Jiyana kurdan ya bênasname: “Kitim”
Mahmut Ozçelik
Romana Yaqob Tilermenî “Kitim” wekî rêzepirtûkên Sêbareya Mêrdînê-1 ji Weþanên Lîsê derketiye. Pirtûk ji çar beþan pêk tê. Roman bi kabûsa serekleheng Fendo di xewa xwe de dibîne dest pê dike ku ji bilindahiyan ve serberjêrî erdê dibe û her organek wî li cihek belav dibe û reþbîniyek bi me dide hîskirin. Dîsa xemgîniyek jî ew e ku di destpêka romanê de bi me dide hîskirin ku zarokên me çavên xwe li mirinê vedikin, ev jî tê wê wateyê ku jiyana heyî ne ewle ye. Cîhana ku jiyana rojane lê diherike bi xetereyan ve dorpêçkirî ye. Xetereya mirina bêbext û bêwext wiha dike ku mirovekî wekî Berzan sê zarokên xwe winda bike, an di nav çend rojan de bi dehan mirov werin kuþtin. Di herka romanê de tê dîtin ku qala bûyerên salên nodî tê kirin. Vebêj ewên ku dibe sedema kuþtina mirovên bêguneh wekî þeytanikon – alîgirên dewletê- bi nav dike. Çawa bi kuþtinên kiryar nediyar tirs û xof di nava civatê de belav kirine, ku mirov nikaribin li meytên nasên xwe jî xwedî derkevin. Lê mirovê þoreþger Fendo vê tirsê diþkênîne û pêþengiya li termê cîranê xwe xwedî derketinê dike. Bi du kuþtinên kiryarên wan -bi gotina vebêj Fendo- þeytanokin rastiya wan salên bêzagonî radixe ber çavên me: Stranbêj Dilo û Hennanê fileh ku pisporê diran çêkirinê ye, di nava rojê de li ber çavên mirovan li meydana Qoserê, ji hêla xortên wekî maþik tên xebitandin ve her yek bi guleyek ku ji paþstû de tê berdan, tên kuþtin. Êdî Qoser bajarê tirs û xofê ye. Lîsteya ku navên welathez û alîgirên “Çiyageran” têde ye, yek bi yek ji hêla qesasên deh dozdeh salî ve ku hêzên tarî wan wekî maþik bikar tînin ve tên kuþtin. Tirsa mirinê li her kesî baniya ye.
Di honaka romanê de serboriya nivîskarekî kurd ku hatiye revandin tê vegotin. Mijara romanê, li ser bûyerên li dora romanûsekî ku dixwaze karesata civaka kurd di salên nodî de jiyaye bi nivîsîna romaneke kurdî rave bike, lê tê revandinê ye. Di þevek reþtarî de hin mirovên nenas tên wî bi tevî nivîs, pirtûk û kovarên wî yên heyî digire û di tariya þevê de winda dibin… Di karakterê Fendo de em fêr dibin ku kesên bi nivîsîna kurdî re mijûl in çawa ji hêla hêzên tarî ve tên çewisandin, hesabê nivîsîna kurdî ji wan tê pirsîn û ji ber vê nivîsîna kurdî gelek bi zilm û tahdeyê re rû bi rû mane. Fendoyê ku hemû xwesteka wî romaneke bi kurdî nivîsîn e, ev xwesteka wî li ser milên wî dibe barek giran û ji hêla hin kesan ve jî mîna xetereya welat parçekirinê tê dîtin. Dema Fendo tevî nivîsên kurdî tê girtin êdî jiyana wî diguhere. Her çiqas bo parastina xwe dibêje ku ev çîrokek e û behsa evînê dike jî ji îþkenceyê xilas nabe. Bûyêrên piþtî girtina Fendo diqewimin awarte ne. Çimkî Fendo dema piþtî îþkenceya di binçavînê de, çavê xwe vedike xwe li gundekî pala xwe daye çiyê dibîne. Xwe di maleke ku diþibe malên gundan û bi dîwarên wê ve tiþtinên bi nexþkirî daliqandiye û di nav nivînan de dibîne. Dû re mirovên di dirûvê “hevalan” de û bi kurdî dipeyivin xwe pê didin nasîn. Tavilê tê bîrê ku hin mirovên berê çûne çiya, þervantî kirine dû re ji ber kesayetiya lawaz ji rêxistinê reviyane û bûne îtirafkar û malik li gelek mirovan þewitandine, di van dilq û dirûvan de hatiye dîtin. Û wan û yên