Cemil Oguz
“Charlie û Febrîqeya Çîkolatan” li dinyayê romaneke navdar e. Ev romanê ku heta niha ji bo bi dehan zimanan hatiye wergerandin, niha bi kurdî (kurmancî) ye. Roman zarok-mezin ferq nake, her kesî vedixwîne çîroka Caharlie û çûyîna nav fabrîkeya çîlokatayan a mezin.
Doald Dahl bi eslê xwe ji Norwecê ye, li dinyayê tê nasîn. Sala 1916'an de hatiye dinê 1990'î de miriye. Wî pirtûkên xwe bi îngilîzî nivîsî ne. Yek ji pirtûka wî ya ku herî zêde tê zanîn jî pirtûka ku niha mijara me ye, “Charlie û Febrîqeya Çîkolatan” e. Pirtûk ji aliyê Aydin Rengîn ve ji bo kurdî hatiye wergerandin û ji Cervantesa di bin banê Lîs de xebatê dike derketiye. Rengîn ku di warê wergerê de xwedî wergerek baş e, berê jî çend pirtûkên din wergerandibûn.
BALKÊŞIYA KARAKTERÊN ROMANÊ
Pirtûka me bi nasandina karakterên têde dest pê dike: Lawikê çavbirçî Augustos Gloop, keçika ku ji aliyê dê û bavê xwe ve şûm hatiye mezinkirin Veruca Salt, keçika ku ji sibehê heta êvarê benîşt dicu Violet Beauregarde, kurikê ku ji sibehê heta êvarê ji ber televîzyonê ranabe Mike Teavee û lehengê me Jharlie Bucket. Nasandina karakteran bi xwe nîşan dide ku ev pirtûkek balkêş e û berê xwendevan dide xwendina wê.
Lehengê me Charlie zarokê malbateke feqîr e. Charlie li keviya bajarê mezin ligel malbata xwe li xaniyeke darîn dijî. Malbat feqîr e, loma jî her çiqas Charlie ji çîkolatayê hez bike jî her nikarin jêre bikirin. Ew pereyan didin hev, di rojbûnên wî de jêre çîkolatayê dikirin. Lê di heman demê de li pêşberî wan fabrîkeyeke mezin a çîkolatayan heye. Wekî ku di çîrokên kurdî de tê gotin, "rojek ji rojan rehma Xwedê li dê û bavên hazir û guhdaran..." Em dest pê bikin. Na, em dest pê nekin, bila pirtûk bê xwendin. Lê em vê bêjin, yekem car pirtûk di sala 1964'an de hatiye nivîsandin. Dahl, piştî pirtûkê dinivîse bi biraziyê xwe Nicholas dide xwendin. Nicholas dibêje "Çîrok nexweş e û mirov aciz dike." Dahlê ku 15 karakter xistine vê çîrokê, radibe ji nû ve dest bi nivîsandina çîrokê dike û paşê li dinyayê navdar dibe.
JÊ FÎLM HATIN KIŞANDIN
Pirtûk pêşî li gelek zimanan tê wergerendan; piştî navdariya pirtûkê vê carê derhêner jê fîlman dikişînin. Di sala 1971'ê de derhêner Mel Stuart bi navê "Willie Wonka & The Chocolate Factory" ji vê pirtûkê fîlmekî dikişîne. Di sala 1972'yan de fîlm di warê Muzîka Herî Serketî de ji bo Oscarê wekî berendam tê nîşandayîn. Li aliyê din ev fîlm wekî yek ji fîlmên zarokan ê herî serketî ku heta niha hatiye kişandin tê hesibandin.
Paşê di sala 2005'an de bi navê "Charlie and the Chocolate Factory" derhêner Tim Burton versiyona nû ya fîlmî jê dikişine. Di fîlm de lîstikvanên navdar Freddie Highmore, Johnny Depp, David Kelly, Helena Bonham Carter, Noah Taylor, Missi Pyle, James Fox, Jordan Fry, Deep Roy, Christopher Lee, Annasophia Robb û Julia Winter dilîzin. Bi vî avawayî serûwena pirtûkê û fîlmên jê hatine kişandin li dinyayê didome.
Û NIHA BI KURDÎ YE
Ev mijara balkêş, romana ku xwe gihandiye ber destê gelek zarokên gelek neteweyan vê carê bi kurdî û li benda xwendevanên kurdî ye. Hêja ye zarokên kurd jî bi xwendina vê pirtûkê ligel Charlie û hevalên wî herin fabrîkeya çîkolatayan a Willy Wonka.
Em bi wergêr Aydin Rengîn diaxivin. Ew dibêje, "Ev Pirtûkeke li cihanê li nav ciwanan populer e û mirov jê hez dikin" û van lê zêde dike, "Armanc bo min ew e ku mirovên ciwan berê xwe bidin kurmancî û bi zimanê xwe jî berhemên li cihanê navdar bixwînin. Û bi çêja xweşbûna zimanê xwe ve bibin."
Di pirtûkê de ev zarok dê herin Febrîqeya çîkolatan a Willy Wonka. Rengîn dibêje, "Cîhana xeyalî ya zarokan dixemilînin. Di pirtûkê de hejarî û dewlemendî, şens û siûd, bileta zêrîn, hewldana kirîna bextewariyê bi pereyan, şûmîtî, ji bo jiyaneke baş girîngiya rastbûnê bi awayekî fiksatîf li hev hatine hunandin" û dixwaze zarok û ciwanên kurd jê sûde bigirin.
- Charlie û Febrîqeya Çîkolatan / Doald Dahl / Wergera ji îngilîz Aydin Rengîn / Weşanên Cervantes / Adar 2022 / 173 rûpel / Roman

Di sala 1971 û 2005'an de heta niha du fîlm ji pirtûka Roald Dahl hatine kişandin.
**
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
**
- Youtube: http://youtube.com/diyarnamediyarname…- Malper: http://diyarname.com
- Twitter: https://twitter.com/diyarname1
- Facebook: http://facebook.com/diyarname
- Mail: diyarname@diyarname.com


