logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Hemû agahiyên îro (Nûçe her tê nûkirin)

Ev nûçe her tê nûkirin...

  • Dîrok: 31/03/2019
  • Beş: 2019: Hilbijartina Herêmî

(Ev nûçe her tê nûkirin)

 



02.30: AA: HDP'ê Îdir girt
Ev du saet bû ku AA'yê (Ajansa Anadolu) agahî belav nedikir. Lê her Îdir wekî ku MHP'ê girtiye dihat nîşan dayîn, niha AA'yê HDP derxist pêş. HDP'ê bi sedî 50 Îdir girt.  

02.25

İmamoglu: Bi 29 hezar ferqê me Stenbol girt

Berendamê "Îtîfaqa Miletê" yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu derket pêşberî kamerayran û got ku ev 2 saet û nîv e AA (Ajansa Anadolu) agahiyan naweşîne lê agahî di destê me de ne. Îmamoglu wisa got: "Heta niha ji 31 hezar û 186 sindoqa 30 hezar û 86 sindoq hatine jimartin. Encam di destên me de ne. Tenê 100 sindoq mane. Ferqa ku em li pêş in  29 hezar û 408 e. Bi giştî me 4.155.966 deng girtine, reqîbê me 4.126,558 deng girtine. Ew sindoq bêne vekirin jî ne mimkûn e ev ferq bê girtin loma me Stenbol bi dest xist. Pêvajo dewam dike bila hevalên me yên li lijneyên hilbijartinê yên navçeyan belav nebin, xwedî li sindoqan derkevin." 

23.45
YSK'ê malpera xwe girt

Malpera Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ku her kesî dikarî bikevê, daneyên li ber dest bide be hev û li daneyên din ên hilbijartinê binêre girt. Dema mirov dikare malpera YSK'ê beşa "Encamê" wisa dibêje: "Encamên sindoqan û encamên ji ser sindoqan hatine girtin piştî ku di Rojnameya Fermî de bê eşkere kirin dê YSK ji bo her kesî veke."

22.40

Ayhan: Di vê pêşbaziyê de Qers bi ser ket

Berendamên HDP'ê yê Qersê Ayhan Bilgen serketina xwe ragihand, daxuyanî û got: "Bi kurd, tirk, azerî, tirkmen em hemû bi hev re bi ser ketin. Ji destpêka xebata hilbijartinê ve me got dê Qers bi ser bikeve, Qers bi ser ket. Em hemû bi hev re bi ser ketin, wekî ku em hemû bi ser bikevin em pîroz dikin. Heta niha kî cudaxwazî kiribe, kî cudakarî kiribe bila bik. Emê kesê cuda nekin, tiştê ku li me tê emê bikin. Kesên ku di dema hilbijartinê de buxt û derew li me kirine divê em wan bidin şermê. Ev pêşbaziyek bû Qers bi ser ket, em hemû bi hev re bi ser ketin."

 

22.00
Li Amedê navçeyên Amedê ku HDP'ê bi dest xistin derket 15'an. Li gor vê tenê 2 navçe winda kirine. 

Saet 21.00 

Rewşa hin navçeyan

Li Amedê ji bilî Çingûş û Çêrmûgê li 14 navçeyên din HDP bi ser ketiye. 

Hin navçeyên mezin û girîng ên din jî: li Sêrtê Misirc cara din ketibû destê AKP'ê, ew carek din vegeriya. 

20.45
Li Qersê HDP niha pûanek û nîv li pêş e. Sedî 28.30. MHP sedî 26.80 dixuye. HDP dibêje emê qersê bigirin. 

Saet 20.30

Li gor vê saetê li Sêrtê HDP'ê sedî 50 derbas kir. Em êdî dikarin bibêjin Sêrt jî diyar bû. 

