Fermo ji Amedê dîmenên firatê
Li Deriyê Çiyê Şaredariya Yenîşehîrê çadira firate amade kiriye. Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê wisa got: "Em wekî Şaredariya Mezin digel şaredariyên navçeyan me li Amedê sê çadirên fitarê vekirin. Hedefa me ew e ku ya çaran jî vekin. Ev çadira li Deriyê Çiyê bi alîkariya Şaredariya Yenîşehîrê hatiye vekirin û têde 500 kes dikarin nan bixwin. Çadira Şaredariya Sûrê ya li cem Ulucamî têde cihê 300 kesî heye û di çadira li Batikentê jî cihê 700 kesî heye. Li çadira ku dê li Fakulteyê vebe de jî cihê 300 kesî dê hebe. Hedefa me ew e ku em nan bidin 2 hezar kesî
Ji bo fotoyan li foto-galerî bitikînin: Ji Amedê dîmenên fitarê