Diyarname
Ûmût Çetîn ê 48 salî, li taxa Xançepekê ya Amedê ji dayik bûye û 30 sal in bi karê solboyaxkirinê debara xwe dike. Wî bi evîn û coşeke mezin dest bi vî karî kiriye, lê îro qala zehmetiyên ku ev kar ber bi tunebûnê ve dibe, dike. Çetîn ku di demeke berê de bi vî karî gelek pere qezenc kiriye û şagirt perwerde kirine, niha ji ber şert û mercên aborî di rewşeke dijwar de ye. Wî bi xemgînî got: “Êdî ev kar nema debara me dike.”
“Berê di vî karî de bi rastî jî pere hebû”
Ûmût Çetîn, rojên zêrîn ên karê soleboyaxkirinê ku di ciwaniya xwe de dest pê kiriye, wekî xewnekê bi bîr tîne: “Ev 30 sal in ez bi solboyaxkirinê debara xwe dikim. Berê ev kar ne tenê pere, lê rûmet û hurmet jî dianî. Min gelek şagirt perwerde kirin; me bi hev re pêlav dirûtin, nû dikirin û boyax dikirin. Lê belê îro, şertên aborî yên dijwar vî karî kirine barê ser milên me. Niha ne tenê perwerdekirina şagirtan, debara xwe bi zehmetî dikim” û xemgîniya xwe anî ziman.
Rêwîtiya dawî ya karekî kevnare
Çetîn ku berê xwediyê dikanekê bû û bi rê ve dibir, ji ber krîza aborî neçar ma dikanê bigire. Niha ew li kolanan, li ser bingeha gerokî, karê tamîrkirina pêlavan û solboyaxkirinê didomîne.
Ew dibêje: “Ez niha li ku derê hewce be, li wir pêlavan tamîr dikim û boyax dikim. Lê di cîhana îro de, ev kar, mîna pîşeyên kevnar ên wekî kûlavçêkirin û nalbendiyê, ber bi tunebûnê ve diçe.”
Çetîn destnîşan kir ku ew yek ji nûnerên dawî yên vî karî ye û li Amedê tenê çend solboyax û makîneyên tamîrkirina pêlavan mane. Wî gilî kir ku ciwan êdî eleqeyê nîşanî vî karî nadin û vî hunerê kevnar ber bi jibîrkirinê ve diçe.



