Diyarname
Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê 10'ê vê mehê li hev ciciya û serokê xwe guhrt.
Komeleya Nivîkarên Kurd ji ber kar û xebatên di bernameya xwe ya salane û yên di pêşêrojê de bîne cih, û bikaribe bi hêza xwe ya ku ji nivîskarîya kurd werdigire bilive di 10'ê vê mehê de civîna xwe ya desteya rêveberiyê pêk anî.
Di civînê de li ser karbeşiyeke nû jî hate nîqaşkirin û li ser erêkirina 6 endamên desteya rêveberiyê biryar hate girtin û serokê komeleyê biguhere, karbeşiyeke nû pêk bê.
Di encamê de ji dêval serokê komeleyê Îrfan Baboglu de Mehmed Deviren hat hilbijartin.
Vaye rabeşiya nû ya komeleyê:
Serokê Komeleyê: Memet Deviren
Cîgir: Şêxmûs Sefer
Berpirsê darayî: Azad Zal
Berpirsê têkiliyan: Arjen Arî