Amed
Îro 10’emîn salvegera mirina helbestvan Arjen Arî bû. Endamên malbatê û hezkiriyên wî li ser gora wî ya li Goristana Yenîkoya Amedê, ew bibîr anîn.
Hevserokê PEN’a Kurd Omer Fidan, endamên MED-DER’ê çûn ser gora wî, mûm pêxistin, qurnefîl danîn ser gora wî.
Hevserokê PEN’a Kurdî Fîdan helbesta Arî ya bi navê “Mirin tu bi xêrbe” xwend, qala berxwedana zarokan kir. XwiÅŸka Arî, Nejla Arî jî sipasiya beÅŸdarên hatine bîranînê kir. Bîranîn bi xwendina helbestên Arjen Arî bi dawî bû.
Li aliyê din pirtûka Arjen Arî ya bi navê “Bakurê Helbestê Antolojiya Helbesta Bakur” diyarî kesên hatine bîranînê kirin.
Nûçeya Eleqedar: