logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Şahiya fîlman: Bernameya Festîvala Fîlman a Stenbolê eşkere bû

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê îsal bi ser 200'î de fîlman ji welatên cur bi cur pêşkêş dike. Di nav van de

  • Dîrok: 06/03/2014
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê îsal bi ser 200'î de fîlman ji welatên cur bi cur pêşkêş dike. Di nav van de fîlmên derhênerên kurd jî hene.

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê ku ji aliyê ÎKSV (Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê) ve tê organîzekirin îsal 33'yemîn car deriyên xwe vedike. Festîval îsal di navbera 5-20'ê avrêlê de li dar dikeve. Ji bo pêşkêşkirina bernameya festîvalê êvara 5'ê mehê li Marti Hotela Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê. Midûrê Giştî yê ÎKSV Gorgun Taner, Midûrê Akbankê ku sponsor e Hakan Binbaşgil û Dîrektora Festîvalê Azize Tan axivîn.

Di 20 beşên festivalê de îsal bi ser 200'î re fîlm dê bêne nîşandayîn. Her wiha gotûbêjên bi sînemager, xebatên atolyeyê û dersên sînemayê jî dê bêne dayîn.

Fîlmên ji Festîvala Sundance û Berlînê ku xelat girtine, fîlmên derhênerên navdar, belgefîlm û fîlmên ji bo zarokan li benda temaşevanan in.

Xelatên rûmetê didin 7 kesan

Festîval her sal Xelatên Rûmetê dide kesên ji bo sînemayê ked dane. Îsal senarîst Umur Bugay, lîstikvan Sevda Ferdag, sazkar Abdurrahman Keskiner, lîstikvan Eşref Kolçak, muzîkar Atilla Ozdemiroglu, derhêner senarîsk û sazkar İrfan Tozum dê ji Festîvalê Xelata Rûmetê bigire. Her wiha avakarê şîrketa sazkirina fîlman a fransiz MK2 Marin Karmitz jî ji bo 40'emîn salvegera şîrketê û xebatên wan ên sînemayê bi Xelata Rûmetê ya Sînemayê tê xelatkirin.


Xelata Serketina di Hemû Jiyanê de

Derhênerê polonî Andrzej Wajda jî dê Xelata Serketina di Hemû Jiyanê de ji festîvalê bigire. Wajda di fîlmên xwe de li ser dîrok, şer û qedera mirovan her fîlman dikişîne. Di vê çarçoveyê de fîlmê wî "Walesa: Man of Hope" bê nîşandayîn. Ji ber ku ew ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê nikare bê Stenbolê, serlistikvanê fîlmê dê li ser navê wî xelatê bigire. "Walesa" 12'yê mehê roja şemî dê bê nîşandayîn.


Xelatên Festîvalê

Di festîvalê de beşên têne meraqkirin Pêşbaziya Laleya Zêrîn a Navneteweyî ye ku fîlmên navneteweyî beşdar dibin û Pêşbaziya Laleya Zêrîn a Neteweyî ye ku fîlmên ji Tirkiyeyê beşdar dibin.

Serokê Juriya Laleya Zêrîn a Navneteweyî derhênerê îranî Ashgar Farhadî ye ku wî bi "A Separation / Veqetînek" Xelata Fîlmê Biyanî yê Herî Serketî ya Oscarê girtibû. Li Berlînê jî Xelata Hirça Zêrîn girtibû. Farhadî ji bilî vê bi fîlmê xwe "The Past / Paşeroj" jî tê nasîn

Di beşa Pêşbaziya Neteweyî de jî serokê juriyê Derviş Zaîm e. Zaim di nav sînemaya Tirkiyeyê de xwedî cihekî taybet e.

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî

Di beşa Pêşbaziya Neteweyî de 10 fîlm hene ku ji wan du derhênerên kurd (Kazim Oz, Huseyin Karabey) jî bi fîlmên xwe di pêşbaziyê de ne. Di vê beşê de "Silsile" (Ozan Açiktan),  "Şarki Soyleyen Kadinlar" (Reha Erdem),  "Sesime Gel" (Huseyin Karabey), "Gittiler" (Kenan Korkmaz), "Kumun Tadi" (Melisa Onel), "Bir Varmiş Bir Yokmuş" (Kazim Oz), "Ben O Degilim" (Tayfun Pirselimoglu), "Deniz Seviyesi" (Esra Saydam & Nisan Dag), "Ayhan Hanim" (Levent Semerci) û

 "İtirazım Var" (Onur Unlu) dê bêne nîşandayîn û bi hev re bikevin pêşbaziyê.