20.00
Li Wan, Îdir, Mêrdînê HDP li pêş e. Lê ji bo serketinê hê zû ye. Li Amed, Culemêrg û Batmanê HDP bi ser ketiye.

20.00
Li gor vê saetê ji bajarên mezin ên Tirkiyeyê li Enqereyê Mansur Yavaş li pêş e: Sedî 49, AKP sedî 48... Li Stenbolê AKP Bi sedî 50, CHP sedî 48 dixuye. Lê hê gelek deng nehatine vekirin. Li Îzmîrê CHP bi ferqek mezin li pêş e.

19.15

Qedexe rabû. Li Amed, Culemêrg, Batmanê pirsgirêk nîn e, HDP bi ser ketiye. 

Ji navçeyan li Erzeromê li navçeyên Qereyazî û Qereqoçan HDP bi ser ket. 

 

YKS': Saet 19.15'ann de qedexe ji holê radibe. Piştê vê saetê êdî dê belavkirina agahiyan serbest be.


17.00
Dengdan bi dawî bû
Saet bi 17.00 ra li temamê Tirkiyeyê dengdayîn temam bû. Niha peywirdarên sindoqan dest bi jimartina dengan kirin. 

16.00
Bajarê kurdan û henî bajaranê Tirkiye de ke saet  07.00 de vengdayîn dest pa kerd bî, vengdan temam bî. Ewca peywirdaranê sindoqan dest bi mardişê vengan kerd. 

15.00

Li Hênê heyet hat binçavkirin

Li navçeya Hênê ya Amedê heyeta çavdêr ku ji Ewropayê hatibû hat binçavkirin. Endamên heyetê yên îtalyan Sonia Helene Rosset û Noemi Colombo birin Emniyeta Navçeyê. Heyet piştî saetek hat berdan. (Ev not paşê lê hat zêdekirin)

14.00

Li Stenbolê li ser navê “Îtîfaqa Milletê” Ekrem Îmamiglu, li ser navê “Îtîfaqa Komararê” Bianali Yildirim berendam e. Ji serê sibê de gel qefle bi qefle diçe deng dide, eleqeyeke gelek mezin ji bo hilbijartinê heye. 

12.20
Kayapinarê Amedî de kewtî pê: 2 birîndarî est ê

Kayapinarê Amedî de qeybî moxtarî henî kewtî pê. Di pêkewtişt de jo tera bi giranî 2 tenî birîndar bî. Birîndarî berdî nêweşxane.

Li Qulpê cerdevanan êrîşê HDP'yiyan kir

Li gundê Xweşika a girêdayî Qulpa Amedê cerdevanan êrîşê parêzer Eyyup Aydeniz, endamê HDP’ê Fırat Akdeniz, Suat Ozuürk û Mehmet Emin Ay kir. (MA)

11.50

Li Puturgeya Meletî du peywirdar hatin kuştin

Li Puturgeya Meletî bav û kur, du peywirdarên sindoqan ên li ser navê Partiya Seadetê ji aliyê berendamê AKP'ê ve hatin kuştin.Bûyer li Dibistana Taxa Bolunmez a Puturgeyê saet li dor 10.30 de çêbû. Di navbera du aliyan de xirecir derket û paşê veguherî pevçûnê. Di pevçûnê de Hasan Aktaş û Îlyas Aktaş bi guleyên demançeyê hatin kuştin. Hat gotin ku di bûyerê de du kes hatin girtin, lê navên wan hê eşkere nebûye.

11.00

Demîrtaş: Deng bidin û xwedî lê derên

Hevserokê HDP'ê yê berê Selahattin Demîrtaş ji ser twittera xwe re peyam weşand: "Merheba, hûn çawa nin? Em diçin cem sindoqan ne? Ji kerema xwe re miheqeq em dengê xwe bidin û heta jimartina bidome em xwedî li sindoqan derên. Êvarê em bi hev re li encamên xweş temaşe bikin. 


Cem Yilmaz: 'Ma go bi ser bikoy'

Komedyen Cem Yilmaz Dibistanê Lutfi Banat ê li Beşîktaşê Stenbolê de verê sindoqey bi nimra 1254 de vengê xo da û vat: "Ma go bi ser bikoy."

10.30

Buldan: Ezê ji Amedê li çûyîna kayûman temaşe bikim

Hevseroka HDP'ê Pervin Buldan li Bakirkoya Stenbolê li Dibistana Seretayî ya Murat Koluk deng da û got: "Ezê ji vir herim AMedê. Ji Amedê li çûyîna kayûman bi zewqek mezin temaşe bikim."

Buldan li ser pêvajoya hilbijartinê got: "Em demek giran li dû xwe hişt. Me her tişt kir. Ji bo pêşeroja Tirkiyeyê, ji bo sibeya Tirkiyeyê me gelek tişt got. Lê tu kanaleke televîzyonê xebatên me neweşand û di vî warî de astengî hebûn. Dibe ku hevdîtina me ya ligel gel nedabin lê em dixwazim bibêjim me gelek xebat kir. Her roj ji qadan derew li HDP'ê kirin, li hemberî van me ji bo gelê xwe qala meseleyê kir. Me îro peywira xwe anî cih. Ez bawerim gelê me jî dê li sindoqê peywira xwe bîne cih. Min niha dengê xwe da. Ezê raste rast herim Amedê. J iber ku ezê ji Amedê bi zewqek mezin li çûyîna kayûman temaşe bikim." 

09.30
Bilgen: Li Qersê em bi hev re bixebitin

Berendamên HDP'ê yê Şaredariya Qersê Ayhan Bilgen li Dibistana Haydar Aliyev li cem sindoqa bi nimreya 1146'an deng da û got: "Vîna ku ji sindoqê derê divê hurmet ji bo wê bê nîşandayîn. Ev yek rêgeza bingehîn a demokrasiyê ye. Me kampanyayek girîng li dar xist. Em hêvî dikin ev hilbijartin di nav hizûr û aramiyê de bi dawî bibe. Emê qet ji ser xwe neçin û emê bibêjin yê bi ser ket gelê Qersê ye. Encam çi dibe bila bibe ji bo bajarê me em bang dikin ku bi hev re bajar bi rê ve bibin." 

Li Xelfetî polîs bê belge deng didin

Li taxa Hîlaliye ya Xelfetiya Rihayê polîsên ku ji bajarên wekî Mêrsîn, Edene, Antalya û Konya anine bajêr bêyî belgeyên wan hebin li sindoqa bi nimreya 142'yan deng dan.

Dîsa li sindoqên bi nimreya 1049 û 1050 de bi awayekî eşkere deng hat bikaranîn. Peywirdarên sindoqan ên li ser navê HDP'ê mudexele kir, xirecir di navbera wan, peywirdarên AKP û polîsan de derket. Parêzerên li ser navê HDP'ê jî mudexele kirin. 

09.00

Li Bismilê leşkeran xwest dengan ji dêvla gel bikar bînin

li gundê Koperî yê navçeya Bismilê, fermandarê qereqolê “dengên vekirî” li gundiyan ferz kir, gef li gundiyan xwar û got: “Hûn ê dengê xwe tenê bidin cihekî. An jê ez ê ji dêvla we rengên we bi kar bînim.” 

Şêniyekî gund û peywirdarê sindoqa gund ku ji ber ewlehiyê nexwest navê wî bê eşkerekirin ev agahî da. (MA)

08.50
Li Mêrdîn û Şirnexê vê sibê baraneke gur dibare. Ligel vê yekê jî gel ber bi sindoqên dengdanê ve diherike.

08.30

Partiyên ku beşdarî hilbijartinê bûne

AKP,  BTP, BBP, CHP, DP, DSP,  HDP, İYİ Parti, MHP, SP, TKP,  VP beşdarî hilbijartinê dibin.

