Stenbol
Zanîngeha Bogazîçî roja 12'yê mehê doktoraya fexrî da civîknas û nivîskar Îsmaîl Beşîkçî.
Beşîkçî bi teze xwe ya doktorayê ya bi navê "Li ser Eşîra Elîkan lêkolîneke civaknasî" dest bi qada akademîk kiribû, dema bi sûcdariya "Propagandaya Marksîst û herêmparêzî" ji Zanîngeha Ataturk a Erzeromê hatibû avêtin, ev xebata wî ya akademîk jî nîvî de mabû. Beşîkçî ji wê rojê heta sala 1999'an nêzî 20 salan di girtîgehan de ma. Niha Zanîngeha Bogazîçî bi doktora fexrî ew rûmetdarkir.
Civîknas Beşîkçî ji Îskîlîpa Çorûmê ye, kurd gelek jê hez dikin. Beşîkçî di merasima girtina doktorayê de wisa got: "Zanist vegotina tiştên ecêb, şaşîkirin, tiştek sûc be jî vegotina wê ye. Li Tirkiyeyê zanîngeh tune ne, ger hebana hê dê YOK (Lijneya Hîndekariya Bilind) ne li ser piyan ba."
Boğaziçi Üniversitesi’nin verdiği doktora, genel akademik sistemin bugüne kadarki inkar ya da karalama politikalarındaki payının bir özrü niteliği de taşıyor. Beşikçi ise doktora töreninde söylediği sözlerle, bilim ve fikir özgürlüğüne dair tavizsiz tutumunun hiç kesilmeyeceğini de müjdeliyor: “Bilim saçmalayabilme, yanlış yapabilme, suç olanı söyleyebilme özgürlüğüdür.”