li dora wan civiyane wekî kurtêlxwiran pênase dike ku tiþtên haya þeytanokan jê çênabe jî ev kurtêlxwirana bi bîra wan dixin. Mele Evdila ku bi nasnavê Seyda tê nasîn tevî sê mirovên din ku navên wan Robar, Hêja û Dara ne tên û bi Fendo re dikevin galegalê. Rabirdûya Fendo kite bi kite ji paytexta Tirkiyeyê hetanî reva wî ya welêt jê re radixin ber çavan û wî matmayî dihêlin. Sedema revandina wî vedibêjin. Goya ji bo kêrî rêxistinê were çawa berê jî rojnamevan, nivîskar, helbestvan revandine niha jî ew revandiye da ku alîkariya têkoþîna wan bike. Daxwaza roman nivîsînê lê dikin. Û ev rewþ mejî li Fendo diçelqîne. Wê çawa li ser sparîþê roman were nivîsîn! Ji vê rewþê dikeve gumanê ku çiyagerên doza azadiyê dikin çawa tiþtek wiha dûrî aqilan dikin, lê bêfêde ye. Divê vî karî bike. Û roman ji vir wê de bi nivîskariya Fendo û ji xwe re wekî bingehê romanê jî hilgirtina beþên ji jiyana Seyda, Felat, Jena û Besnayê beþ bi beþ didome. Nîvîskar di vir de þêweyek cihê bikaraniye ku di nava romana xwe de bi çîroka Seyda, Felat, Jena û Besnayê beþên romaneke din daxilî romanê kiriye. Ji vê teknîkê re mirov dikare bibêje “vebêjiya romaneke di nav romanê de”.Bi tirkî jê re “ustkurmaca roman teknîgî” tê gotin. Û gava bi darê zorê romanê bi Fendo didin nivîsin jî beþên romanê yên ne li gorî dilê wan e, napejirînin û mudaxeleyî bîr û boçûna Fendo dikin. Jena û Besna du karakterên ku ji hêla Fendo ve hatiye afirandin in. Jena wekî hevalê Felat dixuye ku li paytextê Tirkiyeyê dixwîne. Û li ser vexwendina Felat ji bo civînek li ser zimanê kurdî tê Amedê û li wir di civînê de pêrgî Besnayê tê û dil dikeve wê. Ev herdu lehengên nû navên wan derbas dibin lehengên beþek ji romana Fendoye ku bi xwe hatibû revandin, û li ser sparîþê roman dinivîsand. Di beþa têkiliyê navbera Jena û Felat de û di vegotina vê beþê de dixuye ku kuþtina rewþenbîrê kurd Vedat Aydin di karakterê Felat de tê nîþandayîn. Di vir de nivîskar bi vegotina Fendo kuþtina Felat - baþ tê xuyanî ku qala Vedat Aydin tê kirin- ya li nêzî Madena Xarpêtê, xwedî derketina gelê Amedê yê li meytê wî, di dema definkirinê de bûyerên rûdayî, di wê geremolê de hev dîtina Jena û Besnayê û geþbûna evîna wan hatiye ravekirn. Dîsa piþtî bûyeran ji bo xwendinê vegera Jena û Besnayê ya paytextê Tirkiyeyê û li wir hevþabûn û hezkirina wan ya bi bêhna erotîzmê xemilandî, bi vegotinek îronîk ya serkeftî hatiye hûnandin. Kuþtina Felatê welatparêz û berê kuþtinê bi wesita wî geþbûna evîna Jena û Besnayê. Li vir nivîskar bi saya vebêj Fendo bi me dide famkirin ku ji hêlek de ên ji bo welat û azadiya xwe tên kuþtin –wekî di karakterê Felat de dixuye- li hêlek jî yên dest bi evîn û hezkirinên nû dikin û þerab vexwarinê li jiyana xwe zêde dikin-wekî karakterê Jena û Besnayê- gelek in. Dîsa hevalê wan Asîf ku ji welatheziyê re tixûb nasnake piþtî kuþtin û zilm û zora li ser mirovan zêde dibe biryara çûyîna nav çiyageran digire û jê þûn de çarenûsek reþ dest pê dike, tê girtin dibe îtirafkar. Besna ya ku bi Jena re hevþabûnên wê xilas nabe li pey hevþabûnek biwest rojek bi dizî ji nav nivînan xwe vedidize û ji peyasê winda dibe. Ew jî dide pey xeyalên xwe û li nik çiyageran bêhnê digire. Êdî Jena tik û tenê ye.
