Diyarname
Îro 27'ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanê ye. Ji bo vê yekê komên şanoyê Teatra Jiyana Nû, Şanoya Bajar A Amedê, Tiyatro Mencel û Şanoya Yekta Hêvî daxuyaniyeke nivîskî weşandin.
Di daxuyaniyê de pêşî qala serdema şanoya kurdî û gelek şanogerên ked û canê xwe dane hatiye kirin û paşê ev lê hatiye zêdekirin:
"Komên şanoya kurdî îro hê jî lîstikên xwe li dar dixin û şanoyên xwe çêdikin. Ji gelê xwe û ji gelên hemû dinyayê re dixwazin çîrokên xwe vebêjin. Tê zanîn ku van rojan ji ber sedema vîrusekê hemû lîstik hatin betalkirin. Ne tenê lîstik, hemû organîzasyon da ku vîrus belav nebe, hatin betalkirin. Bangewaziyê dikin ji bo ku gel “ji malên xwe derneyê”. Helbet ev yek wekî her tiştî bandorê li şanoyê jî dike. Şanoger dê 27’ê Adarê îsal li malên xwe pîroz bikin. Ev vîruseke çawa ye ku bandorê li ev qas mirovan dike? Madem em li malên xwe ne, divê em hinekî li ser vê bifikirin. Ger ev bi destê mirovahiyê derneketibe û bi rêya xwezayê qewimîbe, bi rastî jî divê em serê xwe baş pê biêşînin. Emrê mirovahiyê bi şerê bi xwezayê re derbas bûye û mirovan her tim xwestiye di vî şerî de bi ser bikevin û ji bo vê yekê jî hemû qadên xwezayê roj bi roj dagir kirine/dikin. Her roj êrişî cih û warên jiyana xwezayî dikin. Ji bo ajal û nebatên biyanî xweza her ku diçe, teng dibe. Kî dizane, dibe ku ev vîrus xweparastina xwezayê be û dixwaze mirovan ji xwe dûr bixe û xwe ji nû ve biafirîne. Divê piştî vê xewnereşkê em ji xew hişyar bibin û rêyeke wisa bibînin ku bi xwezayê re şer nekin û jiyana xwe li gorî wê saz bikin. Tiştekî balkêş dîsa; ev vîrus zirarê nade zarokan. Belkî jî xweza heyfa zarokên Amûdê ji mirovên mezin hildide. Belkî jî ji bo xatirê Yekta Hêvî û lîstikvanên wî yên biçûk dest nade zarokan. An jî ji îro pê ve divê em bi derhêneriya xwezayê lîstikên xwe amade bikin. Bi hêviya rojên azad ku tu dem bê şano nemînin. Roja Şanoyê ya Cîhanê ji me tevan re pîroz be."
Bi dîmena vîdyoyî pîrozkirin
Li aliyê din edamên Şa Performansê bi vîdyoyek ku parve kirin Roja Şanoyê pîroz kirin. Şanogeran wisa got: "Dil dixwest wekî Şa Performansê Roja Șanoyê a Cîhanê bi lîstikeke nû pîroz bikira lê mixabin tenduristiya însanan ji her tiştî girîngtir e, em jî li ser navê șanogerên Șa Performansê bang li gelê xwe dikin xwe biparêzin!."


