logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  5. 260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan
news-details

Sergotina Tilermenî

Ji ber ku Yaqob Tilermenî, romana xwe ya “Sergotina Calvino” ji mijar û çîrokên “Sergo û ve/gotinê” wekî bingeh hilgirti

  • Dîrok: 14/11/2013
  • Beş: Serbest

Çetoyê Zêdo 

Ji ber ku Yaqob Tilermenî, romana xwe ya “Sergotina Calvino” ji mijar û çîrokên “Sergo û ve/gotinê” wekî bingeh hilgirtiye; ez ê jî, ji bo vê romanê taybetî li ser xwesteka vegotina nivîskêr bisekinim. Bi danberhevdina referansên Calvîno û bi têbiniyên vêgotina romanê re dixwazim binirxînim. 

Ji navê romanê û pêşgotinê yan “sergo(tin)”ê xwendevan pê dihese ku mijar wê li ser hîmê “vegotin û sergo”yê bisekine. Di çîroka destpêkê de, kuştiyek û kujerekî ne diyar derdikeve û xwendevan li “nasnemaya” van lehengan digere. Ji ber vê yekê xwendevan ji destpêka romanê li benda honakeke dramatîk e.  Lê piştî çîrokeke din nivîskar bi zanebûn “lêgerîna” çîrokê bi vegotineke din diguherîne. Di çîrokên dîtir de, sedema kûjerbûnê di honakeke din de dîsa derdixîne, lê pişt re “vebêjer” vê çîrokê jî diguherîne û dramatîka “klasîk” serûbin dike. 

Vebêjerê giştî û yê leheng, di her çîrokê de bi awayekî din derdikeve û vedibêje. Mîna ku ji yekî re qal bike, çîrokên xwe vedibêje. Her carê çîroka xwe bi awayekî din vedibêje û diguherîne. Vebêjer hay ji xwendevên heye, her çi qasî gotina wî ji hin pirsên lehengekî nediyar (Guhdar) tê birîn jî, vêbêjer dizane gotinên wî tên xwendin! “Ne wiha bûya, we yê niha li vê çîrokê guhdarî mekira an jî we yê ev çîrok nexwenda.”(r.20) “Dîsa di serê we de pirs çêbûn ne wiha! (r.22-94)  Vebêjer di rastiya xwe de, “xwendevanekî” bi ser xwe re ye, birrek navê nivîskar û kitêban bilêv dike û ji wan mînakan dide. Danasîna têgih û mijarên taybet bi hurguliyên wan vedibêje. Xwestiye wekî “Bajarên” Calvîno vebêje, lê ji danasîna van têgih û ramanên “navdar”, vegotin veguheriye şêweyeke “perwerdekirinê”.   

Di “LIQAn”de bi peyvên taybet an nîşankirî yan qedexekirî û hwd. wekî ku xwestibe xaçereyekê derxîne hemberî xwendevanan. Lê pişt re “peyvên” wî dibin tiştekî ji rêzê û di “vegotinê” de tenê xwe dubare dikin, nivîskar bi vî awayî rê nade xwendevan, ji ber ku alternatifên vêbêjer formel disekinin. Di “Bajerên Nexwiyayî” ya Calvîno de, leheng û vêbêjer carinan tevlihev dibe, lê vêbêjeriya çîrok û bajaran dîsa bi hevdu girêdayî ye. Xwendina berhemên Calvino, ji bilî “Bajarên Newxiyayî” di sinorên vegotina “klasîk” de tê nirxandin. Ji bo “Bajarên Nexwiyayî” jî xwendevan dikare romanê ji hemû rûpelên wê destpê bike û bixwîne, dîsa jî dramatîka çirokê xera nabe. Her xwendevan dikare xaçeriyekê ji xwe re bibîne. Calvîno riya xwendevanên xwe nagire, mudaxele jî nake, her xwendevan xwe bi xwe rêyekê dibîne. Calvino, nivîskariya xwe, di lêgerîna serborî û çîrokên gelerî de dibîne; ne ku di vegotina tevlihev de çîrokên xwe lêdike. Ji bo lezgîniya bizavên bênavber, bêdawîbûna wextê nîşan dide û mînaka wî jî “Çîrokên Hezar û Yek Şevê” ye.   

