Diyarname
Heyeta BDP û HDP'ê îro çû Girava Îmralî û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Ocalan di hevdîtinê de li ser bûyera kuştina 2 geveriyan banga hişyariya li hemberî "provakasyon"ê kir.
Wekîlên Serokên Komên BDP'ê Pervin Buldan û Îdrîs Baluken û Cîgerê Hevserokên HDP'ê û Berpirsê Pêvajoya Çareserî û Muzakereyê Sirri Sureyya Onder îro çûn Îmraliyê û ber êvarkî vegeriyan.
Heyetê piştî vegerê kurtepeyama Ocalan bi vî rengî ragihand: "Ji ber komkujiya li Geverê ez sersaxî ji bo malbata wan û gelê me dixwazim. Divê gelê me li hemberî provakasyonan hişyar be."