Diyarname
8’ê mehê roja xatirxwestin, roja ji nav me barkirina hostayê mezin, hunermendê ber dilê kurdan Aramê Tîgran e. Di vê rojê de gelek peyamên bîranînê hatin belavkirin, ji wan cudatir Mebûsê HDP’ê Garo Paylan pirsiyarname da Wezîrê Çandê yê Tirkiyeyê û pirsî: “Wesiyeta Aramê Tîgran ew bû ku li Amedê bê veşartin, hûn çima destûrê nadin vê yekê?”
Mebûsê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan bi nameyek ji Wezîrê Çand û Tûrîzmê yê Tirkiyeyê Mehmet Nuri Ersoy pirsî. Paylan di nameya xwe de wisa got, "Apê Aram ku nirxekî gelên Tirkiyeyê ye, Aramê Tîgran ku gel jê hez dikir û hurmet didayê 13 sal berê li sirgûnê mir. Ew kurê malbateke di sala 1915’an de ji Amedê hatiye sirgûnkirin bû û li Qamişlo hatiye dinê. Tîgran di jiyana xwe de ligel kurdî bi ermenî û erebî muzîka vê axê îcra kiriye. Wesiyeta wî ya mezin li ser axa kalên xwe li Amedê bê veşartin bû, lê di dema AKP’ê de desthilatdariya AKP’ê destûr neda. Korservatûara ku li ser navê Aramê Tîgran hatiye vekirin jî ji aliyê kayûmê ve hatiye girtin.”
Paylan piştî van gotinan ji Wezîr ev pirs kirin:
- Gelên Tirkiyeyê ji Aramê Tîgran û ji hunera wî hez dikir. Hûn difikirin ku ji bo bîranîna wî tiştek bidin?
- Hûn çima destûrê nadin wesiyeta Aramê Tîgran ku li Amedê bê definkirin?
- Tu projeya wezareta we ku Aramê Tîgran nede ji bîr kirin heye?
HDP’ê Ew Bibîr Anî
Li aliyê din Berdevkê Komîsyona Çand û Hunerê yê HDP’ê Omer Ocalan ji bo bîranîna Tîgran daxuyaniyeke nivîskî belav kir û ew bibîr anî. Ocalan got, “Aramê Tîgran bi stranên xwe dê ji bîra me neçe.”
Li Mêrsînê bîranîn
Her wiha Komeleya Çand û Hunerê Sanatolia ya li Mêrsînê jî bi konserek Aramê Tîgran bibîr anî. Di şevê de Kadir Çat û Mehmet Aykut stranên Aramê Tîgran striyan û Emin Aksu jî ji bo bîranîna Tîgran helbestek xwend.
Aramê Tîgran kî ye?
Hunermend Aramê Tîgran roja 15’ê rêbendana 1934’an li Qamişlo hatiye dinê. Malbata wî ermen bû û ji Amedê koç kiribû. Hê zarokatiya xwe de meyla wî diçe ser muzîkê û ji 20 saliya xwe pê ve bi kurdî, ermenî û erebî stranan distrê.
Di jiyana xwe de 11 album derxistin. “Zimanê Kurdî”, “Dilberam Dîlber”, “Destmala min”, “Ax Dîlberê”, “Şev çû (Ay dil), “Çavbekela min tu yî” hin stranên zêde têne zanîn ku bi dengê wî li nava kurdan belav bûne ne.
Di Newroza 2009’an de li Amedê bû. Li Amedê qeyrana dil derbas kir, rakirin nexweşxaneyê û anjiyo kirin. Piştî hinek baş bû çû mala xwe ya li Yewnanistanê lê 8’ê gelawêja 2009’an de canê xwe ji dest da. Hikumeta Tirkiyeyê nehişt cenazeyê wî bînîn Amedê.