Diyarname
Li Kerkûkê dê hilbijartin li dar bikeve. Ji bo ku partiyên kurd bi yek lîsteyê bikevin hilbijartinê Yekîtiya Niştimanê Kurdistan (YNK) bang li Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir ku hevkariyê bikin.
Berpirsê Polîtburoya Kerkûkê yê YNK'ê Rewend Mela Mehmûd eşkera kir ku wan bang li PDK'ê kiriye lê PDK'ê heta niha tu gav neavêtiye.
Mela Mehmûd wisa gotiye, "Ger hemû partiyên kurd bi yek lîsteyê bikevin hilbijartinê, dê kurd piraniya dengan bigirin û beşeke mezin a kursiyan bi dest bixin."