logo
ad
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Temenek ji bo çand û folklorê xerckir: Ehmed Tekîn
  2. Kurdên Bînboxayê (Memlekê Jêr)
  3. Dosta zimanê kurdî Tove Skutnabb-Kangas mir
  4. Rektorên zanîngehên bajarên kurdan guherîn
  5. Dema hûn vê nûçeyê dixwînin, hûn hinek din dibin feqîr
news-details

'Kurd'Înalco'yeke nû derket

  • Dîrok: 15/07/2020
  • Beş: Çapemenî

Diyarname

Kovara ziman, wêje û çandê Kurd'Înalco ku ji aliyê xwendekarên kurd ên li Parîsê ve tê amade kirin derket. Kovarê Kurd'Înalco hejmara xwe ya yekemîn di bihara 2019'an de derxistibû û niha bi hejmara xwe ya duyemîn li pêşberî xwendevanan e.

Kovara ku di vê hejmarê de wêneyê Cegerxwîn ê xêzkirî kiriye berga xwe û li ser Cegerxwîn nivîsa Reat Çelîk jî weşandine. Çelîk bi sernavê "Cegerxwîn, di edebiyata modern a kurdî de berdewamiya neteweperweriya Ehmedê Xanî" nivîsa xwe pêşkêş kiriye. Wî, li ser helbest û helwesta Cegerxwîn dîtina xwe aniye ziman, qala tesîra Xanî li ser Cegerxwîn aniye ziman û gotiye, "Cegerxwîn xwendina xwe ya Xanî tim nîşan dide û helbest û gotinên wî wekî mînak di nivîsên xwe de parve dike."

Wergêr an Paçvan?

Bîlal Çelîk li ser "Wergêr kî ye? Paçvan kî ye?" nivîsiye û di nivîsa xwe de li ser kesên ji metnê wergerê dikin û kesên bi devkî, wekî tercuman wergerê dikin, ji aliyê peyvê ve sekiniye. Di nivîsê de diyar kiriye ku Erebê Şemo "Dîlbend", Husein Muhammed "Paçvan", Micheal Chyet "tercimençî" bikar aniye û her wiha ji ferhengên din jî mînak dane. Ew dibêje, "Mijara tercimaniyê/paçvaniyê di nava Kurdan de bi awayekî neprofesyonel be jî berbelav e. Heryekî me ji bo dayik, bav an jî yekî/e din ku Tirkî, Erebî, Farisî an jî zimanekî din nizane,

li nexweşxaneyê, li ber hepsê an jî li ber saziyên din ew kar kiriye." 

Kela Dimdimê - Kela Alamûtê

Mehmet Şîrîn Fîlîz jî "Ji aliyê întertestûalîtî ve berawirdkirina destana Kela Dimdimê û Efsaneya Alamûtê" nivîsa xwe weşandiye. Ew dibêje, "Em dikarin bibêjin ku di hemû vegotinên civakî yên gelan de gellek xalên hevpar hene û ev xalên hevpar di gellek çîrok destan û efsaneyan de xwe didin der. Lê ev nayê wê wateyê ku van vegotinan heman tişt in,

an jî neteweyek ji neteweyek din van vegotinan stendiye."

Sîbel Er û Baker Alkurdo jî ligel nivîskarê frensiz Franceschi hevpeyvînek kiriye.

Her wiha Ayhan Yildiz li ser "Hecî Qadirê Koyî", Serdar Ay "Ne-ziman, dij-ziman", Choman Hardi bi "Hanê Havînê", Guy de Haupassant bi "Parsek", Heyran bi "Zarokatî...?", Deza bi "Şeytano Azad", Omer Tekîn bi "Sobe", Mustafa Çelebî bi "Kok û Rehên Bajêr", Pierre Rondot bi "Kurd û tevgera YKSS'ê li Rojhilat", Baker Alkurdo bi "Dagirkirina Rojavayê Kurdistanê û Lozana Duyem", Musa Anter bi "Rojên Bi Coronayê", Baker Alkurdo bi "Kamûran Bedirxan, Kurd û Dîplomasî" di kovarê de cih girtiye.

