WAN
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê û Komeleya Pêşvebirina Çand û Zimanê Kurdî KURDÎGEH'ê di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de li Galeriya Hunerê ya Şaredariya Rêya Armûşê panela “Mafên mirovan û perwerdehiya bi zimanê zikmakî, nasname, wekhevî û dadmendî” li dar xist. Li eywanê pankarta “Ji bo zimanê Kurdî têkoşîn û xebat” û “Statuya Kurdî û perwerdehiya bi Kurdî” hatin daliqandin. Di panelê de Gokhan Işik weke moderator, Sekretera Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Dîba Keskîn û Sekreterê DADSAZ'ê parêzer Veysî Atay jî wekî axifger beşdar bûn. Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, rêveber û hevserokên DEM Partiyê û nûnerên saziyên sivîl beşdarî panelê bûn.
Pêşî moderator Gokhan Işik bal kişand ser girîngiya perwerdehiya bi zimanê zikmakî û got, "Ji bo bîreke kurdistanî ava bibe hewceye mirov vegere zimanê xwe."
‘Ziman hêmaneke sereke ya mafê mirovan e’
Piştre Veysî Atay diyar kir ku bi rêyeke gelek mezin kurd ji mafên xwe yên bingehîn hatine bêparkirin. Veysî Atay da zanîn ku peymanên navneteweyî mafê perwerdehiya zimanê zikmakî diparêze û got: “Li gor van peymanan li welatekî dadmend, demokratîk herkes dikarin bi zimanên xwe yên zikmakî perwerdehiyê bibînin. Dema em behsa perwerdehiya bi zimanê dayikê dikin, em di heman demê de behsa wekheviyê û demokrasiyê dikin. Ziman hêmaneke sereke ya mafên mirovan hatiye destnîşankirin. Lewma mafê perwerdehiyê mafê me yê bingehîn e û ev maf nasnameya me ye. Li gorî hiqûqa navneteweyî û peymanan divê dewlet mafê perwerdehiya zimanê dayikê qebûl bike û hewl bide ji bo zimanê dayikê dibistanan ava bike. Mesele tenê qebûlkirin nîn e, her wiha divê ji bo cîhbicîhkirina vî mafî xebat bên kirin.”
‘Demokrasî tenê hêmaneke hilbijartinan nîn e’
Veysî Atay behsa avakirina civakeke demokratîk kir û wiha axivî: “Demokrasî tenê hêmaneke hilbijartinan nîne. Demokrasî naskirina mafên herkesî ye û cîhbicîhkirina van mafan e. Hertim neteweyeke û zimaneke vî neteweyê yê serdest heye. Dewletên nedemokartîk tenê zimanê xwe wekî zimanê serdest dibîne û mafên neteweyên din ên perwerdehiya bi zimanê zikmakî qebûl nakin. Li Tirkiyeyê jî ev yek heye û di Qanûna Bingehîn de dibêje ‘Hemû kesên li Tirkiyeyê dijîn tirk in’. Ji ber vê yekê heke Tirkiye bixwaze civakeke demokartîk ava bike, divê ev yek bê guhertin.”
‘Divê kesên kurdî nezanin di nava siyasetê de cih negirin’
Paşê Dîba Keskîn mafê axaftinê girt û anî ziman ku ziman qebûlkirina vîna mirovan e. Dîba Keskîn diyar kir ku axaftina bi zimanê dê û bav bîra civakê diparêze û wiha pê de çû: “Heke em ji zimanê xwe qetiyan, em ji hişê xwe û ji civaka xwe diqetin. Em dibin mirovên çêker û em ji ruh û hestên welatê xwe dûr dikevin. Em ji axa xwe û ji hest û dîroka axa xwe qût nabin. Dema em qut nebûn em dikarin ji bo siberoja xwe tiştan biafirînin. Heke em nekaribin têkoşîna xwe raxînin li ber çavên zarokên xwe, dê zarokên me kêm bimînin. Her çiqas divê jin xwedî zimanê xwe derbikeve, lê belê divê mêr jî xwedî lê derbikeve. Zanîna zimanê zikmakî ne tenê tiştên rojane ne, zimanê zikmakî dîrok, gotinên mezinan, bîr, civak û hwd. e. Heke em niha di saziyên xwe de, di şaredariyên xwe de hêj jî tirkî biaxivin, nexwe ev têkoşîna heta niha hatiye meşandin ji bo çi ye? Em rica ji herkesî dikin bi kurdî biaxivin. Em ji siyaseta kurdan daxwaz dikim ku bila kesên kurdî nezanin di siyaseta me de cih negirin. Kesên ku êş û elemên me fêm neke nikare ji bo me siyaset û polîtîkayan jî bimeşîne.”
AW


