Amed
Lîstika bi navê "Moraşîn" wê di çarçoveya 11'emîn Mihrîcana Şanoya Navneteweyî ya Amedê de bê pêşkêşkirin. Derhênerê lîstikê Qutbedîn Sadiqî (Ghotbedîn Sadeghî) got, "Pirsgirêka herî mezin a şanoya kurdî dûrketina wê ya ji civakê ye. Li vir barekî mezin dikeve ser milê hunermendên kurd."
11'emîn Mihrîcana Şanoya Navneteweyî ya Amedê ku ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin a Amed ve bi diruşma "Diyalog ji bo Aştiyê" tê lidarxistin, dê îro bi promiyera lîstika "Moraşîn" dest pê bike.
Di lîstikê de nêzîkî 50 lîstikvan û reqsvan têde cih digirin. Di lîstikê Nûrşen Adiguzel, Yavuz Akkûzû, Nazmî Karaman, Rêzan Kaya, Leyla Batgî, Omer Şahîn, Sena Ozbey, Erhan Mîr, Mesut Erencî, Şehabettin Daf, Salih Yildozoz, Şahperî Alphan, Perinaz Delazy, Mehmet Veysî Yoldaş, Eyup Kan, Hava Akçiçek, Şevîn Yel, Sadettîn Înal, Omer Akkan, Halît Aslan, Şiyar Yaşa, Nurcîhan Yilmaz, Gulşen Yaşar û Meryem Turk dilîzin.
Lîstika dramatîk feyzê ji destana kurdî ya bi navê "Gênc Xelîl" digire û çîroka Genco û Moraşînê vedibêje ku ew ji ber şer û xizaniyê ji hev dûr ketine. Li ser vê şanoyê ku evîn, fedakarî, berxwedan û hêmanên mîtolojîk dihewîne derhênerê lîstinê Qutbedîn Sadiqî ji bo MA'yê axiviye.
Va ne hin gotinên derhêner Sadiqî:
- Dema ku em li rewşa şanoya kurdî ya dîrokî, erdnîgarî û civakî dinêrin, em dibînin ku ew bi berdewamî di bin dorpêçê de ye. Aliyê aborî jî rasterast bandorê li vê pêvajoyê dike. Bi kurtasî, dema ku em ji her alî ve li şanoya kurdî dinêrin, em dibînin ku ew li hember krîzan serî netewandiye, lê di hundurê xwe de mijûl bûye û hewl dide şaxên nû yên hunerê biafirîne.
- Divê şanoya kurdî ji nû ve bi civakê re bibe yek û di vî warî de barekî mezin dikeve ser milê hunermendên kurd
- Huner, bi taybetî şano, divê beşek ji jiyana rojane ya mirovan be û hunermendên şanoyê divê karibin bi hunera xwe şahî û bedewiyê pêşkêşî temaşevanên xwe bikin. Mixabin, şanoya me niha di rewşeke qels de ye û hema bêje li ber mirinê ye. Ji bo ku şano ji nû ve jîn bibe û balê bikişîne ser xwe, divê rewşenbîr û hunermendên me yên şanoyê berpirsiyariyê bigirin ser xwe û şanoyê ji nû ve bi civakê ve girê bidin. Ev ne tenê li ser hunerê ye, li ser vejandina çanda me ye.
- Gava herî girîng ji bo pêşketina şanoya kurdî ew e ku bi awayekî rast çanda kurdî bê pêşxistin û ji rexne û xwerexneyan re vekirî be.
- Em hê bi tevahî ji çanda devkî derbasî çanda nivîskî nebûne, divê em li ser vê yekê bixebitin. Di vê çarçoveyê de, rola wergêr û rewşenbîrên me pir girîng e. Divê em şanonivîs û wergêrên xwe bînin cem hev û bi rêya xebata hevbeş dest bi wergerandina nivîsên hêja bikin. Divê ev nivîs ku ji deh heta sed rûpelan dirêj in, bi awayekî akademîk bên wergerandin. Ev ne tenê divê hewldaneke teknîkî be, divê hewldaneke neteweyî be ji bo modernîzekirina ziman û hunera me.
- Armanca wê ne tenê nîşandana bûyerên dîrokî an bûyerên li Kurdistanê ye, di heman demê de nîşandana rih û kûrahiya ramana gelê kurd bi rêya şanoyê ye.
- Ji bo min, şano ne tenê amûreke şahiyê ye, platformek e ku huner û hebûna Kurdî lêkolîn bike. Di vê xebatê de, min hewl da ku pirrengiya jinên kurd bi awayekî rûmetdar pêşkêş bikim. Jinên kurd ne yekreng in; ew xwedî gelek çand û rengan in; ji ber vê yekê, di lîstika Moraşînê de, min xwest vê pirrengî û dewlemendiya çanda jinan aşkera bikim. Ev şano ji bo min derfetek bû ku ez vî ruhî dramatîze bikim û hestên mirovan bi awayekî hunerî bilind bikim."
- Ger em di warê naverok, şano, cil û berg û performansê de negihîjin asteke bilind, em ê nikaribin di hunera cîhanê de cihê xwe bigirin. Tekane rêya pêşxistina rastîn a şanoya Kurdî û bandorkirina li ser civakê, xebata profesyonel û bi hunerî ye. Ji senaryonivîsandinê bigire heta sehneyê, divê em hemû hûrguliyên şanoyê li gorî pîvanên hunerî yên bilind amade bikin. Ev ne tenê erk e, pêdivîyek dîrokî ye ji bo vejandina şanoya me.


