logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  5. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
news-details

Kovara li ser wergera helbestê “LEW” dê derkeve

Sê kurdên dildarên kurdî hatin ba hev û kovareke li ser wergera helbestê amade dikin. Kovar wê çarmehî be û niha li ser

  • Dîrok: 01/04/2022
  • Beş: Çapemenî

Diyarname

Sê kurdên dildarên kurdî hatin ba hev û kovareke li ser wergera helbestê amade dikin. Kovar wê çarmehî be û niha li ser dixebitin.

Ji nivîskarên me Yeqîn H. ligel Berfîn Huseynî û Miradê Miradan li ser kovara helbestê xebitîne. Wan navê “Lew” li kovarê kirine û niha xwe amade dikin ku kovarê amade û çap bikin.

Amadekarên kovarê li ser dê çi û çawa bikin daxuyaniyeke gihandin me û em wê daxuyaniyê belav dikin:

Ji Bo Baldariya “Raya Kurdewar!”

Ev serê şapatekî ye, em sê heval li ser çarçove û naveroka "weşan"ekê didin û distînin, didin ser hev û ber hev.  Weşaneke ku bi tenê çeşn û lewnekî wêjeyî ji xwe re bike armanc; ku ebed ber li ber xwe fireh neke û hew berê xwe bide ya ku "mebest" e!

Erê, weşaneke ku pêkanîna naveroka wê hinekî dijwar lê bi têra xwe jî pêkan, xwedî çarçoveyek hebekî beyar lê gelekî jî berdar û havil.

Li dû gelek dan û stendin û guftûgoyên li ser çarçoveya wê, naveroka wê, kitekitan, nav, mawe, sponsor, hejmara rûpelan, berga wê û hwd., em li ser babetê gihîştin encameke têkûz. Lew jî me biryara deranîna KOVARekê da ku wê naverok "xwerû wergera helbestê" be. 

Kovareke ku (wergera ji tirkî ebed ne tê de !) qesta wê hew û bi tenê wergera helbesta cîhanê ya ji bo Kurdî (kurmancî, dimilîkî û soranî) ye. Her wiha têkilî helbestê, kêm be jî wê di her hejmarê de nirxandin, rexne an jî hevpeyvînên çêbûyî/heyî û hwd. ên helbestkarên dinyayê tê de hebin da ku em ji bo raberiyeke hê çê ya helbestê, ji xwe re jê bihavilin.

Li paralelî van dan û stendinên bi hev re, wiha jî me bi gelek wergêran re da û stend. Û her ku me bi bêtir wergêran re ev fikir/çarçove parve kir, me dît ku em (kurd) di vî warî de jî ne kêm in, lê mixabin wekî di gelek mijaran de, em ne li ser hev in û ya xerabtir jî em ji hev bêhay in... 

Me wiha jî li sponsoriyê pirsî û vepirsî. Sponsoriyeke ku em dualî bikaribin bêyî serêş û serlêgerîn pev re bi aheng bixebitin, ji bo heman xemê bilebikin û weşaneke pak û domdar pev re bi gewde bikin.

Di encama hevdîtinan de me û Pirtûkakurdî li ser sponsoriyê li hev kir. Qewlê me ew e ku hejmara yekem serê rezber/îlonê derbiçe.

1, Me navê kovarê daniye LEW.

2, Wê 4 mehane derbiçe û wê 64 rûpel be.

3, Wê naveroka kovarê xwerû wergera helbestê û kêm be jî wergera metnên li ser helbestê (rexne, hevpeyvîn û hwd.) be. 

4, Hewl û mebest ew e di her hejmarê de herî kêm bi 10 zimanan werger hebin.

5, Wê di her hejmarê de ji bo her zimanekî edîtorek hebe.

6, Em ê her hejmareke «leW»ê diyarî helbestkarekî kurd bikin ku di heyama xwe de werger an adaptasyon kiriye; wekî, Mîr Celadet ji C. Baudlaire, Fêrîkê Ûsiv ji A. Puşkin û hwd..

Silav û xweşî...

Yeqîn H., Berfîn Huseynî, Miradê Miradan

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Çapemenî - Nivîsên Dawî
news
  • 19 03 2026

Li Qamişloyê kovareke bi navê “Soryaz” dest bi weşanê kir

news
  • 10 03 2026

Nûbihareke nû li ber destên xwendevanên xwe ye

news
  • 25 02 2026

'129 rojnameger hatin kuştin'

news
  • 13 02 2026

Kovareke nû ‘Kewar’ê dest bi weşanê kir

news
  • 11 02 2026

Kerem bikin, bi 'Peyvname'yê bilîzin

news
  • 09 02 2026

WP hejiya: CEO'yî îstîfa kir, bi sedan rojnameger ji kar hatin derxistin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Ji bo Goga Zêrin 30 berendam hene

ad

Kilamek çawa dikare were qetilkirin!

ad

Kujerê Musa Anter anîn Amedê

ad

Festîvala Fîlmên Kurdî wekî online tê

ad

Vê carê Bollywood di grevê de ye

ad

Mizgîn û AOK

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname