Diyarname
Kovara Nûbiharê di vê meha Remezanê de jî xwarina fitarê da mêvanên xwe.
Nûbiharê li Restoranta Dilruba ya li Uskudara Stenbolê xwarina fitarê da mêvanên xwe. Gelek mêvan li fitarê amade bûn. Berî fitarê Quran hat xwendin û axaftin hatin kirin. Xwedî û edîtorê kovara Nûbiharê Suleyman Çevik axivî, êrîşên li hemberî gel ên li Rojava û li Filistînê şermezar kir û xêrhatin li mêvanan kir. Çevîk li ser dîroka kovarê jî sekinî û da zanîn ku yên ku xwendevanên kovarê bûne niha êdî ew bi xwe bûne nivîskar û ji wir derbasî girîngiya ziman bû. Çevik got ku perwerdehiya bi ziman nebe ziman belav nabe û got ku ew ji serî de daxwaza perwerdehiya bi kurdî dikin.
Suleyman Çevik li ser desthilatdariya ziman jî sekinî û got ku desthilatdariya kurdan, desthilatdariya zimanê kurdî hebe wê çaxê dê ziman geş bibe, ji bo ziman desthilatdarî divê.
Çevik got ku hin kes dibêjin Kurdistan ava bibe dê bibe Îsraîla duyemîn û got ku ev fikir fikrekî ne rast e.
Her wiha ligel Çevîk, Serokê Zehra Derê Zekeriya Ozbek jî axavî û xêrhatin li mêvanan kir.
Nûbihar wekî kevneşopî her sal di meha remezanê de xwarina fitarê dide.