Diyarname
Komara Xweser a Kirimê bi referandûmekê biryar dabû ku ji Ukraynayê veqete û wekî welatekî serbixwe bi Federasyona Rusyayê ve bê girêdan, niha herêma Donetsk jî îlana xwe ya "Komara Gel" kir. Vê komara nû ji Rusyayê piştgiriya leşkerî xwest.
Li gor nûçeya ajansa Înterfaks a Rusyayê biryar hatiye girtin ku berî 11'ê gulanê referandûm çêbibe. Ji roja yekşemê ve çalakvanan çalakî li dar dixist. Meclisa Donetsk jî ji Rusyayê alîkariya leşkerî xwest.
Radyoya Dengê Rusyayê jî daxuyaniya Konseya Gel a Donetskê wisa ragihand: "Komara Gel a Donetskê wê li nav herêma îdarî ya Donetskê bê avakirin. Biryar piştî referandûmê dê di cih de bê pêkanîn."
Agahiyên der barê Donetskê de:
Donetsk herêmeke girêdayî Ukraynayê bû. Serjimariya wê nêzî mîlyonek e. Donetsk bi tîma xwe ya fûtbolê ya navdar Shakhtar Donetsk tê nasîn. Li herêmê madenên komir gelek in. Her wiha madeyên metalê jî li vê herêmê hene.