AKP û MHP'ê bi nave "Îtîfaqa Komarê" li hev kirine û li piraniya bajaran li ser navê AKP'ê, li hin bajaran jî li ser navê MHP'ê berendam nîşan dane.

CHP û Îyî Partî jî li ser navê "Îtîfaqa Gel" li hev kirine, li piraniya bajaran CHP'ê, li hin bajaran Îyî Partî berendam nîşan daye û ew deng didin hev.

HDP'ê armanc kiriye ku li bijarên kurdan carek din bajar û navçeyan bi dest bixe, li bajarên rojavayê Tirkiyeyê jî li hin cihan berendam nîşan dane, li cihên din piştgirî dide berendamên demokrat.

Hevşaredaran deng da

Li Amedê Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Hulya Alokmen û Selçuk Mizrakli deng dan. Mizraklik saet dor 7.30 hat Dibistana Seretayî ya Cemil Ozgur ku li lojmanên Zanîngeha Dîcleyê ye û li sindoqa bi nimreya 1152'yan deng da.

Alokmen jî li Kayapinarê, li dibistana Şehit Halit Gulser Kiz Anadolu İmam Hatip Lisesi li cem sindoqa bi nimreya 1263'yan deng da. Berendamên Kayapinara Amedê yên HDP’ê Keziban Yilmaz û Necati Pirinççioglu jî ligel Alokmen hatin û deng dan.


Bajarên Mezin:
Li bajarên wekî Amed, Wan, Mêrdîn, Entab, Riha, Mereş, Erzerom, Edene, Enqere, Stenbol, Antalya, Aydin, Balikesir, Bursa, Denîzlî, Erzurum, Eskişehir, Entab, Hatay, Îzmîr, Kayseri, Kocaelî, Konya, Manîsa, Mêrsîn, Mugla, Ordu, Samsun, Tekirdağ, Trabzon gel dê ji bo Şaredarê Bajarê Mezin hilbijêrin deng bidin.
08.00

Li bajarên rojavayê Tirkiyeyê dengdanê dest pê kir.

07.00

Li gor biryara YSK'ê (Lijneya Bilind a Hilbijartinê) li Tirkiyeyê li bajarên wekî Semsûr, Agirî, Çewlig, Amed, Elezîz, Erzîncan, Erzerom, Entab, Bedlîs, Culemêrg, Qers, Meletî, Mereş, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Dêrsim, Riha, Wan, Batman, Şirnex,  Îdir, Erdexan, Artvin, Giresun, Gümüşhane, Ordu, Rize, Sivas, Trabzon, Bayburt û Kîlîsê dengdanê dest pê kir. Li van bajaran saet 16'an dê dengdan bi dawî bibe.


Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
2019: Hilbijartina Herêmî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 06 2019

Piştî 25 salan li Stenbolê desthilatek nû heye (Hat nûkirin)

news
  • 23 06 2019

Serokê YSK'ê li ser hilbijartina Stenbolê axivî

news
  • 11 06 2019

Ekrem Îmamoglu gotina xwe ya li ser perwerdehiya kurdî got

news
  • 11 06 2019

Ev e pisûlaya dengdayîna hilbijartina Stenbolê

news
  • 18 05 2019

Ev agahî Stenboliyan eleqedar dike

news
  • 14 05 2019

Ji bo kampanyayê: Hunermendek 100 hezar TL daye Îmamoglu

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Li Cizîrê ji ber nebûna doktor dayik tevî zarok mir

ad

Weşanxaneyên kurd li Fûara Pirtûkan a Îzmîrê ne

ad

Ji Hesarê heta bi Swêdê Cegerxwîn

ad

Ji dîwanên Abdullah Peşêw cildeke nû çap bû

ad

Kawa Nemir li ser wergerê axivî

ad

Demîrtaşî ji Heyeta Îmralî re çi got?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname