Teklîfek bêehlaqî
Amberîn Zaman
Dema min ev rêz dinivîsand ji çapemeniya civakî agahî dihatin ku terorîstên DAIÞ'ê li ber bidestxistina Kobanê ne.
Min ev agahî piþtrast nekir. Lê li Kobanî rewþ krîtîk e. Îhtîmala DAIÞ deriyê sêyemîn ê li ser sînorê Tirkiyeyê Murþîtpinar (ligel Akçakale û Karkamiþ) bike bin qontrola xwe mezin dibe.
Helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî vê rewþê çi ye?
Helwesta wê neguheriye. Tirkiye wekî her gav zorê dide Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD). Bi kurtahî dibêje, "Tu têkiliyên xwe bi Esad re qut nekî emê tu alîkariya te nekin."
Lê wekî berê, îro jî PYD rejima Esad ji bo xwe bike neyar, bi rejimê re bikeve nava þer dê xwe bi xwe xwe bikuje.
Sedema vê yekê gelek hêsan e. Gelek caran di vê quncikê de me nivîsî. Esad bi êrîþên hewayî êrîþê kurdan bike dê Amerîka an jî dewletên Rojava bersiva Esad bidin? Wê ji bo alîkariya kurdan bibezin? Berê, li mirina bi deh hezaran kesên sivîl ên sûriyeyî hate temaþekirin. Dema em vê bînin bîra xwe ez nebawerim dê ji bo kurdan cuda tevbigerin. Kobanî jî têde êrîþên hewayî yên DYA'yê yên li Sûriyê têne kirin tenê DAIÞ'ê ji xwe re dikin hedef. Ji ber ku helwesta Obama zelal e. Mudexeleya leþkerî ya li Sûriyeyê bê kirin dê tenê bi DAIÞ'ê bi sînor be. Dê Esadî ji bo xwe nekin hedef. Ji ber ku rewþ ev e loma Tirkiye ew qas hêrs dibe. Dibêje: "Em nabim þirîkê çareseriya demî". Dixwaze Esad ji rejimê bê daxistin. AKP ku diyar e hê dest ji fanteziya xwe ya ku Amerîkayê ji bo vê razî bike bernedaye; loma dikir ku duh tezkereyê ji meclisê derbas bike ku rê li ber hêzên Amerîkayê û biyaniyên din veke ku axa wê bikar bînin. Bêyî ku vîna bênîqaþ û ya jêveneger ya Amerîkayê ku Esadî ji ser kar bibe tune be, PYD dê çima bi gotina Tirkiyeyê bawer be Esadî, pêre jî Rusya û Îranê bike dijberî xwe? Dema Esad bi ser kurdan de bombeyan bibarîne dê Tirkiye bazde alîkariya kurdan? Tirkiyeya ku sê salan nekarî mudexeleyê komkujiyên ku rejim dike bike, vê carê dê hêza xwe ya leþkerî derxe meydanê? Bersiva ku kurd didin vê yekê "Na" ye.
Dema rewþ wisa be, di dema ku li jêr sînorê me bi sed hezaran kes bi komkujiyê re rû bi rû ne de zorlêkirin çiqas exlaqî ye? Gere mirov vê pirsê bike.
Pirseke bi vî rengî jî: Di kêliya dawî de Tirkiye DAIÞ'ê, yan kurdan wekî tehdîda herî mezin bi nav dike? Ger bersiva vê pirsê DAIÞ be, ger nemimkûn be Tirkiye li hemberî DAIÞ'ê raste rast bikeve nava þer wê çaxê berdin bila kurd xwe biparêzin. Destûr dan ku ew qas çek, muxalifên Sûriyê yên ji sînorê me yê wekî qulqilî derbas bûn. Carekê jî berdin bila ji ser Tirkiyeyê re çek bigihîjin destên kurdan jî. Ji ber ku piþtî Kobanî têk here bila qet þika we tune be ku dê dor were Kantona Cizîrê ya li rojhilata Sûriyeyê ku ew jî di bin desthilatdariya PYD'ê de ye. Û dûre dê dor were Tirkiyeyê... Ji ber ku DAIÞ'ê gelek caran eþkere kir ku Tirkiye jî di nav hedefên wê de ye.
Tiþtek din jî bandoreke raste rast bi pêvajoya ku li Tirkiyeyê dest pê kiriye re jî heye. PKK, HDP û Apo bi yek dengî gotin ku Rojava parçeya pêvajoya çareseriyê ye ku jê nayê veqetandin. Dibêjin Kobanî têk here dê pêvajoya aþtiyê jî têk here. A rast li gor gelê kurd, di nav wan de meseleya ber bi xirabûnê ve çûyîna prestîja wan jî heye. Her çiqas sûcî hemû dixin stûna Tirkiyeyê jî ev yek wisa ye. Bi gotina akademîsyen Arzu Yilmaz "PKK çîrokeke serketinê ye, lê çîrokeke serketî ya ne encambûyî". Hindik maye rewþ ber bi vê çîrokê ve here.
Bi ser de di daxuyaniyên Serokomar û Yalçin Akdoganî de tê fêmkirin ku dixwazin Qendîlê marjînalîze bikin, rêyek bibînin ku bêbandor bikin. Dixwazin têkiya navbera PYD û Qendîlê de jî biqetînin, wan ji hev dûr bixin... Ev helwest hem ne polîtîkayeke rasteqîn e, hem jî dike rewþ ber bi talûkeyê ve jî here. Reqîbên herêmî yên Tirkiyeyê di kêmînê de li bendê ne. Di dema ku PKK bi DAIÞ'ê re þer dike de, tê gotin ku derfeta ku PKK eniyeke din veke nîn e. Ev rast e. Lê em vê jî ji bîr nekin; di heman demê de ger DAIÞ êrîþê Tirkiyeyê bike, derfên Tirkiyeyê jî nîn in hem bi kurdan re, hem bi DAIÞ'ê re þer bike.
Em ji bo we hemûyan cejneke bi tendurist û bi aram dixwazim.
amberin.zaman@gmail.com
03.10,2014. Taraf
Werger: Cemil Oguz