STENBOL
Platforma Azadiya Rojnamegeran çalakiya xwe ya bi armanca rojnamegerên girtî serbest bên berdan a bi navê "Rojên şahidiyê" li ber Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê ya yekemîn li dar xistin.
Platform li ber Seraya Edliyeyê ya Stenbolê çalakiya ku dê 18 rojan dom bike da dest pê kirin. Di roja yekemîn de rojnameger Ahmet Şik, Midûrê Karê nivîsê yê Evrenselê Fatih Polat û malbatên rojnamegerên girtî jî di nav de gelek kes amade bûn.
Seroka Giştî ya ESP'ê Figen Yuksekdag, Serokê ODP'a Stenbolê Avnî Gundogan, Serokê EMEP'e yê Stenbolê Guven Gerçek û gelek kesên din jî piştgirî da malbatan.
Rojnamegeran di çalakiyê de pankarta ku li pişt şîşên hesinî a "Ji Rojnamegerên di hepsê re azadî" vekirin. Rojnamegerên li ber Edliyeyê çalakiya rûniştinê pêk anîn û dowîzên "Rojnameger li hundir in, tacîzkar li derve ne", "Ji Sansurê re na", "Free press free society", "Çapemeniya Azad ji bo her kesî ye", "Freedom for journalists" bilind kirin. Komê di çalakiyê de bê navber diruşmên "Çapemeniya Azad nayê bêdeng kirin", "Ji bo rojnamegerên girtî azadî" û "Bi sere xwe xelasî tune an bi hev re, an qet" berz kirin û rojnameya Ozgur Gundem bilind kirin.
'Der barê rojnamegeran de 10 hezar lêpirsîn hatine vekirin'
Li ser navê komê Serokê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Ercan Îpekçî, li ser rewşa rojnamegeriyê û rojnamegerên Tirkiyeyê axivî û wiha got: "Li Tirkiyeyê 15 hikumxwar bi tevahî 102 rojnameger hene. Di nava 3 salan de 180 rojnameger hatin girtin. Nêzî 100 rojnameger rastî cezayê hatin û cezayê wan hatin taloqkirin. Nêzî 300 rojnameger li ber girtinê ne. 250 rojnameger serbest tên darizandin. Der barê 600 rojnamgeran de doz hatiye vekirin. Der barê rojnamegeran de 10 hezar lêpirsîn hatiye vekirin. Kesên rojnameger tên girtin, lê kesên tacîzkar serbest tên berdan."
Îpekçî, da zanîn ku di sala 2005'an de xwest xala 27'an a Zagona Ceza ya Tirk a îfadeyê bê guhertin lê ji sala 2006'an heta niha di xalên 6-7'an ên Zagona Têkoşîna bi Terorê re hêj li ser kar e. Îpekçî xwest zagon û xalên ku mafê azadiya îfadeyê asteng dike bên rakirin.
Piştî axaftinan şahidiya rojnamegerên girtî dest pê kir. Pêşî der barê nûnerê ajansa DÎHA'yê yê Enqereyê Kenan Kirkaya ku ji sala 2002'yan heta niha di ajansê de nûcegihaniyê dike agahî hate dayîn. Di çalakiyê de roportaja Kirkkaya a bi Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demirtaş re hatibû kirin hate xwendin. Dîsa hate diyarkirin ku Kirkkaya ji ber ku bi telefonê tev li Roj Tv bûye sûc hatiye dîtin. Hevsera Kirkkaya anî ziman ku ji ber Kirkkaya girtî ye herî zêde keça wî ya 2 salî Hevî Jiyan dikeve bin bandorê.
Hevalê Kirkkaya yê 8 salan Îbrahim Aslan, diyar kir ku îdîanameya der barê hevalê wî Kirkkaya de hatiye amadekirin bi tevahî ji nûçeyên asayî pêk hatiye û ev li dijî zagon û hiqûqê ye. Aslan, da zanîn ku ew dê sûcê hevalên xwe yên girtî berdewam bike.
Dîsa serpêhatiyên Koordinatorê Gerînendeyê Giştî yê Atilimê Sedat Şenoglu, Gerînendeyê Giştî yê Qalala Ulusalê Turhan Ozlu, Muhabira Birgun û ANF'ê Zeynep Kuray, Xebatkara Ozgur Halkê Zeynep Atak hate vegotin.