AMED
117 Rêxistinên Saziyên Sivîl ên Amedê êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî Kantona Kobanê ya li Rojava şermezar kir. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku parastina Rojava û piştevaniya bi Rojava re berpirsyariya dîrokî ya hemû kurdên cîhanê ye û banga parastina qezenc û piştevaniya mirovahiyê hat kirin.
Di dema daxuyaniya ku li ber Abîdeya Jiyanê ya Parqa Koşuyoluyê hate dayîn de gelek nûnerên bajar amade bûn û li ser navê saziyan serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî daxuyanî xwend. Elçî da zanîn ku serhidlanên ku sê sal berê li welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê destpêkirine, bandor li Sûriyeyê jî kirine û niha pevçûnên di navbera rejîma Baas û komên çeteyan de gihîştine asteke dijwar. Elçî wiha got: “Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) piraniya wan sivîl 120 hezar kes mirine û bi sedhezaran kes birîndar bûne û bi mîlyonan jiyana xwe ji dest dane, welatên xwe terk kirine.
Ji berê de rejîma Baas a Sûriyeyê hemû mafê gelan ji dest girtine û zext û zilm lê kirine. Gelê Rojava di vê pêvajoyê de li aliyekê li dijî hêzên rejîmê û li aliyê din jî li dijî komê çeteyan mafê xwe yê rewa parastiye û hebûna xwe parastiye. Rojava demeke dirêj di bin anbargoya welatên derdorê de maye û bêyî alîkariya mirovahî bigirin ji amûrên mirovahî bêpar mane. Ji aliyê komên cuda yên ku ji aliyê Tirkiye û welatên din ve piştgiriyê dibînin ve rastî îşkenceyan û înfazan hatin."
Elçî diyar kir ku gelên Rojava di bin zor û zehmetiyan de têkoşîna jiyanê didin û niha bi êrîşên nû re rû bi rûne. Elçî wiha got: “Bi taybetî jî Kantona Kobanê di bin xetereya êrîş û komkujiyên komên DAIŞ’ê de ye. Li Sûriyê ev herêm hinek îstîkrar lê serdest e, gelên kurd, tirmen, ereb û yên din têde dijîn, lê niha ev der dibin dorpêçeke mezin de ye."
Di daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî hat kirin ku NY mafê rewa ya xwe bi xwe bi rê ve birinê qebûl bike û berpirsiyariya xwe bîne cih.
Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: "Em wekî 117 saziyên sivîl yên Amedê ji bo piştevanî û parastina qezencên demokratîk yên Rojava bang li hemû kesî dikin ku piştgiriyê bidin Rojava."