Rewþen ne tenê bi ‘bîr‘ û bi ‘req‘ e
FÊRGÎN MELÎK AYKOÇ
Carnan li ser peyvan lîstin jî, dikane mirovan bigihîne rastiyê, yan jî tûþê fîlozofiya tevliheviya ku nayê têgihîþtin, bike. Na, netirsin, ez ê li ser mijara serêþê kî “rewþenbîr” e, kî nîn e, ranewestim. Ew mijareyeke tirþ û tehl e. Jixwe wisa kirine, tu hêz tê de nehîþtine. Her çendî qaþo hin normên wê diyardeya taybet hebin jî, her kes li gorî xwe, hawîrdora xwe wê þîrove dike.
Ez gelek caran li ser fikirîm û min xwest ez bi her awayî têbigihîjim, ka ev xwendayên me kurdan çima li ser vê peyva “rewþenbîr” li hev nakin û her serê hev du diêþînin. Di cihê bêdengî û aramiyê de, ne tenê bi “bîr” û “req” gelek caran bi gotinên teq û req li hev dikin gurminî. Werin em hinek li rengên peyvên di vê wateyê de ne, binêrin, lê ew peyv ne hindik in, bi dehan in ku sebra we hebe û vê þîroveya kurt bala we kiþandibe, kerem kin, bixwînin:
“Rewþ, rewþen; rewþenbar, rewþenbaz, rewþenber, rewþenbin, rewþenbir, rewþenbîn, rewþenbîr, rewþenbom, rewþencan, rewþencin, rewþencûn, rewþençik, rewþendar, rewþendir, rewþendûr, rewþenfer, rewþenfêr, rewþenfir, rewþenfor, rewþengir, rewþengîr, rewþengor, rewþengur, rewþenhez, rewþenhîz, rewþenhoz, rewþenjar, rewþenjehr, rewþenjîr, rewþenjor, rewþenkar, rewþenker, rewþenkor, rewþenlat, rewþenlewt, rewþenlod, rewþenlûr, rewþenmal, rewþenmel, rewþenmêl, rewþenmil, rewþennas, rewþennehs, rewþennîsk, rewþennûsk, rewþenpal, rewþenpehn, rewþempîr, rewþenpor, rewþenpûç, rewþenqat, rewþenqet, rewþenqîç, rewþenqît, rewþenqot, rewþenqût, rewþenrast, rewþenram, rewþenrep, rewþenreq, rewþenrik, rewþenrot, rewþenrût, rewþensar, rewþensak, rewþensal, rewþenser, rewþensir, rewþensîr, rewþensor, rewþensûr, rewþenþar, rewþenþeq, rewþenþîp, rewþenþop, rewþenþor, rewþenþûr, rewþentar, rewþentav, rewþentarî, rewþentîr, rewþentor, rewþentûr, rewþenvan, rewþenvir, rewþenvîr, rewþenvît, rewþenvos, rewþenwar, rewþenwarî, rewþenwan, rewþenwer, rewþenwiþ, rewþenwop, rewþenxar, rewþenxêr, rewþenxil, rewþenxilik, rewþenxîz, rewþenxoz, rewþenxûz, rewþenyar, rewþenyek, rewþenyaz, rewþenzar, rewþenzal, rewþenzat, rewþenzer, rewþenzêr, rewþenzir, rewþenzîç, rewþenzor, rewþenzot, rewþenzûr”
Bêguman ev rasterast dewlemendiya zimanê kurdî ye ku hîn em wekî kurd negihîþtine wê kûrahiya wekî deryayê. Lê mixabin ku em dîsa jî ji qelsbûna zimanê xwe gazinan dikin. Zimanê me zimanekî wisa dewlemend, kûr, berfireh û felsefîk e ku rengê wê di ti zimanî de tune.
Em tenê çend peyvan þîrove bikin. Mînak peyva “rewþenbaz” yanê kesê hemû rengê rewþê dizane, lê wê tenê li gor berjewendiyê xwe þîrove dike û bi kar tîne. Yan jî Rewþenxilik; yanê ew kesên ku di têgîhîþtina rewþa heyî de pir melûl in.
Di vê lîsteyê de hin peyv jî di heman wateyî de ne, mînak, rewþenbom, rewþenker, rewþenkor, rewþenjar, rewþenrût, rewþensak, rewþenxîz, rewþenpûç, rewþentor û hemû tê wateya kesên ku ji rewþa heyî ti tiþtekî tênagihîjin.
Dîsa di wateya kesên dijberê her tiþtî ne, mirovan diêþîne de jî, ji vê malbatê gelek peyvên di heman teqreqê de ne, hene. Mînak; Rewþenbîr, rewþençik, rewþendir, rewþenfir, rewþengir, rewþengur, rewþennehs, rewþenrep, rewþenreq, rewþenzir, rewþenzot û û…
Çawa hûn jî dibînin, ne tenê di peyva rewþen de, mirov dikane hemû peyvên diyarde, pêkhatin û mijareyên felsefîk werdigirin li ser heman bingehî rêz bike. Mîna peyva “bal” balbir, balçik, baldir, balfis, balgur, balkûr, balkurt, balnehs, balzûr, balvît û û…
Ev xweþiya ziman baweriyeke bêhempa dide mirovan. Bêguman mirovên di vê rastiya zimên hê negihîþtibe, wê bibêje hûn peyvan ji ber xwe çêdikin. Lê na ziman dewlemend e, ziman vê ji me dixwaze. Divê em vê dewlemeniya ziman derxin pêþ. Bi hêviya di her warê jiyanê de serketina zimanê kurdî.
balani51@gmxl.de
10.05.2017, Yenî Ozgur Polîtîka