Her wiha fîlmên din ên ji Tirkiyeyê di beşên "Derveyî pêşaziyê" û "Sînemaya Nû ya Tirkiyeyê" de bêne nîşandayîn.

Di beşa Di Sînemayê de Mafên Mirovan de jî fîlmên li ser mafên mirovan ku ev beş jî gelek balkêş e têne nîşandayîn.

Ji bo 100'emîn sala Sînemaya Tirkiyeyê 

Sînemaya Tirkiyeyê ku ketiye 100'emîn sala xwe bi beşeke taybet tê pîrozkirin. Ev beş di bin navê "Ji bo li Tirkiyeyê 100'emîn Sala Sînemayê Taybet: Hay ji Van Cotan Hebin" tê pêşkêş kirin û ji bo vê beşê 38 fîlm hilbijartine. Ji rolên cinsî heta desthilatdarî, ji pirsgirêka kurd, heta meseleya kêmareyan gelek fîlmên li ser mijarên cur bi cur têne nîşandayin.

Beşa Hosteyan

Di beşa derhêrên hoste de ji Atom Egoyan heta Andrzej Wajda, ji Terry Gilliam heta Philippe Garrel, Bertrand Taveriner, fîlmên gelek derhênerî têne nîşandayîn.

 

Fîlmên derhênerên kurd

Çend derhênerên kurd jî bi fîlmên xwe di nav bernameya festîvalê de cih girtine. Derhêner Kazim Oz bi fîlmê xwe "Hemû Tune bû", Huseyîn Karabey bi "Sesime Gel" di beşa Pêşbaziya Neteweyî de ne.

Fîlmê derhêner Ferit Karahan "Cennetten Kovulmak" jî di beşa "Derveyî Pêşbaziyê" de cih digire. Di beşa "Sînemaya Tirkiyeyê ya Nû" de fîlmê derhênerên kurd hene. Murat Eroglu bi fîlmê xwe "Şafakla Donenler", Aydin Orak bi "Mûsayê Bê Asa" cih digire. Her wiha di beşa belgefîlman de jî ji derhênerên kurd Veysi Altay bi "Berxwedana 33 salan Dayika Berfo", Ozgur Findik bi "Olagah Haller" di nav festîvalê de cih digire. 

Salonên sînemayê û buhaya bilêtan

Îsal li Beyogluyê li salonên Atlas û Beyoglu, li Nîşandaşi Nişantaşi City Life, li Ortakoy Salona Feriye û li Kadikoy salona Rexxê, her wiha li Îstanbul Modern û Muzeya Perayê dê film bêne nîşandayîn. 22'yê adarê bilêtên festîvalê dê bêne firotin û yên bixwazin hem ji Biletiks hem jî ji gîşeyên Atlas û Reksê dê bikaribin bilêtan bikirin.

Îsal buhaya bilêtan tam 16, xwendekar jî 11 TL ye. Fîlmên Galayên Akbankê bilêtên wan 20 TL ne. Fîlmên li İstanbul Modern, Muzeya Perayê û fîlmên ku nava hefteyê di seansên 11.00, 13.30 û 16.00'an de bêne nîşandayîn bilêtên wan bi 6 TL'yî ne. Wekî her sal fîlm di seansên 11.00, 13.30, 16.00, 19.00 û 21.30 de têne nîşandayîn. Di rojên în û şemî yên festîvalê de seansa 24.00 jî heye.


***

Têbinî: Li ser beşên taybet ên festîvalê rojên pêş de emê nûçeyên din pêşkêş bikin.

 

 

*** 

 

Nûçeyên eleqedar:

- Serokê Juriya Laleya Zêrîn diyar bû 

- Festîvala Stenbolê li benda fîlman e  

 

Parve Bike

Youtube Me
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

news
  • 04 06 2026

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

news
  • 03 06 2026

Festîvala Fîlman a 'Uçan Supurge' dest pê kir

news
  • 24 05 2026

Derhêner Mungiu cara diduyan Palmiyeya Zêrîn girt

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

200 parêzer li Nobeta Edaletê ya Şenyaşarê ne

ad

Şamê hikumet ragihand, kurd têde tune ne

ad

Gelê Rojava rêveberiya xwe ya xweser ava dike

ad

ANHA Tirkî tê girtin

ad

Sebeba xelatdayîna Ahmet Kaya

ad

Newşîrvan Mistefa hat oxirkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname