Diyarname
Fîrmayeke 'kincên hundir' (underwear) anketek bi mêr û jinan re çêkir û pirsa "pêsîrên herî bêqisûr" pirsîn. Mêran pêsîrên Kim Kardashian, jinan yên Jennifer Aniston "bêqisûr" dîtin.
Fîrmaya "underwear" ya îngilîz bi nêzî hezar jin û mêrî re antek çêkir û pirsa "bedenek bêqisûr çawa dibe?" kir. Di anketê de navên navdaran ji wan re gotin û xwestin ji nav wan hilbijartineke bikin. Jinan û mêran bersivên cuda dan.
Li gor mêran rûyê Megan Foks, pêsîrên Kim Kardashian, zikê Michelle Keegan, qorikên Kelly Brook, porê Scarlett Johansson û paqên Rose Huntington beşên "herî bêqisûr" ên jinan in.
Jinan tercihek cuda kirin. Jinan jî got rûyê bêqisûr bi Cara Delevingne re, pêsîrên bêqisûr bi Jennifer Aniston re, zikê bêqisûr bi Gwynet Paltrow re, qorikên bêqisûr bi Emma Watson, porê bêqisûr bi Kate Middleton re û paqên bêqisûr jî bi Elle MacPerson re ne.
Bi vî awayî tercih û nêrîna her du zayendan derket holê.


