logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Gençlerbirligi - Amedspor: Maç xilas 2-2
  2. Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn
  3. Li Hesekê îro çi qewimî?
  4. Xumava Estetîkê ya Zemanekî
  5. Dora 3'yan, pişke hat kişandin: Reqîbên tîmên bajarên kurdan diyar bûn
news-details

'Kurd ji nû ve derdikevin ser dika dîrokê"

Li Parlemena Ewropayê (PE) 12'emîn Konferansa Kurd bi beşdariya gelek siyasetmedaran didome.

  • Dîrok: 27/01/2016
  • Beş: Nûçe

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Parlemena Ewropayê (PE) 12'emîn Konferansa Kurd bi beşdariya gelek siyasetmedaran didome.

Roja 26'ê mehê li paytexta Belçîka Brukselê konferans dest pê kir.

Vane ji konferansê hin notên axivgeran:

"Berpirsiyar neçareserkirina pirsgirêka kurd e"

- Seroka EUTTC Karîane Westrheîm:

"Di bihara 2015'an de hevdîtinên aştiyê yên di navbera kurd û tirkan de qut bûn. Di hilbijartinan de HDP'ê benda ji sedî 10'an derbas kir û cihê xwe di meclisê de girt. Di şerê heyî de mirov nikarin pêdiviyên jiyanî yên mîna av û xwarinê bi dest bixin. Li herêmên şer lê diqewime, reveberên herêmî hatin girtin. Yekane berpirsyariya vê yekê, bêguman neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Çareseriya pirsgirêka kurd wê aramiyê ji Tirkiye û Rojhilata Navîn re bîne."

"Pêwîst e Yekîtiya Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka qebûl bikin ku PKK aktorekî rola sereke dilîze ye û ji lîsteya rêxistinên terorîst derxîne. Divê ewlekarî û tenduristiya Ocalan were parastin."

Seroka Koma Çep a Parlamenta Ewropayê Gabî Zîmmer:

"Ev konferans li bendê ye Yekîtiya Ewropa nirxên xwe bixe meriyetê. Meseleya koçberan bi tu awayî nabe hincet ji vegera ji nirxên bingehîn. Di konferansa 11. de me mijarên kaos û şer nirxandin. Li wê derê rewşek li dijî mirovahiyê heye. Ya ku em fêm nakin, ev bêdengî ye. Em rexne dikin ku PKK û DAIŞ bi heman rengî tê nirxandin."

"Ddi rojên pêş de emê heyetek ji Parlamenta Ewropayê bişînin Kurdistanê."

"Bi heyraniyeke mezin ez têkoşîna gelê kurd dişopînim"

- Siyasetmedarê ji Rojhilatê Tîmorê Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobedê Jose Ramos Horta:

"Çima min ev vexwendiname qebûl kir, ez qet neçûm Kurdistanê, neçûm Tirkiyeyê jî. Min perwerdeya xwe ya destpêkê ya li ser Kurdistanê ji jineke Ewropî Danîelle Mîtterrand wergirt. Bi heyraniyeke mezin ez têkoşîna gelê kurd dişopînim. Jinên li Sûriye û Îranê şer dikin, şervanên bêhempa ne. Şoreşgerên jin ên Stalîngrad diparastin, jinên Vîetnamî yên li dijî dagirkeriya Fransa û DYA welatê xwe diparastin, tînin bîra min. Mîna herî demdirêj a înkarkirina gelekî kurd e."

"Divê dewleta tirk hurmetê nîşanî mafên kurd bide"

- Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Dr. Şîrîn Ebadî:

"Wezîfeya her hikumetê ye ku vê cihêrengiyê biparêze û destek bike. Welatekî ku vê wezîfeya xwe bi cih neyne, welatekî ne demokratîk e. Nabe ku ev yek bi qanûna giraniya piraniyan bê vegotin. Derdorek ku giranî bi dest xistiye, mafê xwe nîn e mafê yên din binpê bike. Divê her tişt di çarçoveya demokrasiyê de were nirxandin" û destnîşan kir ku welatekî mafên etnîsîteyan lê tê binpêkirin, ew welat ne demokratîk e.