Lehengê “Guhdar” di gelek cihî de itîraza vegotinê dike yan jî vegotina vebêjer li gora xwestek û pirsên xwe sererast dike. Carinan li ser navê “xwendevan” dipirse, yan şîrove dike.   Nasnameya lehengê “Guhdar”, her tim bi gumaneke din tê guhertin. Carinan dibe dengê hundurîn, xwendevan an jî temaşevan û bi giştî dibe “berdevkê” nivîskarê xwe. Ya balkêş jî navberên îtalik an jî lehengê Guhdar, bi pesindayîna vebêjer “xweş” têkildar dibe. “Bi vê tempoyê vegotina te gelekî xweş e. (r.18)” “Tu rastiyê bixwazî vê lênerîna te ya li himber jiyanê bala min kişand. Kî dizanê bê hîna çi hêk bi te re hene.(r.21)” 

Nivîskar, carinan jî bi pirs û bi gotinên“Guhdar” re, xwestiye îroniya vê romanê derxîne, lê di vir de jî, mirov pê dihese ku, xwestiye li hev bine. Lê ji ber zanîn û lezgînî û eşqa vegotinê, îronî tenê di hin peyvan de aliqiye û derneketiye.  Wekî mînak, ji nivîskar werê ku “xwendevan” di gelek cihan de “dibişire, dikene yan jî ecêbmayî jê dipirse”. Ji ber vê yekê vêbêjer (xwediyê gotinên “îtalîk” an Guhdar) bi “zanebûn” hin tiştên li gora hesabê nivîskar dibêje. Guhdar: “Weeeew, tu dibêjî qey mirov di keştiya Noah de ye. Îcar jî gêrîk!” Vebêjer: “Tew ev hîn nîna ye, ku ez behsa tirnîna bikim tê bêhtir şaş bibî…” (r.19)  Guhdar: “…Li du hev dubare dikî…” (r.96) “…Ger tiştekî nû ku tu bibêjî nemaye, ji xwe re li cihekî rûnê û bes mirovan sil bike.” (r.116)

Nivîskar bi “Guhdar”ê xwe dixwaze li vebêjeriya xwe mikur bê ku, her tiştî bi zanebûn dike yan jî dide zanîn ku serdestê vegotinê ew bi xwe ye. Bi gotineke din, bersiva “Guhdar” ne ji bo li xwe mikurhatinê ye, ne jî ji bo sererastkirinê ye. Tenê ji bo nîşaneya eşqa vegotinê ye. “Min tu pêwendiya gotinê û vegotina te nedît. Te dîsa tiştin li bin guhê hev xist. Ez ji guhdarkirinê aciz bûm…”(r.72)  

Her tim bûyera kuştinê bi heman vegotinê ye: “Min nema xwe dît û gewdeyekî bêgiyan li ser erdê ramediya. Xwîn ji kêra destê min dinuqutî ser xalîçê.”(r.18,48)    

Vebêjer  qala“Abjec”ê dike, bi carekê re “Guhdar” pirsa navê Abjec jê dike, vê carê “Abjec” vedibêje û pişt re “vêbêjerê esas” didomîne. (r.31)  Di çîroka “qartol”ê de vebêjer jî ne diyar e, destpêk û dawiya çîrokê, îtalîk hatiye nivîsin û çîrok mîna teswira sehneyekê hatiye nivîsandin. Bi vê yekê nivîskar, xwestiye hemû çîrok û vebêjeriya romanê, tenê li ser wergirtina xwendevên bihêle. Lê pişt re vê yekê jî, ji bîr dike û dîsa li gora xwe hin tiştên din diceribîne.          

Bi van ceribandinan, vegotin heye lê çîrok namîne. Vebêjer heye lê carinan wenda dibe. Sergo û sergokar hene, lê vegotin û çîrokên wan li hev nakin! Wekî ku xwesteka Tilermenî ji bo vê romanê, tenê ji bo wateya “sergo/tin”ê hebe. Vebêjer bi Guhdar re, li çîrokan digere. Ji bo eşqa vegotinê çîroka romanê ber avêtiye. Ya giring jî ew e ku navê “Calvino” ji bo vê vegotinê tu referansan jê re nahêle. 

Li ser vegotinê, Calvîno di “Dersên Amerikayê” de, li ser “qesasiya çîrokvegotinê” çîrokê dişibîne hespê û siwarê hespê jî dişîbîne vebêjerê wê. Edebiyatê bi xwestina ragihandinê girê dide û ji rêbazê hespê vebêjer jî  şîreta “Bi hemdê xwe bilezîne!”dike.* Tilermenî çîroka xwe biriyê nava sergo; lê vebêjerê xwe jî pê re li wir bêhemdî xwe hiştiye! 

