SILÊMANÎ
Şandeyek BDP’ê ku ji Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demirtaş, Parlementerên BDP’ê Mûlkiye Bîrtane, Nezmî Gûr û nûnerê BDP’ê yê Başûrê Kurdistanê Cemal Coşkûn pêk dihat çû bajarê Silêmaniyê. Şande li Silêmaniyê çû serdana berpirsê mekteba siyasî ya YNK’ê Mele Bextiyar û Endama Polîtbiro ya YNK’ê û hevsera Celal Telebanî Hêro Xan.
Şandeya BDP’ê ku ev çend rojin li Başûrê Kurdistanê ye bi gelek rayedarên partiyan û saziyên fermî re hevdîtin pêk anîn. Şandeya BDP’ê îro jî li bajarê Silêmaniyê çûne serdana hevsera Serokomarê Iraqê Celal Telebanî Hêro Xan û berpirsê mekteba siyasî yê YNK’ê Mele Bextiyar.
Hevdîtina ku saetek û nîv dewam kir, çapemeniyê negirtin hundir. Piştî hevdîtinê şandeya BDP’ê û rayedarên YNK’ê re li mala Hêro Xan bi hev re xwarin xwarin. Piştî xwarinê Hevserokê BDP’ê Selahattin Demirtaş, Parlementerê BDP’ê Nezmû Gûr û berpirsê mekteba siyasî yê YNK’ê Mele Bextiyar derketin pêş çapemeniyê û daxuyanî dan. Bextiyar ku destpêkê axivî, xêrhatina şandeya BDP’ê kir. Bextiyar ku hevdîtin erênî dît wiha got: “Ev şande mêvanê YNK’ê ye. Me di hevdîtina xwe de li ser rewşa çar parçeyên Kurdistanê û pêwendiyên navbera BDP’ê û YNK’ê de xeber da.”
Paşê Demirtaş sipasiya xwe ji bo YNK’ê kir û wiha got: “Ez di kesayeta Mela Bextiyar de sipasiya YNK’ê dikim. Me li vir bi Hêro Xan û Mele Bextiyar re hevdîtinek baş pêk anî. Ev hevdîtina me di demekî girîng de pêk hat. Em sekna YNK’ê ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurd gelek erênî dibînin û pê kêfxweş in. Wekî tê zanîn damezrandina Hikumeta Herêmê berdewam dike. Ez daxwaz dikim ku ev hikumet bi şêweyekî erênî bi encam bibe û xizmeta gelê Kurdistanê bike."
Şandeya BDP’ê piştî hevdîtina xwe a li vir çû bajarê Helebçeyê. Li vir şandeyê bi berpirsên malbatên Helebçeyê yê YNK’ê re hevdîtin pêk anîn. Şande di dawiyê de jî çû ser Goristana Helebçe û li ser sembola goristanê gul danîn.
Tê payîn şandeya BDP'ê sibê (20'ê mehê) piştî hevdtîna xwe ya bi endamên polîtbiroya YNK'ê re vegere Tirkiyeyê.


