Diyarname
Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê îsal yekemîn car Xelata Aştiyê da. Xelata ku ji bo bîranîna siyasetmedarê kurd Orhan Dogan ê rehmetî hat dayîn, koma muzîkê Kardeş Turkuler hêjayî xelatê hat dîtin.
Meclisa Aştiyê îsal yekemîn car Xelata Aştiyê dide. Xelat, ji bo bîranîna Orhan Dogan ê ku gelek keda wî di avabûna Meclisa Aştiyê de çêbûye hat dayîn. Ji bo xelatê bidin bang hatibû kirin ku di navbera 15'ê gelawêjê û 1'ê rezberê de kî bixwaze dikare kes an saziyan ji bo xelatê wekî berendam pêşniyar bike. Di encamê de gelek pêşniyar ji meclisê re çûn. Juriya ku dê xelat diyar bikira di bin serokatiya Prof.Dr. Ayşe Soysal de ji Ahmet Hakan, Prof. Dr. Ayşe Erzan, Fatih Polat, Gulten Kaya, Hakan Tahmaz, Hidayet Şefkatli Tuksal, Murak Çelikkan û Orhan Dink pêk dihat. Juriyê civîna xwe li dar xist û biryar da ku xelatê bide koma muzîkê Kardeş Turkuler.
Ji bo xelatdayînê li Salona Kongreyê ya Lutfu Kirdar a li Harbiyeya Stenbolê êvara 21'ê mehê merasimeke li dar ket. Di merasima ku salon bi temaşevanan tije bû de Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak ligel gelek mebûsên BDP'ê, romanivîskarê navdar Yaşar Kemal û gelek nivîskar, rojnameger, muzîkar, şanoger û aştîxwaz amade bûn.
Pêşkêşvaniya şevê Banu Guven kir. Guven got ku Orhan Dogan 6 sal berê dema got pêşî aştî dilê wî rawestiya. Em ku xwedî li mîrateya wî dertên, em ji bo wî li vê derê ne.
Paşê Berdevkê Demê yê Meclisa Aştiyê Hakan Tahmaz derket ser dikê û daxwaza aştiyeke wekhev kir. Tahmaz got ku em bawerin emê rewşeke wekhev û azad saz bikin û bi vî awayî emê bigihîjin aştiyê.
Tahmaz wisa got: "Belê ev şeş meh in ciwan ji mirinê û kiştinê rizgar bûne, ev girîng e, lê ev ji bo aştiyê tenê gavek e. Dema wekhevî û azadî çêbe dê aştî bê."
Hakan Tahmaz bal kişand ser paketa demokrasiyê ku dê hikumet çêbike û wiha dom kir: "Li welat aştî, li dinyayê aştî encax bi li her derê demokrasiyê dikare çêdibe. Di paketa demokrasiyê ku hikumet dê veke de bila hemû xeyalan têk nebe. Gere hikumet bi hemû aliyan re têkilî saz bike, ev xitimîna ku niha heye ji holê rake."
Dûre Mahir Gunşiray derket ser dikê helbesta Cahit Sitki Taranci "Bir memleket isterim (Ez memleketek dixwazim)" xwend.
Di şevê de Xelata Aştiyê ya 2013'yan ji ber xebata wan a li ser muzîkê, xebata wan a pirdengiyê, ji bo xebata wan a di warê muzîkê de ya dijayetiya şer dan Kardeş Turkuler. Endamên Koma Kardeş Turkuler xelata xwe (ku ji peykerek ê ku Mehmet Guleryuz bi taybetî çêkiribû) ji destê Yaşar Kemal girtin. Kemal wisa got: "Ev mirov layiqê vê xelatê ne, ez van mirovan pîroz dikim."
Piştî xelatdayînê Kardeş Turkuler konserek da û şev bi dawî bû.
Foto: İhsan Kaçar
