Diyarname
Pêxbaziya Qala Aştiyê Bike ku ji aliyê kovara Tîroj û Evrensel Kulturê ve hate li dar xistin bi xelatdayînê bi dawî bû.
Merasima xelatdayînê li Park Muhendîshaneya li Taşkişlaya Stenbolê li dar ket. Di merasimê de li ser navê Evrensel Kulturê Nuray Sancar axivî û got: "Ji bo ku li vî welatî her du ziman bi hev re wekî birat bijîn, dawî li pevçûn û şeran bê me ev pêşbazî da dest pê kirin. Aştî ji bo hemû mirovahiyê daxwazeke mezin e. Ji bo anîna ziman vê yekê jî wêje rêya herî guncav e. Em hêvî dikin ku bi vê pêşbaziyê me kedeke biçûk lê zêde kiriye."
Li ser navê juriya tirkî Adhan Ozyalçiner axivî, da zanîn ku ew bi çîrokên ku hatine hem kêfxweş bûye hem jî xemgîn bûye û got: "Kêfxweşiya min ew e ku ciwanan berê xwe daye çîrokan. Ez xemgîn im ji ber ku tesîra 12'yê Rezberê, tarîtî, xweveşartina navxweşî di nava çîrokan de heye."
Her wiha Ozyalçiner wekî pêşniyaza ji bo çîroknûsên ciwan jî wisa got: "Çîrok vegotina bi ziman e. Divê pêşî ziman sade be. Vegotin xweser be û hilbijartina hevokan jî divê saxlem be. Divê wekî neqişkirinê hatibe hûnandin. Tiştê ku çîrokê dike çîrok ziman û vegotin e."
Li ser navê juriya kurdî jî nivîskar Fehîm Işik û Receb Dildar axivîn. Işik gotina, "Aştî tişteke zor e. Zordestan her pêşî li aştiyê girtine. Me di pêşbaziyê de xwest qala aştiyê bikin. Qala hêviyên xwe bikin" bikar anîn û nivîskar Dildar jî wisa got: "Me tu demê bi rehetî çîrokên xwe nenivîsandine. Nivîskarên me revîne derveyî welat. Û li wir nifşek derket. Wekî nifşa Hawarê. Li Kafkasyayê jî nifşek derket. Dûre berî salên 80'yî vê carê nivîskarên me reviyan Ewropayê. Îro neviyên wan li vir çîrokên modern dinivîsin. Ez kêfxweş im ku neviyên Nûredîn Zaza li vir çîrokên modern dinivîsin."
Juriya tirkî ya çîrokan ji Aydin Çubukçu, Adnan Ozyalçiner, Sennur Sezer, Ozcan Karabulut, Gokhan Cengizhan û Zeynep Aliye pêk dihat, di juriya beşa kurdî a çîrokan de jî Hasan Kaya, Receb Dildar, Ayhan Geverî, Fevzî Bîlge, Fehim Işik hebûn.
Kesên xelata Pêşbaziya Çîrokan a “Qala Aştiyê Bikin” bi dest xistin û xelatên xwe girtin:
Çîrokên bi tirkî:
Yekemîn: Seyit Soydan/ Yollar- Kara Tren
Duyemîn: Mehmet Oguz Aslan/ Gerçek Sandviçleri
Sêyemîn: Gulsum Koçak/ Sevgili Ulkem
Xelata teşwîqkirinê:
Songul Kaya Karadag/ Dilan’a Agit
Hasan Çapik/ Sokakta Bir Kopek Oldu
Çîrokên bi kurdî:
Yekemîn: Taylan Şahan Tarhan/ Min Bi Perên Kevokan Bifirînin
Duyemîn: Dijwar Uskan/ Ziman Bêhestî Ye
Sêyemîn: Selahattin Çam/ Şêrgo