Diyarname
Di maça nîv fînalê ya Kûpaya Ziraatê ya Tirkiyeyê ku Fenerbahçe û Beşîktaşê bi hev re dilîst di deqîqeya 57'an de pevçûn derketibû û hakêm maç betal kiribû. Her kes li bendê bû ku dê TFF (Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê) biryarek çawa bide. Îro TFF'ê biryar da ku maç ji cihê lê mayî, ji deqîqeya 57'an bidome û maç bê temaşevan bê lîstin.
Maç roja 3'ê gulanê dê bê lîstin.


