Cemil Oguz
17'emîn Festîvala Fîlmên Serbixwe IF İstanbul li Stenbolê dest pê kir. Di festîvala ku bi sedan fîlm hene de heta 25'ê mehê li Stenbolê li dar e. Festîval paşê di navbera 1-4'ê adarê de li Enqere û îzmîrê dê derkeve pêşberî sînemahezan.
Beşa Galayan
Di beşa galayan de fîlmên balkêş hene ku yek jê "The Death of Stalin / Mirina Stalîn" e ku ev fîlm li Rusyayê rastî qedexeyê hat. Fîlmê komedî yê derhêner Armando IANNUCI yek ji wan e ku dê balê bikişîne. Derhêner Iannucci wisa dibêje: "Em henekên xwe bi mirovan nakin lê em mîzahê bikar tînin û bi vê dikin tiştê di serê mirovên bûne sedema van tiştan fêm bikin."
Di vê beşê de yek ji klasîkên Sînemaya Yeşîlçamê ya Tirkiyeyê "Sevmek Zamani / Dema Hezkirinê" jî heye. Fîlmê Metin ERksan ku di sala 1965'an de hatiye kişandin bi awayê restorekirî tê nîşandayîn.
"Madame Hyde / Xanim Hyde" (derhêner Serge Bozan), "City of Ghosts / Bajarê Xeyaletan" (Derhêner Matthew Heineman), "Dark River / Çemê Tarî" (Derhêner Clio Barnard) hin fîlmên din ên derdikevin pêş.
Hin ên derdikevin pêş
Yek ji fîlman jî ji Îranê tê. Derh3ener Sadaf Foroughi bi fîlmê xwe "Ava" ye ku çîroka keçikek pêşkêş dike. Fîlm piştî Torontoyê niha li Stenbolê ye. Fîlmê derhênerê Samuel Aubin "Ara Guler Bir Zamanlar İstanbul / Ara Guler Zemanekî Stenbol" bi ser wî re temaşevanan dibe kuçeyên Stenbola kevin, mirovan û çîrokên wan pêşkêş dike.
Fîlmên derhênerên kurd
Fîlmên derhênerên kurd jî hene di çarçoveyê festîvalê de têne nîşandayîn. Yek ji wan Rojna Şekersoz e ku bi fîlmê xwe "Drom Vidare / Ji Xeyalan Wêdetir" li festîvalê ye. Di fîlmê ku hema hema hemû lîstikvan jin in de çîroka çar jinan pêşkêş dike. Ew wekî çeteyek plan dikin ku birevin Amerîkaya Latîn.
"Cano" jî fîlmê derhêner Mehmet Salih Demîr e. Demîr di sala 2013'yan de kurtefîlmê xwe "Kêliya Mêşan" kişandibû niha bi fîlmê xwe yê metrajdirêj "Cano" li pêşberî sînemahezan e.
Derhênera ji Agirî Nejla Demîr bi belgefîlmê xwe "Yukleşme / Rûbirûbûn" dîmenan mirovan nexweş dikevin lê ji nexweşiya xwe direvin wan rû bi rûyê meseleyê dike û hêzê dide wan. Her wiha di beşa "Kurtefîlmê ji Tirkiyeyê" de jî kurtefîlmên derhênerên kurd hene.
Hin mînakên din
Di festîvalê de bi gelek cureyî gelek fîlm hene. Derhênerê îtalyan Giulia Frati bi belgefîlmê xwe "İstanbul Echoes / Dengvedana Stenbolê" dibe Mêvan. Di navbera salên 2010-2015'an de bi ser lihêfçêker, mîdyefiroş, simîtfiroşan veguherîna bajêr nîşan dide.
Pêşbaziya fîlman
Di festîvalê de du pêşbazî jî hene. Ji wan di beşa "Keşîf"ê ku ev dehemîn sal e li dar e, derhênerê serketî tê hilbijartin. Ji fîlmê di vê beşê de hatine nîşandayîn ji dinyayê yan jî ji Tirkiyeyê derhênerekî/e serketî tê hilbijartin û xelatkirin. Yê/a bi ser bikeve bi 5 hezar dolar tê xelatkirin. Her wiha Siyad (Komeleya Nivîskarên Sînemayê) jî bi juriya ku diyar kiriye xelateke taybet dide.
Di "Aşt & Başka bi Dunya" de jî ev çar sal in xelat tê dayîn. Fîlmekî ku bi ser bikeve bi 5 hezar dolarî tê xelatkirin.
Çalakiyên din
Di festîvalê de atolye, sohbet, muzîk û çalakiyên din jî hene.
Ji bo agahiyên zêdetir: http://www.ifistanbul.com