Di beþek din de, Seydayê ku li maleke bi dîwarên bilind dorpêþkiriye dimîne û carinan ji Fendo re xizmetê dike, serboriya wî jî cihê daxê ye. Meleyê ku bi salan li gundan xebitiye û li pêþiya gundiyan nimêj kiriye, di hêla dîroka kurd û Kurdistanê de gundî hiþyar û hiþmend kiriye, bi welatparêziyê re mijûl bûye û ji ber van xisletên xwe berî dozdehê îlona 1980’an hatiye girtin û du sal di bendîxaneyê de maye, di dawiyê de bi bobaletekê re rû bi rû dimîne û biryara ji gund dûrketinê dide û malê bardike diçe bajarê Mêrsînê. Bobelat ew e ku keça cîranê wan ku êdî bûka mala Gemþoyan e, goya ji hêla lawê Seyda ve tûþî tecawizê bûye. Û Seyda li Mêrsînê dikeve nav têkiliyên tevlihev. Jiyana miþextiyê rihetiyê nade malbata Seyda. Ji hêlek de Mala Gemþo biryara kuþtina lawê wî yê mezin Ferhat dide, ji hêlek ve jî zarokên wî bi naskirin û xebata di nav komeleyan de hiþmendiya kurdîtiyê werdigirin û dikevin nav tevgerên bi lez û bez. Ev rewþ, pêkutî û zilma dewletê ya li ser malbatê zêde dike. Bi ser de diya Seyda –Þêrîn- di temenê xwe yê nêzî heþtêyî de li xerîbiyê dimire. Di nava vê geremolê de rojek li kuçeyê nêzî mala wan kurê wî Ferhat jî ji hêla mirovên nenas ve tê kuþtin. Dû re keça wî Xerîb ji ber zilma di bin çavan de dîtiye ji holê winda dibe û xwe digihîne çiya, lawê din Azad jî debar nake û tevlî refên çiyageran dibe. Di nava çend salan de ji malbatê çar windahî çêdibe û ev rewþ rehê malbatê yê bi jiyanê re dibire. Li pey çûyina du zarokan Seyda jî dide dû þopa zarokên xwe û berê xwe dide çiya… Di riyek dûr û dirêj re xwe digihîne gundeke nêzî Mêrdînê ku navê wî gundî, Gundê Xerîb e. Li wir dibe mêvanê Hecî Evdê ku navbera wî û çiyageran baþ e. Bi saya ajokar Saliho Seyda bi þervanan re dîdariyê pêk tîne. Lê mixabin zarokên xwe nabîne. Di vê navê de çîroka Seîdê Keçel jî balkêþ e. Ew jî ji mirovên kitimbûyî ye. Yanê bêqeyd, bê nasname, bê maf… Ji ber zilmê debar nake û dixwaze bigihêje çiya. Di hundirê sarincekê de ew jî xwe digihîne mala Hecî Evdê û tevlî refê þervanan dibe. Pê re jî rastiya ku di karakterê Fendo de tê jiyîn, di destpêka her beþê de bi hevokên bêhna zargotina kurdî jê difûre tê vegotin:”…Çiqas kes hatin û çûn û mirinê destê xwe ji pêxîla me neda alî. Medî hatin û çûn, Sumerî hatin û çûn, Aqadî hatin û çûn; lê, bi tenê mirin neçû ji vir.”(rûp.27). Dîsa di romana li ser sparîþê ji hêla leheng Fendo ve tê nivîsîn jî me arasteyî mirina ku ji zilma mêtingeran wêdetir tiþtek nîn e, dike: ”..Jena bang dikir û digot: (…),mirin li her derê cîhanê tahl e, mir e, ne xweþ e; lê êþa mirinê li tu deveran naþibe êþa li ser erda Mezopotamyayê.” (rûp.87)
Nivîskar dixwaze dêna me bikiþîne ser berhemên edebî yê kurdî ku bi taybetî ji hêla Ehmedê Xanî ve hatiye nivîsîn. Qala Mem û Zîn’a wî dike, jê mînakan dide, wê dipesinîne, behsa Nûbara Biçûkan dike. Bi diyaloga di navbêna Fendo û Hêja de derbas dibe balê dikiþîne ser zargotina kurdî, dengbêjî û wêjeya me ya devkî û dewlemendiya wê ravayî me dike. Dîsa bi destana Evîna Fatima Salih Axa û Mihemedê Hoska ku di romanê de bi cih kiriye çanda kurdan ya li ser bingehê eþîrtî û koçeriyê ya bi sedan salan xweþ hûnandiye û evîna Fatimayê û Mihemed li gorî dilê wan bi gihîjtina herduyan, bi bextewarî qedandiye û tahmek cihê daye romanê.
