Facebook piþkova 'nûçeya derewîn' çêdike
Diyarname
Tora civakî Facebook ji bo pêþî li belavkirina nûçeyên derewîn bigire fonksiyonek nû derxist pêþ. Êdî bikarhêner dê nûçeyên ku derew bin bi lezgînî bigihînin facebookê.
Heta niha ji ber nûçeyên derewîn facebook dihat reþnekirin. Rêveberiya facebookê piþkeyek çêkir ku bikarhêner dema nûçeyek derewîn bibînin ragihînin rêveberiyê.
Cîgirê Serokê Facebookê Mosseri di bloga facebookê de ev pêþketin ragihand. Mosseri got ku ji bo bê fêmkirin agahiyên di metnek de rast in an na dê ligel kompaniyên navneteweyî ku di warên xwe de pispor in kar bikin.
Piþke hê di asta ceribandinê de ye, dema temam bibe bikarhêner ji kîjan nûçeyê bikevin þikê dê piþkova "nûçeya derewîn" bitikînin.
Di hilbijartina serokdewletiya DYA'yê de gelek agahî di facebookê de hatibûn belavkirin û sazî bi vê yekê her hatibû rexnekirin. Avakarê Facebookê Mark Zuckerberg îdîayên wan bandor li encama hilbijartinê kiriye red kiribû û biryar girtibû ku li hemberî nûçeyên derewîn ewê bikevin nav tevgerê. Piþtî vê xebat hate dest pê kirin.