Hemû berhemên tê nivîsandin/xwendin li ser xwestina têkiliyeke ragihandinê disekine. Wê demê xwendina berhemekê, yan jî nivîsandina berhemekê li ser vê xwestinê derdikeve. Armanca hemû berheman li ser fêmkirinekê ye.  Ma mesele ne ew e ku li hêviya vê xwestinê be? Ji bo “Sergotina Calvîno” mirov nikare bi hêsanî pirsa “Çi dibêje yan çi diqewime?” lê bike. Derdê romanê ji bilî xwesteka vebêjeriyê yan ji xwestina “qesasê gotinê” pê ve, ne diyar e. Dibe ku nivîskar xwestibe vê şêwazê biceribîne. Heger xwesteka nivîskêr ne çîrok be, tenê çîrokbêjî yan ceribandina vebêjeriyekê be, divê berhem rê li ber xwendevanên xwe veke.

Romaneke ku pişta xwe nedabe xwestek û mereqa xwendevên, ew ê hêviya wê romanê yan jî berhemê çi be? Lihevanîna çîrok û vebêjeriyê bi mikurhatina derew û şizofreniyê, ji bo ragihandina îro fînaleke klasîk tê hesibandin.  Şîroveyê vegotin û çirokan li ser navê “xwendevanên” romanê dide “Guhdêr”: “Ev çito honek e! Derew e ango nivîskariye?” (r.120) “….Ez dixwazim careke dinê lê guhdarî bikim û kesên dinê jî bibin guhdêr.” (r.124) “Li ser van peyvên te nizanim ez ê ji guhdaran-temaşevanan- re çi bibêjim. Mirov bi qesasekî wekî te re- ku di eslê xwe de ne tu qesas e- çi jî biaxive, jê têr nabe.” (r.128)  

Calvîno ji bo fonksiyoneke edebiyatê jî, li hember tundbûna jiyanê berteka lêgerîna jiyaneke sivik nîşan dide. **  Sînorê pîvana vegotinê bi vebiriyê(mûtlaqiyet) nişan dide. Hesabkirina pênasînê, bi vegotineke eşkere û bi hêmayeke xurt î rasteqîn berbiçav dike. Pêşî îmgeyê berbiçav dike pişt re wê hêmayê vedibêje. Calvino, ji bo çîrokên xwe yên fantastîk, dişîbîne senaryo û çêkirina filmekî. Hemû çîrokên xwe yên fantastîk ji jiyana rojane derdixe. 

Belê, mirov ji bo vegotina vê romanê bala xwe bide hin teoriyan ew ê “hincetên navdar” ji bo gelek tiştî peyde bike û ew ê bi hêsanî bi nav jî bike. Vebêjeriya fragman, çîrokên bê navend, vêbêjerên cuda, têkiliya bi xwendevanan re… Tilermenî di “Sergotina Calvino” de mînakên romana postmodern bi lênanînî bi hev ve girêdaye. Wekî ku nivîskar bi xwe jî di “LIQA” yekemin de “pêşgotina” romanê bi “SergOdanK”ê dest pê dike. Di romana Kurmancî de encama “Sergotina Calvino” hemû vegotinên “yekemîn” bi dest dixe. Wekî ku derdê nivîskar ne xwendin be, xwepêşandina vegotinê be!  

Ji bo wergirtina vê romanê, ji bilî vebêjeriyê, tenê ji bo naveroka romanê ya ku  pêdiviyeke mijareke Kurdî hilnegirtiyê mînakek balkêş dibînim. Di vegotina sergo û sergokariyê de, xwendevan dikare qala “bermahiya” vê romanê bike. Xwezî eşqa vêbêjeriyê neketibûya navbera çîrok û lehengan. 

Wekî gotina di “LIQA2”an de “Abject” (Krîsteva?): “Lê ez ji xwe re dibêjim Abjek.”(r.29)  Tilermenî di “Sergotina Calvîno” de, ji kîsê xwe nabêjî Abject! Tilermenî, di vê romanê de, ji bo vebêjeriyê hemû fîşekên xwe di “sergotinê” de teqandiyê.

  * (Calvino, Dersên Amerikayê, r.66) 

** (Calvino, Dersên Amerikayê, r.42)

***Sernavê çîrokan bi işareta “¥T¥T¥T” dest pê dike, weteya vê nîşaneyê çiye, ez bi ser venebûm! 


Parve Bike

Youtube Me

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Nûbihar bi '100 Saliya Serhildana Şêx Seîd Efendî' hat

ad

Kongre temam bû: Va ne Hevserok û rêveberên HEDEP'ê

ad

Teklîfek bêehlaqî

ad

Xelatên Pêşbaziya Qala Aştiyê Bike hatin belavkirin

ad

Weşanxaneyên kurd li TUYAP'ê ne

ad

Ji bo Demirbaş bang li Gul û Erdogan kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname