Diyarname
Festîvala Belgefîlman a Mafên Mirovan ku li Stenbolê ji aliyê Documentarist ve tê li dar xistin îsal diyarî Ugur Kaymaz, Ceylan Onkul û Şaban Dayanan hatiye kirin.
Festîvalê îsal mijara xwe ya bingehîn li ser "zarok û mafên wan" amade kiriye. Di festîvalê de digel nîşandayîna belgefîlman, çalakiyên wekî şano, pêşangeh, panel jî hene. Festîvala ku bi diruşma "Kîjan mafên mirovan" lidar dikeve îsal diyarî Ugur Kaymaz û Ceylan Onkola hatin kuştin û Şaban Dayananê ku wefat kir kirine. Di festîvalê de li dor 40 belgef3ilmî hene.
Ji Perû, Hindistan, ji DYA heta Afganistan, ji Swêdê heta Senegalê û her wiha ji Tirkiyeyê gelek belgefîlm ên der barê mafê mirovan de dê bêne nîşandayîn. Festîvala ku 6'ê vê mehê dest pê dike heta 10'ê mehê li cihên wekî Salt, Duch Chapel û Tutun Deposuyê belgefîlm bê pere têne nîşandayîn.
Ji bo kesên eleqedar bernameya festîvalê:
http://www.documentarist.org/insan2011/program.html