Diyarname
Xelata Ballon d'Or (Goga Zêrîn) li dinyayê di warê spora fûtbolê de yek ji xelata bi nav û deng e. Her sal didin lîstikvan, teknîk dîrektorên serketî. Îsal lîstikvanê tîma fûtbolê ê Manchester City yê bi navê Rodri ev xelat girt.
Lîstikvanê spanyolî bi tîma xwe li Premier Lîgê bû şampiyan, di heman demê de bi tîma neteweyî ya Spanyayê di Euro 2024'an de kûpa girt. Vê yekê kir ku ew wekî listikvanê salê bê hilbijartin û xelate bigire.
Merasima xelatdayînê êvara 28'ê mehê li Parîsa Fransayê li dar ket.
AITANA BONMATI BÛ DU CARAN SERHEV DE
Di warê futbola jinan de lîstikvan Aitana Bonmati xelata Lîstikvana Herî Serketî girt. Bonmatî par jî ev xelat girtibû û bû du sal serhev de vê xelatê digire. Bonmatî li tîma Barselonayê dilîze.
Teknîk Dîrektorê Real Madridê Carlo Ancelotti di warê meran de, teknîk dîrektora tîma neteweyî ya DYA'yê Emma Hayes jî di warê jinan de wekî Teknîk Dîrektorê/a Herî Serketî hat hilbijartin û xelat girt.
Di warê mêran de qeleparêzê arjantînî emiliano Martinez xelata Yachine Trophy girt.
Xelata Golavêjê Serketî jî dan Harry Kane.
REAL MADRID Û BARSELONA
Her wiha di warê tîmên herî serketî de, di warê meran de xelat dan Real Madridê, di warê jinan de xelat dan tima Barselonayê.
YANAL JÎ XELAT GIRT
Li aliyê di lîstikvanekî din ê spanyolî Lamine Yamal jî Xelata Lîstikvanê Herî Serketî yê Ciwan Kopa Trophy girt.