"Em niha rewşa gelê kurd dinirxînin, lê belê rewşa gelê kurd a li bakurê Kurdistanê cidî ye. Divê dewleta tirk hurmetê nîşanî mafên çandî yên gelê kurd bide."

Kurd ne tenê li Tirkiyeyê li gelek welatan bêpar hatine hiştin."

- Parlamentera HDP'ê ya Agirî Leyla Zana: 

"Ji rewşa heyî, par û berpirsyariya aktorên siyasî di asteke biçûk neyê dîtin de heye. Pêwîstî bi siyasetmedarên karibin berjewendiyên tevahiya civakê biparêzin heye."

"Bêyî kurdan çareserî nabe"

- Sefîrê berê yê Hirvatistanê yê DYA'yê Peter Galbraîth: "Li Sûriyeyê pêwîstî bi çareseriyekê heye. Lê ev yek çareseriyeke leşkerî nîn e. Divê her kes beşdarî konferansa roja Înê ya li Cenevreyê bibe. Nabe ku kurd li derveyî vê pêvajoyê werin hiştin. Bêyî kurdan çareserî nabe. Ji xwe herî zêde mafê kurdan e. Ji ber ku yên li dijî terorîzmê şer dikin, kurd in. Eger kurdên li Rojava li derve bên hiştin, hingî ew ê jî projeya xwe bixin dewrê."

"Li xweşa we biçe neçe PKK tevgereke xurt e. Eger hûn aştiyê dixwazin, hûn mecbûrin vê bi PKK'ê re bikin. Tevgereke we ya xurt a aştiyê dixwaze heye. Ev yek wê karê we hêsan bike."

"Ez ji welatê xwe bifikar im"

Rojnameger Cengîz Çandar:

"Tirkiye bi karesatek mezin re rû bi rû ye. Piştî hilbijartinan Tirkiye veguherî rejîmek faşîst. Ez ji bo welatê xwe bi fikar im. Li Tirkiyeyê li ser gelê kurd de karesat dibare. Li Tirkiyeyê tu carî bajar nehatibûn bomberankirin, qedexeyên kolanan, ranekirina cenazeyan, bedenên biçûk veşartina di sarincan de, bajar veguherîna xirbeyan, berê ev çênebûbû." 

“Van mirovên Davûtoglû naxwaze li Cenevreyê cih bigirin, lehengên li Kobanî li dijî DAIŞ’ê şer kirine. Van mirovan dema li Kobanî şer dikirin, Davûtoglû desthilatdar bû. Digotin Kobanî ket, lê Kobanî neket. Û piştre li Kobanî bê çi bû me hemûyan dît. Îro ji bilî Hewlêrê tu dostên Tirkiyeyê nemane. Îro bi rêbazên leşkerî li çareseriya pirsgirêka kurd digere. 32 salan bi encamên bi êş hat dîtin ku ev wisa çareser nabe. 

"AKP’e xwe naspêre tenê encamên hilbijartinan. Piştgiriyê ji Yekîtiya Ewropayê jî digire. Tirkiye êdî dibe Sûriye. Eger YE li gor berjewendiyên xwe wiha dom bike wê rewş hê xerabtir bibe. Eger YE, li hemberî pêkanînên derveyî exlaq ê Tirkiyeyê bêdengiya xwe biparêze, wê pêlek mezintir a koçberiyê pêk were.”

- Prof. Davîd Romano:

Bûyerên li Tirkiyeyê, Tirkiyeya salên 1980'ê bi bîr dixe. Li ser çapemenî sansur û operasyon hene. Eger wiha dom bike, pêşerojek tarî li benda Tirkiyeyê ye.

- Prof. Sûsan Breaû:

Kurd ji bo karibin mirovên xwe biparêzin serî li çekan didin. Ji ber xwe li hember sûcdarên mirovahiyê diparêzin bi terorîzmê tên îthamkirin. Ji ber vê pêwîst e pênaseya terorîzmê bê guhertin. Ez xebatên diwana YE a di vê mijarê de dizanim. PKK û peşmerge komên li dijî DAIŞ’ê şer kirine. Tevî jiyanên xwe datînin holê jî sûcdar û terorîst tên dîtin. Tirkiye têkoşîna li dijî DAIŞ’ê dixe zorê. Îro yekane hêza li dijî hêzên dermirovahiyê şer dike kurd in.

"Heyetek dê biçe Amedê"

- Parlamenterê PE'yê Takîs Hadjîgeorgoûi:

“Ez ji Kibrisê têm, dikarin bibêjin ‘Tu li dijî Tirkiyeyê xwedî bertek î.’ Erê ez li hemberî rêveberên Tirkiyeyê xwedî bertek im. Erdogan piştî axaftinên Demîrtaş ên ji bo oto determînasyonê pê li pişkova prosedura hiqûqî kir. Divê Tirkiye bikeve YE, lê Tirkiye jî ne li bendê ye ku di demek kurt de bikeve Yekîtiya Ewropa. Ji bo berjewendiyên YE û Tirkiyeyê divê pêvajoya endamtiyê dewam bike. Min ji Birêz Demîrtaş re got di serê meha Sibatê de ji PE heyetek di serî de Amed wê biçe cihên din ên kurdan bigere. Wisa jî em ê karibin têkîldarî rewşê xwedî zêdetir agahî bin û peyaman bişînin. Çareseriya pirsgirêka kurd jî bêyî PKK’ê nabe.”

 

Kurdan pirsgirêka xwe bi xwe çareser kir 

- Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş:

“Cîhan ew qasî guherî lê Tirkiye neguherî. Hevsengiyên li herêmê serobino bûn, statuyên sed sal berê hilweşiyan, ji ber amadekariyên Tirkiyeyê tunebûn, qeyrana heyî bû qeyrana Tirkiyeyê. Kurd gihîştin guhertinek mezin. Kurdan pirsgirêka xwe bi xwe çareser kir.”

"Ji bo tirkbûnê kurd ne tehdîd in, ji bo laîkbûn, Îslamê jî ne tehdîd in. Ji bo ol û baweriyên din jî ne tehdîd in. Lê, ji bo çi tirk kurdan wekî tehdîd dibînin, ji ber ku mejiyekî statukoparêz heye. Ji ber vî mejiyê gel berdêlên mezin didin."

"Psîkolojiya Serokomarê Tirk Tayyîp Erdogan ne baş e. Ez dibêjim ku divê em rewşa psîkolojiya ferdî ya serokkomar jî tevlî van sedemên ku min bêrî niha jimartin bikin. Li beranberî kurdan bê bawer e."

"Sedema bertekên Tirkiyeyê yên li hemberî PYD’ê û hewldanên ji bo astengkirina tevlîbûna Cenevreyê sekinandina mejî bi xwe ye.


Parve Bike

Youtube Me

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news

Gelo Gift Orban wê îsal 20 golan biavêje?

news

Festîvala Fîlman a Silêmanî didome #diyarname #deng #audiobook #recitimlmrekullueshemlkuranit #live

news

Hecî Bûbê

news

Meseleya Tabelayên Bi Kurdî: Nijadperest çima aciz in, çapemeniya kurdan çi dike?

news

Li QAMIŞLO'yê çend dibistan hene? Rewşa perwerdehiyê niha çawa ye?

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 09 10 2026

Li Hesekê îro çi qewimî?

news
  • 09 10 2026

Xelata Nobelê ya Aştiyê dan Navi Pillay

news
  • 09 10 2026

Hedrekerdoxê ferhengê zazakî Musa Canpolat merd

news
  • 08 10 2026

Hevşaredarên Bakur ligel Îlham Ahmed û Cîhan Hesam hatin ba hev

news
  • 06 10 2026

Nawey bi kardî wêndoxêke hame kiştişî, 8 birîndarî estê

news
  • 04 10 2026

Li Rojava îro xebatên li ser ziman

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Bernameya Şa Performansê: Lîstik, fîlm li benda we ne

ad

Vê hefteyê 6 fîlm hene

ad

'Sewta Ligel Ba' vebû

ad

Mustafa Gazî wefat kir

ad

Parêzvanên Şaredarê AKP'ê êrîşê rojnameger Aygul kirin

ad

Panela 'Edebiyata Kurdî li Kavkazê' li dar dikeve

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Gençlerbirligi - Amedspor: Maç xilas 2-2

  • 10 10 2026
news

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

  • 09 10 2026
news

Li Hesekê îro çi qewimî?

  • 09 10 2026
news

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

  • 10 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname