logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  5. 260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan
news-details

Partî û rêxistinên Başûr piştgiriya ji bo Rojava dubare kirin

Bi pêşengiya KNK'ê 19 partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ên kurd, bi civîneke çapemeniyê bal kişandin ser gir

  • Dîrok: 12/03/2014
  • Beş: Nûçe

SILÊMANÎ

Bi pêşengiya KNK'ê 19 partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ên kurd, bi civîneke çapemeniyê bal kişandin ser girîngiya rojavayê Kurdistanê ji bo azadiya tevahiya Kurdistanê û destnîşan kirin ku ji bo xurtkirina destketiyên Rojavayê Kurdistanê banga kombûna Kongreya Neteweyî ya Kurd dûbare kirin.

KNK'ê, bi diruşma "Piştgiriya Neteweyî ji bo Rojavayê Kurdistanê", di 10'emîn salvegera komkujî û raperîna Qamişlo ya 12'ê Adara 2004'an de, civîneke çapemeniyê lidar xist.

Civîna çapemeniyê bi beşdariya 19 partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl îro li Salona Heme Mele Kerîm a Pirtûkxaneya Giştî ya Silêmanî hat lidarxistin.

Daxuyanî li ser navê KNK'ê ji aliyê Mihemed Emîn Pencewînî ve hat dayîn. Her wiha Wezîrê Karên Devre yê Kantona Cizîrê Salih Gedo û Serokê Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Mihemedê Mûsê li civînê axivîn.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di encama êrîşa rejîma Sûriyeyê ya 12'ê Adara 2004'an de li Qamişlo bi dehan mirov hatin qetilkirin, bi sedan kes birîndar bûn, bi hezaran kes jî hatin girtin, rastî îşkenceyê hatin. Di daxuyaniyê wiha hat gotin: "Em wekî partiyên siyasî, rêxistinên civakî û gel di şexsê şehîdên komkujiya Qamişlo de şehîdên Rojava bi hurmet bibîr tînin û gelê me yê Rojava ku ji 2004'an ve heta niha serî hilda ye silav dikin."

Hat gotin ku tevî rojavayê Kurdistanê ji aliyê erdnîgariyê ve parçeyê herî biçûk ê Kurdistanê ye jî bi berxwedana xwe ya efsanewî ya di du salên dawî de, ne tenê li rojeva Kurdistanê, di rojeva siyaseta navneteweyî de jî cih girtiye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li gel êrîşên komên çete û siyaseta ambargoyê jî gelên li rojavayê Kurdistanê serî li ber zaliman netewandine û li dijî her cure êrîşan li ber xwe dane.

'BIDESTXISTINA AZADIYA ROJAVA BI DESTXISTINA AZADIYA KURDISTANÊ YE'

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: 

"Em wekî hêzên Kurdistanî yên welatparêz bi rih û fikrên xwe her tim li cem gelê xwe yê Rojava ne, ku şoreşê pêş dixe. Bi desxistina azadiya xwe ya Rojava bi destxistina azadiya Kurdistanê ye. Li Rojava gelê me rastiya Rojhilata Navîn nirxand û gavên dîrokî yên çareseriya rast afirand. Kurdistana Rojava di çareseriya xwe de bi hembêzkirina gel û baweriyên ereb, asûrî-sûryanî, keldanî, çeçen, ermenî, êzdî, elewî, mesîhî û sunî rê li ber siyaseta li ser dijminahiya gelan a li Rojhilata Navîn hatiye sazkirin girt. Ji ber vê yekê, çareseriya Kurdistana Rojava ji bo Rojhilata Navîn şoreşeke mînak e."

Di daxuyaniya partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl de hat destnîşankirin ku gelê rojavayê Kurdistanê mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya Neteweyên Yekbûyî li gorî rastiya xwe hûnandiye û sîstema kantonan hilbijartiye.

'ROJAVA DESTKETIYEK DI SER PARTIYAN RE YE'

Di vê der barê de wiha hate gotin: "Em wekî hêzên welatparêz ên kurdistanî modela diyarkirina çarenûsa xwe bi hurmet dibînin û ji bo serketina wê em diyar dikin, ku emê xizmetên xwe pêşkêş bikin. Di demokratîkbûyîna Sûrî de jî têkoşîna siyasî û neteweyî ya gelê me ji bo Kurdistana Rojava bi afirandina çareseriya xwe û di serî de saziyên kurd têkoşîna qebûlkirina vê yekê ji aliyê Rejîma Sûrî û hêzên navneteweyî ve bi awayekî fermî, ji bo zêdetir xwîn nerije helwesteke girîng e. 

Ji bo daxwaza azadiyê ya gelê me yê Rojava bi ser bikeve, polîtîkaya yekîtiya neteweyî ya kurd, ku li dora Rojava bûye yek, îro xwedî girîngiyeke mezin e. Zêdetir berpirsiyarî dikeve ser milê destketiya me ya herî mezin a neteweyî û dîrokî Başûrê Kurdistanê. Rojava destketiyeke di ser partiyan re ye. Ji ber vê yekê, qurbankirina Rojava ji berjewendiyên teng ên polîtîk re berevajî siyaseta yekîtiya neteweyî ye. Li her parçeyên Kurdistanê pêdiviya me bi siyaseteke yekîtiya neteweyî heye, ku her destketiyên gelê me yê bi berxwedanê hatine bidestxistin, wekî destketiyên xwe bibîne û pê ser bilind be."

BANGA KOMBÛNA KONGREYA NETEWEYÎ

Di daxuyaniyê de li ser girîngiya Kongreya Neteweyî ya Kurd û banga ji bo kombûna kongreyê careke din hat dubarekirin. 

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku serketina gelê Kurdistanê ya bi misogerî deynê hemû hêzên siyasî ji bo cangoriyên Kurdistanê ye û wiha hat domkirin: "Di meha Adarê de çi li Qamişlo, çi li Helebçe û çi di raperînên li Başûrê Kurdistanê de mirovên me yên şehîd ketin, Kurdistaneke azad xeyal kirin û ji bo vê yekê şer kirin. Di veguherîna rastiya Rojhilata Navîn de ji bo em çarenûsa xwe diyar bikin derfetên me ji her rojê zêdetir îro hene. Ji bo vê yekê jî ya ku wê me xurt û bi hêz bike, polîtîkayên me yên yekîtiya neteweyî ne. Ji bo li Rojava em vê yekê têxin meriyetê em bi berpirsiyariyeke dîrokî re rû bi rû ne. Em çiqasî li dora Rojava bigihin hev, wê Rojava ew qasî zû bi serkeve."

‘DIVÊ EM LI ROJA ROJAVA BICIVIN’

Li ser navê Kantonên Rojavayê Kurdistanê Salih Gedo û ji Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Mihemedê Mûsê axivîn.

Mûsê da xuyakirin ku divê ji bo serketina şoreşa Rojava her kes beşdar bibin û rexne li wan hêzên ku bi hincetan beşdar nabin kir. Mûsê got: "Bila her kes were li ser axa me têbikoşe, bi gel re bibe yek. Deriyê me ji bo her kesî vekirî ye. Em rexneyên li ser bingeha bahaneyan qebûl nakin."

Mûsê da zanîn ku pêwîst e hikumeta Başûrê Kurdistanê destekê bide şoreşa Rojava û got: "Ji bo serketina vê projeyê hewceye parçeyên din şoreşa Rojava wekî şoreşa xwe biparêzin. Li Rojava niha rewşeke krîtîk heye û divê li dora Rojava yekîtiya neteweyî pêk were."

Salih Gedo jî da zanîn ku kantonên li Rojavayê Kurdistanê gelekî baş dixebitin û destnîşan kir ku bi îlana kantonan re gel moraleke mezin wegirtiye. Gedo got: "Vê yekê jî careke din raxist pêş çavan ku çareseriya herî rast kanton in."

Partî rêxistinên civakî yên sivîl ên mora xwe avêtine binê daxuyaniyê:

Bizûtinewey Gorran

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)

Yekgirtûy Îslamiy Kurdistan (YÎK)

Partiya Demokrasî û Aşîtî (BDP)

Hizbî Zahmetkaşanê Kurdistan 

Bizûtinewey Îslamiy Kurdistan

Partî Çareserî Dîmukratî Kurdistan (PÇDK)

Hizbî Ayinde Kurdistan

Partiya Jiyana Azad a Kurdîstan (PJAK)

Partiya Rizgariya Kurdistan

Yekêtiy Neteweyiy Dîmukratî Kurdistan (YNDK)

Hizbî Sosyalîst Dîmukratî Kurdistan (PSDK)

Bizûtinewey Dîmukratî Gelê Kurdistan

Yekîtiya Parlamentaren Kurdistan

Komelên Ciwan

Partiya Pargezgarî Kurdîstan 

Komela Îslamî Kurdîstan

Hîzbî Şuî Kurdîstan

PEN A Kurd


Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 16 04 2026

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

news
  • 14 04 2026

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

news
  • 12 04 2026

Berendamê YNK'ê Nîzar Amêdî bû Serokomarê Iraqê

news
  • 03 04 2026

Rêveberiya Kobanî: Em vê tayînkirinê qebûl nakin

news
  • 02 04 2026

UNICEF'ê li ser dibistanên Rojava daxuyanî belav kir

news
  • 02 04 2026

Hikumeta Sûrî kayûm şand ser Çelebiyê, gel daket kolanan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

'IF İstanbul' pêşkêş dike

ad

Rewşen ne tenê bi ‘bîr‘ û bi ‘req‘ e

ad

Komîteyê ji Barzanî xwest gotinên xwe sererast bike

ad

Belgefîlmê "Ahmed Arîf Hasretî" hat nîşandayîn

ad

Futbol ne tenê futbol e

ad

Dibistana Nuwêla ya Huneran dersên cur bi cur dide zarok û ciwanan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname