Li Başûr îro jî çalakiyên dijî Hikumeta Herêma Kurdistanê dom kir. Her wiha Goran û Komela Îslamî biryar dan ku ji hikumetê vekişin.
Li Qeladizê baregehên YNK û Goran şewitandin
Li bajaroka Qeladizê ya girêdayî herêma Raperîn a Silêmaniyê welatiyan dest bi xwepêşandanê kirin, baregeha komîteya YNK û navenda Tevgera Goran şewitandin.
Xwepêşandar ber bi baregeha Partiya Karker û Kedkarên Kurdistanê ya li Qeladizê ve meşiyan û baregeh dan ber agirî û ew jî şewitandin.
Her çend hêzên ewlehiyê yên li ber baregeha komîteya YNK’ê ya li Qeladizê gule ser xwepêşanderan re avêtin, lê nekarîn pêşiya wan bibin asteng û xwepêşander gihan navenda komîteya YNK’ê û ew şewitandin.
Goranê lihevkirina ligel YNK'ê rawestand
Tevgera Goran û Komeleya Îslamiya Kurdistanê biryara vekişîna ji hikumeta Herêma Kurdistanê da, piştî vê Tevgera Goran biryara rawestandina lihevkirina ligel Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) jî da.
Di 17'ê Gulana 2016'an de Tevgera Goran û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) lihevkirinek ji 25 xalan pêk dihat, îmze kirin.
12 birîndar hene
Di xwepêşandanên îro yên li Qeladiz, Ranye û herêma Raperîn ên girêdayî Silêmaniyê de bi giştî 12 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ji Nexweşxaneya Giştî ya Ranye hatine girtin, ji birîndaran 2 endamên asayîşê ne ku bi kevir birîndar bûne.
Bi giştî 5 kes bi kevir û 7 kes jî bi fîşekên hêzên asayişê birîndar bûne.
Li Ranyayê du şehîd hene
Duh Berdevkê Tenduristiya Ranya Taha Mihemed di civîna çapemeniyê de ragihandibû ku di xwepêşandanan de 5 kes mirine û 80’ê kes jî birîndar bûne. Ev agahî şaş e. Li ser vê yekê Mihemed daxuyaniyeke din a sererastkirinê û got: “Di xwepêşandanên Ranya yên duh de 2 kes jiyana xwe ji dest dane û bi giştî jî 76 kes birîndar bûne. Di nava birîndaran de hem xwepêşander hem jî hêzên ewlekariyê hene.”
Welatiyên şehîd bûne jî nasnameya wan wiha ne; Mihemed Taha û Beşîr Îsmaîl
Li Ranya xwepêşandan dom kir
Li navçeya Ranya ya Silêmaniyê xwepêşandan û alozî îro jî dom kirin. Di çalakiyên ku girseya gel ji serê sibehê ve li kolanan e de, ofîsa Tevgera Goran hat şewitandin. Her wiha Ofîsa Partiya Soslayîsta Demokrata Kurdistanê (PSDK) hat şewitandin.
Li Helebçeyê şîn hate ragihandin
Waliyê Parêzgeha Helebceyê Elî Osman piştî hevdîtina bi îdareya parêzgeha Germiyan û Komîsyona Ewlehiyê û aliyên siyasî û rêxistinan re daxuyaniyek da û got; "Ji bo dilsoziya bi malbatên şehîdên xwepêşandanên Ranya re me roja Pêncşemê kir betlaneya fermî. Wê sê rojan ala li ser tevahiya sazî û ofîsên partiyan daxinîn nîvî."
Waliyê Parêzgeha Helebce Elî Osman axaftina xwe wiha domand; "Ji bo parastina ewlehiya bajêr, divê careke din hêzên ewlehiyê li ser malên çalakgeran de negirin û binçav nekin. Xwepêşandan mafê sereke yê hemû welatiyane û em jî piştgiriya wan dikin. Ji ber Helebce paytexta aştiyêye divê em biparêzin û nehêlin tundûtûjî û alozî biqewimin."
Qeymeqam îstîfa kir û beşdarî çalakiyan bû
Li navçeya Qeladizê xwepêşandanên bi daxwaza sîstemeke demokratîk û dadperwer berdewam e. Çalakgeran bi armanca balkişandina ser daxwazên xwe û rexnekirina siyaseta partiyên Başûr ofîsa Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê dan ber agir.
Di encama çalakî û xwepêşandanên ev sê roj in li herêmê tê lidarxistin de qeymeqamê Qeladizê îstîfaya xwe ragihand û tevlî xwepêşandanan bû.
Goran û Komela Îslamî xwe ji hikûmetê kişandin
Li gorî daxuyaniya fermî ya Tevgera Goran û Komela Îslamî ya Kurdistanê, her du alî xwe ji hikumeta herêma Kurdistanê kişandine.
Di heman demê de Tevgera Goran xwe ji postê serokatiya parlementoya herêma Kurdistanê jî kişand ku Dr. Yûsif Mihemed serokatiya wê dikir.
Sendîkaya Rojnamegeran li ser NRT daxuyanî da
Sendîkaya Rojnamegeran îşev têkildarî rawestandina weşana qenala NRT daxuyaniyeke nivîskî da û rawestandina weşana NRT şermezar kir.
Sendîkaya Rojnamegeran kir ku ew daxwaz dikin divê demek pêş a din destûr bê dayîn qenala NRT dest bi karê xwe bike û got; “Encûmena Sendîkaya Rojnamegeran dijî rawestandina weşanên qenalên çapemeniyê ye. Bi vê boneyê jî rewşa rojnamegerên azad bi yasa û her rêyek hebe diparêzin.”
**
Nûçeyên Eleqedar: