Diyarname
Lîstika Şanoya Bajêr a Amedê "Tartuffe" dê li Mêrdînê bihata lîstin Walîtî lîstik qedexe kir.
Şanoya Bajêr a Amedê bi ser twittera xwe re peyameke belav kir û got ku organîzatoran ji bo em li Yay Grand Otelê bilîzin salona wan kirê kiribû lê ji ber walîtî destûr neda lîstika me hat betalkirin.
Walîtî "qedexeya çalakiyan a ji bo 15 rojan ya li Mêrdînê" wekî sedema qedexeyê nîşan da.
"BÊRÛ" JÎ HATIBÛ QEDEXEKIRIN
Lîstika şanoyê "Bêrû" ku lîstikvanên Teatra Jiyaan Nû ya NÇM'ê derxistibû ser dikê par li Stenbolê, îsal jî li Rihayê hatibû qedexekirin.


