban temaşe bikim. Bi ya min her fîlm çîrokek, her fîlm dinyayek e. Ma ne tiştek xweş e mirov di nav wan dinyayan de winda bibe... 
***

Wekî pêşniyar:
Belgefîlmên di çarçoveya "NTV Belgesel Kuşagi" (Beşa Belgefîlman a NTV) de têne nîşandayîn hêjayî temaşekirinê ne.
Di festîvalê de hin fîlm û belgefîlmên derhênerên kurd hene. Hêjane ku mirov bala xwe bide ser wan.
Her wiha, di gera li fîlmên balkêş de her kes dê bikaribe ji bo xwe fîlmekî/hin fîlmên balkêş bibîne. Ji ber ku festîval hilbijêreke mezin pêşbêş dike. 
 
 
Kunye:

Dîplomasî:
Derhêner: Volker Schlöndorff 
Senaryo. Cyril Gély, Volker Schlondorff
Derhênerê dîmenê: Michel Amathieu 
Edît: Virginie Bruant 
Muzîka taybet: Jorg Lemberg
Lîstikvan: André Dussollier, Niels Arestrup, Burghart Klaussner, Robert Stadlober, Charlie Nelson, Jean-Marc Roulot 
Sazkar: Marc De Bayser, Frank Le Wita 
Şîrketa sazkar: Film Oblige 
Sala kişandinê: 2014
Mawe: 84 deqîqe
 
 
 
 
 *** 

 

Nûçeyên li ser Festîvala Stenbolê ya Îsal:

- Di vekirina Festîvala Fîlman de ji bo Yilmaz Guney silav şandin 

- Şahiya fîlman: Bernameya Festîvala Fîlman a Stenbolê eşkere bû 

- Serokê Juriya Laleya Zêrîn diyar bû 

- Festîvala Stenbolê li benda fîlman e   


Hin Nivîsen Nivîskar

Li ser zimanê Diyarnameyê ji bo baldariya çend nivîskaran

  • 16 Adar 2011

Her dem, ez gotinên xwe raste rast dibêjim. Carinan ez ji vê zirarê jî dibînim, bila... Mesele ev e: Ez ji gotinên Îbrahîm Seydo Aydogan ên di facebooka wî de aciz...

Daxwazeke ji Şaredarên Kurd

  • 15 Tebax 2009

Ev demekê ye ez dixwazim vê nivîsê binivîsim. Ev nivîs bangeke ji bo hemû şaredarên kurd e yên ku li kêleka Çemê Dîcle şaredariyê...

Ji bo Enwer Karahan nameyeke eşkere

  • 01 Pûşper 2009

Kekê Enwer Karahan silav Ez hêvî dikim tu baş bî.Heta niha û ji niha û pêde jî ne terciha min e ku ez xwe bidim nîqaş kirin. Qet ez naxwazim ez bibim...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Eyaleta Saarland a Almanyayê li mamosteyên kurdî digere

ad

BDP’ê êrîşa Artêşa Tirk a li dijî Rojava ji Serokwezîr pirsî

ad

Trump: Ez sipasiya Rusya, Tirkiye, Iraq û Kurdan dikim ku piştgirî dan operasyonê

ad

Qeybî Covid-19 şahîke bi dronan

ad

Fîlmên ji Sînemaya Yewnanistanê li benda temaşevan in

ad

Fînalîstek diyar bû dora yê din e

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname