Diyarname
Sedî 22 zam li elektrîkê kirin. Bi vê yekê re êdî dê serê malê nêzî 100 ytl'yî fatûre bê. Ji bo hûn hindik heqê elektrîkê bidin hin pêşniyaz...
Ji 1'ê tîrmehê ve ji bo malan sedî 21, ji bo sanayiyan sedî 22 zem tê ser elektrîkê. Serê salê jî sedî 15 zem li elektrîkê hatibû kirin. Di 6 mehan de nêzî sedî 40 elektrîk zem kirin.
Bi zema dawî wisa dixuye ku ji bo her malî dê nêzî 100 YTL'î fatore bê.
Ji bo hindik fatore bê hin kîteyên biçûk hene, çiqas fêde dike meseleya nîqaşê ye lê ceribandin ne bi pereye.
Vane hin pêşniyaz:
Sarincok
Divê zêde deriyê sarincokê vekirî nemîne. Dema zêde vekirî dimîne hewaya germ dikeve hundirê sarincokê û sarincok ji bo sarkirina hundirê xwe zêdetir enerjiyê xerc dike.
Ger sarincoka we zêde vala dimîne, hin qutiya devê wan bi bandê bigirin û bixin sarincokê, bi vê yekê dê hindiktir enerjî xerc bibe.
Lembe
Lembeyên ku hûn bikar tînin heta hûn dikarin bila bi qelîte û ji kompaktan bin.
Klîma
Berî ku hûn klîmayê bidin xebitandin ger li mal hebe panjuran bigirin û dûre vekin. Ger panjur nîn bin bi perdeyên reng vekirî bikin ku pêşî li germa derve bê girtin.
Makîneyê firaqşo
Berî ku makîneya we ya firakşo tije nebe nexebitînin. Ji dêvla ku hûn her roj makîneyê bikar bînin, du rojan carekê bi awayeke tam tije bidin xebitandin.
Makîneyê cilşo
Makîneyê cilşo divê mirov tam tije bide xebitandin ku heta bikaribe hindik bixebitîne. Tasarûfeke wisa mimkûn e.
Makîneyê porziwakirinê
Makîneyên ku mirov pê porê xwe ziwa dike ger di asta hêza mezin de bin zêdetir enerjiyê bikar tînin. Ji dêvla makîneyên porziwaker ên bi 1800 wattî, yên hindiktir enerjiyê dixwin bikar bînin.
Utî
Dema kincên we hê tam ziwa nebin, hindik bi nêm bin ûtî bikin. Gomlelek ku tam ziwa û qermiçî be, di dema ûtîkirina wê de dê ûtiya we zêdetir dûkelê derxe û bi vî awayî dê zêdetir enerjî bê xerckirin.
Berî ku hûn kincên xwe xelas bikin, fîşê ûtiyê jê elektrîkê derxin û bi germahiya di ûtiyê de maye hûnê bikaribin çend kincên dawî jî ûtî bikin.
Wekî notek: Amûrên kevn ên elektronîk ji yên nû zêdetir elektrîkê xecr dikin. Berî çend salan Îngilistanê ji bo kêmxerckirina enerjiyê hemû amûrên elektronîk yên malan berhev kirin û yên bi teknolojiya nû pêşkêşî wan kirin. Mînak sarincokek ku bi enerjiyeke zêde dixebitiya bi sarincoka ku bi 80 watt elektrîkê dixebite guherand û bi vî awayî dest bi tasarûfa enerjiyê kirin.
Ji bo ku li Tirkiyeyê jî tişteke wisa çêbibe pêdivî bi alîkarî û tevgera hukumetê heye.
Wekî notek dawî: Li gor agahiyên dawî, Komeleya Parastina Bikarhêneran (TUKODER) ji bo betalkirina zemê dê serî li dadgehê bide. Wezîrê Dewletê Mehmet Şîmşek jî zema li elektrîkê parast.
Kesek bi mehaneya asgarî bixebite dê mehê çawa nêzî sed ytl'yî heqê elektrîkê bide, tiştek ku em bibêjin namîne.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçeyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçeyên Diyarnameyê qedexe ye.