Di diyaloga ku di navbêna Fendo û Dara de nivîskar nola bi me gotarek bide xwendin bûyerên nav kurdan ên sîyasî, pevçûnên nav rêxistinên kurdan û birakujiyê jî bi bîra me dixîne. Dîsa di diyaloga bi Hêja re lîstikên Amerîka li Rojhilata Navîn dilîze tê vegotin, polîtîkayên Amerîkayê yên li herêmê tê rexnekirin…
Hatina Nûman û Zeynî ya mala Þemûn jî çîrokeke bi serê xwe ye. Bi mêvaniya mala Þemûn re Nûman fêr dibe ku herdu zarokên xaltîka wî jî tevlî refên çiyageran bûye. Lê di vir de tiþta li gor min dibê nebûya ew e ku li ser pirsa Zeynî ku meraqa navên zarokên wî –Amûda û Mariye- dike, Þemûn dest pê dike û bi saetan li ser dîroka Mêrdînê, belavbûna îslamiyetê ya li ser xaka Kurdistanê vedibêje. Li pey jî sedema li lawê xwe danîna navê pîçekî-bîjîyekî- bi çîroka evîna Tûma -ku peywirdarê dêrê ye- û hezkiriya wî- keça melîkê Mêrdînê- Mariyeyê dixemilîne û vedibêje. Di taliyê de bi hevþabûnên nepenî zarokekî ji herduyan re çêdibe ku navê wî Amûda ye. Þemûn jî vî navê dîrokî li lawê xwe dike.
Hin xeletî jî bi ber çavên mirova dikeve: Nivîskar ji bîr kiriye ku di kevneþopiya meleyên kurd de bi karanîna “þewqe” tune ye û ev xeletî kiriye û þewqe daniye serê mele Seyda: ”Seyda ne weke berê bû; þewqe ji serê xwe avêtibû. Wexta peyv dihat ser þewqeyê wî, bi rûyekî þermokî digot, wele serserqotî ne tiþtek di cî de ye, lê li bajaran xelk henekên xwe bi þewqên mero dikin.”(rûp.56) . Dîsa xeletiyek din dema du þervan bi mêvanî tên mala Þemûn wan bi hev re dike serþokê: ”…Roj baþ kurê min wa yê xaltîka te av hazir kiriye, bang li hevalê xwe jî ke, herin serê xwe biþon. Nûman hebekî fedî kiribû. Tev li Zeynî ketibûn serþokê.”(rûp.189). Dîsa Seydayê ku dixwaze tevlî çîyageran bibe, berê diçe gundekî çiya li wir daxwaza wî nayê cih, lê dû re romaniviskar wî tîne di nava geremola çend roj berî Cejna Newrozê li Mêrdînê bi þervanan re tîne cem hev, ev jî dûrî mantiqê þer e.