Di kovarê de nivîseke bi fransizî, du nivîs jî bi tîpên erebî hatine weşandin.

Di dawiya kovarê de çalakiyên Kurd'Înalcoyê yên par, hin nûçeyên din ên çandî hatine weşandin û her wiha bi sernavê "Hûn van kesan nas dikin?" (amadekar Nebiyê Dûro) hin şexsiyet hatine nasandin.

Yên bixwazin dikarin ji ser înternetê re kovarê bikirin:  https://www.helloasso.com/associations/kurd-inalco/formulaires/2

Ji bo têkiliyê: kovarakurdinalco@gmail.com

Parve Bike

Youtube Me

Nizamettin Arîç

news

Em Hatin

news

Aytenxan: "Şevbuhêrk û Şîrînahî"

news

Omer Dilsoz: Bo demê

news

Qeza...

news

Mîrza Ronî: Şevger Çolo û Provakasyonên wî!

news

Helîm Yûsiv: Piştî 34 salan Mihemed Şêxo

news

Êrîşa li lîstikvanên Amed Sporê... 05.03.2023...

news

Di dema erdhejê de ger hûn erebeyê diajon...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li derve bin...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li hundir bin...

news

'Bêrîvanê' / Mihemedê Nenyasî

news

Zara Mihemedi hat berdan

news

Goristana Semsûrê dilan dişewitîne…

news

06.02.2023, navenda Semsûrê...

news

Gername: Welatê Baskê

news

Hemal

news

Gername: Geştiyariyeke Behdînan

news

PEŞKÊN ŞEVÊ I

news

Peşkên Şevê II

news
Çapemenî - Nivîsên Dawî
news
  • 05 06 2023

Kovareke nip û nû: 'Şor û Zanîn' derket

news
  • 01 06 2023

'Şewçila' ay 20'inan veciya

news
  • 29 05 2023

Nûbihar bi 'Berxwedana Araratê' derket

news
  • 18 05 2023

Google dê bi mîlyonan hesabî jê bibe

news
  • 17 05 2023

Ji Dilopê 'Erdhej, siyaset, hilbijartin'

news
  • 16 05 2023

9 rojnamegerên kurd hatin berdan

Nivîsên Nû
news

Rêya avakirina xwebûna kurdan

  • Mîrza Ronî
news

Çi bi 7 mîlyon ciwanî hat?

  • Cemil Oguz
news

“Hukumet Konagî”ya Colemêrgê

  • Omer Dilsoz
news

'Kurdcîtiyê neke'

  • Dilşêr Bêwar
news

Hevala min, jin û hezkirin

  • Aytenxan
news

Xewn û sûret*

  • Welat Dilken
news

"Swêd Swêda jinan e"

  • Aynur Aras
news

Kesayetên Şîzoîd û Dinyaya Derveyîn

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Lêkolînek: Vîrus li malê zêdetir dertê holê

ad

Ji ber diruşman PFDK'ê ceza li Amed sporê birî

ad

Pişkeya Tûra 2'yem a Kûpaya Tirkiyeyê çêbû

ad

KCD: Me ambargo dananiye ser Rûdawê

ad

Şûraya Ziman û Perwerdehiya kurdî dest pê kir

ad

Tezkereya operasyona dersînor hat qebûlkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Nivîsênkarên Mêvan
3 Roj
news

Temenek ji bo çand û folklorê xerckir: Ehmed Tekîn

  • 06 06 2023
news

Kurdên Bînboxayê (Memlekê Jêr)

  • 07 06 2023
news

Dosta zimanê kurdî Tove Skutnabb-Kangas mir

  • 06 06 2023
news

Rektorên zanîngehên bajarên kurdan guherîn

  • 06 06 2023

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Cîhan ROJ
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • Helîm YÛSIV
  • Kazim Polat
  • Mîrza Ronî
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin

Copyright © 2005-2023 Diyarname