BI YEKÎTIYA NETEWEYÎ AZADÎ PÊKAN E
Asya Abdullah
Li rojavayê Kurdistanê bi serkeftina þervanên YPG/YPJ’ê ya li dijî DAIÞ’ê roj bi roj cih li çeteyan teng dibe. Ji ber wê jî wekî berazên ku nikarin berê xwe bizivirînin, bi çavkorî êrîþî her derê dikin.
Çeteyên ku bi hemû hêza xwe dixwazin êrîþê Kurdistanê bikin û hemû destkeftiyên bi bedêlên mezin pêk hatine tune bikin; li Rojava têk çûn. Mînaka vê têkçûnê ya herî dawî Kobanê bû. Li Kobanê li hemberî hovîtiyeke bêsînor keç û xortên kurd dîroka qehremaniyê nivîsandin.
Li wê derê, ya ku bi ser ket ne hêza hovîtiya bêsînor, hêza mafdar û îradî bû. Tevî piþtgiriya hêzên ku ew cinawir afirandin jî; bawerî û israra þervan û lehengên kurd a ji bo serkeftinê, bû sedem ku cîhan ji têkçûneke dîrokî re þahidiyê bike. Her wiha bû sedem ku vîna ji pola ya Tevgera Azadiyê li cîhanê îsbat bibe.
Di van rojên dawî de li hemû eniyên þer ên derdora Kobanê, gelek serçeteyên DAIÞ’ê hatin kuþtin. Ên heyî jî hemû ji kesên ku bi darê zorê ji gundên derdorê kom kirine pêk tên.
DAIÞ’a ku li Rojava derbên giran xwar niha berê xwe daye baþûrê Kurdistanê. Diyar e ku heta jê were dê êrîþên xwe zêdetir bike û bi taybetî cihên ku çeteyan xwe lê bi cih kirine ji bo êrîþê bi kar bîne. Hemû gelên cîhanê dizanin ku ev projeyeke navdewletî ye û rola jê re hatiye dayîn dilîze. Bi bikaranîna îslamê hewl tê dayîn ku êrîþên DAIÞ’ê meþrû werin nîþandan. Mînaka vê yekê ya herî þênber kiryarên li dijî kurdên êzidî ye.
Bi hezaran jin û zarokên êzidî hê jî di destên çeteyên DAIÞ’ê de ne û her cure kirinên bêexlaq li ser wan tên pêkanîn.
Ketina çeteyan a gundek, taxek, navçeyek û bajarekî Kurdistanê, dibe sedem ku temenê vê hovîtiyê dirêj bibe. Ev yek tê wateya berdewamkirina kuþtin û hovîtiyê. DAIÞ li ku ji xwe re derfet û cihek bibîne dê ji bo êrîþê bi kar bîne.
Ji ber wê divê ku hemû kurd bi ruhê neteweyî nêzî hev bibin û ji bo têkbirina vê belayê bi hev re têbikoþin. Divê ku destûr nedin axa Kurdistanê ya qedîm, a ku bi xwîna sedhezaran þehîdan hatiye avdan qirêj bibe.
Ji bo ku hevgirtineke xurt a di navbera kurdan de pêk were, kongreya neteweyî þert e. Ger ku ev kongre çend sal berê pêk hatibûya dibe ku di warê parastina hevpar a parçeyên Kurdistanê de di serî de Baþûr rewþa hemû hêzan ji niha baþtir bûya. Ji ber vê yekê divê ders ji dîrokê û bûyerên salên dawî were girtin. Pêkanîna kongreya neteweyî dê ji bo hevqebûlkirina kurdan û nîqaþkirina nakokiyên navxweyî bibe mîladek.
Ger ku em bixwazin pêþî li komkujiyên wekî Þengalê û êrîþên ku li dijî Kobanê û tevahiya Rojava pêk hatin bigirin divê ku em ji bo pêkhatina kongreya neteweyî bi awayê herî cidî û encamgir bixebitin.
Divê ku destûr nedin sedemên biçûk li pêþiya yekitiya gelê kurd bibin kelem. Lewre di tu serdemek de kurd bi têkoþîna xwe re ewqas nebûne yek.
Di tu pêvajoyeke dîrokê de destkeftiyên ewqas mezin çênebûne. Ji bo ev destkeftî her û her mayînde bimînin divê ku ruhê di têkoþîna hevpar a gelê kurd de li hemberî DAIÞ’ê derket pêþ bi kongreya neteweyî ya kurd were sazûmankirin. Îro ji her demê zêdetir þert û merc ji bo lidarxistina vê kongreyê guncav in.
01.04.2015, Azadiya Welat