Nivîskar bi vegotina Hêjayê ku bi Fendo re di diyalogê de ye rexneyên tûj li hin helbestvan û nivîskarên kurd digire ku berhemên netewên din wergerandine kurdî û li binî navên xwe nivîsandine:” Yek radibe helbestêd nuhjen dinivîsîne tu bala xwe bidêyê wergerên ji zimanê erebî ye.”(rûp.120) . Lê ez ê bi xemgînî bi bîr bînim ku pirtûka Remezan Alan ya bi navê “Bendname li ser rûhê edebiyatekê”,(Weþanên Avesta -2009 ) ku li ser hin berheman nirxandin û rexneyan dike, qala çîrokek Yaqop Tilermenî dike ku intîhal e. Remezan Alan çîroka nivîskar Yaqop Tilermenî ya bi navê “Çîroka Meznûnê Zimanê Kevirî” di navbera rûpelên 180 -182’an de weþandiye û dû re wiha dewam dike:” Çîrok ji Eyne û Maske” a Jorge Luis Borges intîhal e.”( Bendname li ser rûhê edebiyatekê, rûp.182). Û dû re çîroka Borges diweþîne. Û Tilermonîyî bi þaþ fêmkirina çîroka Borges jî tawambar dike. Nizanim birêz Tilermenî hay ji vê pirtûkê û vê tawanbariyê heye an na. Lê tiþta li jor ji bo hin nivîskarên kurd di romana xwe de wekî rexne anîbû ziman, nola ku bi xwe jî kiribe di rûpelên pirtûka Remezan Alan ya bi navê “Bendname li ser rûhê edebiyatekê” de cihê xwe girtiye. “Kitim” bo têgihêþtinê baldariyek gelek zêde dixwaze. Hetanî dawiya romanê jî mirov nizane ka kî bi çi karî re mijûl e. Carinan xumamiyek wiha dertê holê ku mirov nizane ka bi rastî ewên Fendo - sereklehengê romanê –revandine hêzên alîgirên dewletê ne, an endamên rêxistinek kurd e. Romanivîskar bi xwe jî vê tevliheviyê bi vegotina Fendo aþkere dike:”…Heta îro min digot ez ê romaneke tevlihev binivîsînim, ku yên xwendin bila serê wan tevlihev bibe.”(rûp.70). Ev tevlihevî bi qasî xwe di hiþê xwîner de çêdibe! Mîna ku di honaka romanê de, ji hêla nivîskar ve li pêþiya xwendevan dafik hatibe danîn dixuye. Wisa dixuye ku nivîskar bi ken ji xwendevan dipirse ka te çiqas ji romanê fêhm kir? Dîsa mîna ku Fendo jiyana xwe di karakterê Jena de vebêje dixwiye. Yanê Fendo, Jena bi xwe ye. Di aliyê din de ew pirtûkeke çermîn ku li ser maseya odeya ku Fendo lê hepskirîbû dixwiya, hetanî dawiya romanê di hiþê xwîner de meraqek diafirîne, berê ji hêla Besnayê ve tê behskirin ku di mala wan de kalikê wî ew pirtûka dixwend, navê wê jî “Vejîna Meytên Riziyayî” bû. Dû re em dibînin ku Seyda wê pirtûkê bi dest dixîne. Ev çawa dibe ew jî xumamiyek din e. Balkêþiyek din jî ew e ku ew mirovên Fendo revandibûn, mirovên pir bi agahî û zanîna çanda kurdî dagirtîne û her beþa romana ku ji hêla Fendo ve tê nivîsîn rexne dikin û asoya nivîsîna beþa din hêsantir dikin. Mirov dikare bêje ku nivîskar bala me dikiþîne ser wê xalê ku em bi qasî dijberên xwe jî hay ji çand û dîroka xwe nîn in, û hem jî dixwaze bêje ev pêkutî û çewsandinên li ser rewþenbîr û nivîskarên kurd tê meþandin dikare ji nivîskaran re derfetên afirandinên nû bînin. Taliya serboriya Fendoyê revandî, bi êrîþek çekdarî ku ji hêla pêþmergeyan ve pêktê diqede û Fendo îcar jî dibe hêsîrê destê pêþmergeyan. Jê þûnde çi qewimiye divê em bi xwendina “Qerebafon” û “Bavfilleh”a dewama sêbareyê ye fêr bibin… De kerem kin, îcar dora we ye: “Qerebafon” û “Bavfilleh li hêviya xwendina we ne.
“Kitim” bi zimanekî ku zarok jî jê fêhm bike sade û herikbar, lê bi qasî hiþê entelektuelekî/e xwenda yê zimanê kurdî tevlihev bike jî bi bûyerên bi hev ve girêdayî û rapêçayî dixuye.
Her tiþt ji bo em zanibin ku zimanê me, ji çêmê medeniyeta herî kevnare ya bi xuþexuþ diherike tê, ye.
**
Nivîsên Mahmut Ozçelîk ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weþandin:
- Þapînoz’a Enwer Karahan û Reþbîniyên Nepen
- Þêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê (Beþ II)
- Þêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê
- Penaberên li ser çemê Elbeyê
- Moliére Kurdî Dipeyive
- Rondikên ji jiyana kevneþopî diniqutin
- Lehengek Sêwî yê Tazî û Evîna wî ya Nîvcomayî
- ‘Gîtara Bê Têl’ û ‘Perde’
- ‘Berbiska Zer’ a bêmiraz