Amed
Komeleya Nivîskarên Kurd ji bo bîranîna helbestvan Arjen Arî li Navenda Çand Hunerê ya Ciwanan a Cegerxwîn çalakiya bibîranînê li dar xist. Di çalakiya bibîranînê ku 27'ê mehê li dar ket Hevserokê Komeleya Nivîskarên Kurd Mehmet Yilmaz û endamên komeleyê, Endamê Meclisa Daîmî ya KCD'ê Osman Ozçelik, nivîskar Berken Bereh, Hogir Berbir, Serokê BDP'ya Sûrê Adnan Akgul û gelek kesên din amade bûn.
Hevserokê Komeleya Nivîskarên Kurd Mehmet Yilmaz di axaftina xwe de got Arjen Arî di jiyana wî de xwedî cihek taybet e. Xwişka Arî Necla Akay jî diyar kir ku Arjen Arî dê Arî her di dilê gelê kurd de bijî û got ku Arî aşiqê zimanê kurdî bû.
Helbestvan û nivîskarê malpera me Berken Bereh jî wisa axivî: "Arjen Arî helbestvanekî ye ku berxwedana gelê kurd nivîsiye. Ji nav gel û li ser axa xwe piştgirî da vê berxwedanê. Arî di her axaftina xwe de Cegerxwîn wekî mînak digirt. Digot ez neviyê Cegerxwîn im."
Osman Ozçelik jî diyar kir ku Arî bi ziman û wêjeya xwe ji bo kurdan şoreş pêkaniye.
Piştî axaftina nivîskar Hogir Berbir helbesta Çiya Mazî a ku ji bo Arjen Arî nivîsî bû xwend. Nûroj Mûnzûr, Rêdûr Dîcle û Rojen Rojbîn jî helbestên Arjen Arî xwendin.
Çalakî bi lidarxistina kokteylê bi dawî bû.